Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip - tirşik
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê yekem peyama xwe kış uykusu nivîsiye. xwediyê navekî ecêb e. îhtîmalek mezin hesabê endazer ê nuh e *



ne ew be, bi xêr hatiye



04.01.2015 02:17 | berxweda

2. Nivîskarê ku bi xêr hatiye. silav..

http://vimeo.com/20967002



08.01.2015 15:06 | mergehez

3. ji kurmanciya wî kifş e ku endazer e, me vê fêm kir lê bila me nebetilîne û wateya navê xwe bêje, yanê tîpên belavela ên navê xwe rêz bike, ji lew îja zor e*



08.01.2015 15:23 | ferhenga şikestî

4. nicka nivîskar bi berevajî ji vê tê, bêguman:
(bnr: piano sonata in a major, d 959 - ii. andantino)

berhema franz schubert.

bira ev jî xelata xêrhatina wê/wî be:





*



08.01.2015 17:47 ~2017.04.19 15:22 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: xaçepirsên kurdî)



08.01.2015 20:08 | simurg56

6. endazerê me yê bi navê xwe ê nû ve dest bi reşkirina Öcalan, pkkê û hdpê kiriye ye. xuyeyê ku heta hilbijartin derbas bû, yê şev û roj bixebite ku derdorê qirêj bike. gelo yê kîngê fêhm bike ku ew û yên weke wî, bi vê helwesta xwe ve zirarê didine kurdan. di mijara dökhê de 3 heb vîdeoyên Öcalan yên qaşo fikrên wî ên derbarê jinan de diyar dike şandiye. bi rastî di her du videoyên pêşîn de tu pirsgirêk tuneye û ger mirov têra xwe pirtûkên Öcalan xwendibe an jî têra xwe lêkolîn kiribe, gotinên Öcalan û armanca wî fêhm dike. lê vîdeoya sêyemîn a kurt, jixwe mirov fêhm dike ku hatiyê birîn, heta hin gotinên wî weke "kadin daha da alevlenir" û nizanim çik, gelek caran di cîhê nebûyî de hatine dubare kirin. mirov baş fêhm dike ku armanca videoya aranjkirî, şaş fêhmkirina öcalanê. dîsa mirov baş fêhm dike ku armanca endazer an jî bi navê xwe ê nû ve armanca onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip jî weke armanca faşîstê ku vîdeo di youtubê de weşandiye rezil û ruswa kirina öcalane. ji ber çi dibêjim yê ku vîdeo di youtubê weşandiye faşîstê? ji ber ku sernivîsa vîdeoyê "Öcalan'dan Sapıkça Sözler ''Benimle Birlikte Olan Kadın Kazanır'' e. endazer ji xwe vê yekê dizane, wê demê çawa rûyê wî digre û qet şerm nake ku ew vîdeoya wan faşîstan pêşkeş dike.



11.01.2015 04:34 | nazim tolhildan

7. feqîrê xwudê bi kîjan navî binivîse nikare xwe ji xezeba tolhildêran xilas bike.. ev cara dehê ye dibêjim û dubare û sêbare dikim ez ne dijminê tu kesî me, armanca min ne reşkirina tu kesî ye, lê ji ber ku kurmanciya min bi qasê ya brusk56 ne xurt e ez nikarim bi qasê wî xwe tam îfade bikim.. * neyse nexwe çarbare bêjim min heta niha bi qasê barê kerekî li ser tezên pkkê û tezên antî pkkê pirtûk xwendine ne wekê berê lê hê jî dema tiştekî hêjayî xwendinê dibînim dixwînim li gorî van xwendinên xwe dema li cihekî -tirşik an platformeke din- mesele bê ser pkkê fikra xwe û ya dilê xwe dibêjim.. li ser nêrîn û nêzikatiya öcalan û kadroyên din ên rêveber yên pkkê li hemberî jinê kêm zêde min tiştin xwendine û li gorî van xwendinên xwe dema slogana jin jiyan azadî seh dikim kenê min tê.. dirêj nekim heçiyê çîrok û serpêhatiya sakine cansız tenê bixwîne wê bizanibe û fêhm bike ka qedrê jinê û wateya azadiya jinê li cem öcalan û kadroya rêveber ya kckê çi ye..

di wê vîdeoya dawîn de jî kolajek heye yanî çend parçe vîdeoyên li ser heman mijarê anîne cem hev erê lê ya ku ez eleqeya xwe jê çêkim ew gotin in ku ji devê öcalan derdikevin, ku kîjan jin bi îradeya xwe ya îpoteknekirî temaşe bike, dilê wê, wê ji dinyayê reş bibe.. û eger tu dibêjî ev vîdeo hemû montaj in û gotinên öcalan ji konteksta xwe hatine dûrkirin û mebest û wateya gotinan hatiye guhertin û berovajîkirin li cem te hebe xêra xwe vîdeoyên resen ên tu kes pê nexebitî û destê xwe lê nedayî yên öcalan ên derheqê nêrîna wî ya li hemberî jinê de parve bike, de ez jiya xwe werim xwar û bêjim qisûrê efû bikin, min neheqî lê kiriye, tiştên min nivîsî hemû xelet in..



û asoxÎn tiştên ku ez dibêjim ne ayet in û ne ji orta quranê ne, fikr û nêrînên min ên şexsî ne, ji xwe tişta ku ez jê ne piştrast bim b piranî bi risteya ez ne xelet bim destpê dikim, yanî tişta ku dibêjim û dinivîsim dibe ku şaş bin lê dixwazim herkes bizanibe ku ne bi niyeta reşkirinê dinivîsim..



û nazim xêra xwe û ya dêûbavê xwe bela xwe ji min veke, û bes li jêr her peyameka min têbiniyên zarokane di nav kevaneyên bnr de binivîse, eger li hemberî fikr û nêrînên min fikreka te ya antîtez te hebe kerem ke binivîse bes niyet Û mebest û armanca min bide ber pirsê.. hem çi Îşê te bi niyeta min heye yanî yek bê û di tirşikê de pesnên öcalan bide, tu wê niyeta wî bidî ber pirsê? tu wê bêjî gelo xwudê zane lê ev ömer ziya güneyeke nû ye û di nav kirasê sempatîzanekî de ji bo cihê xwe di nav alîgirên pkkê û öcalan de xweş bike, pesnên öcalan dide..




8. nivîskarê ku mirov nikare dernarê wî de şîroveyan binivîse. ji ber ku her peyameke xwe bi navek din dinivîse. mirov ji bîr dike di paşerojê de kîjan peyama xwe bi kîjan navî û kengê nivîsandibû.

eslê xwe de mijarek wisa pêwist e:

(bnr: dîskografiya endazer)



11.01.2015 09:44 | simurg56

9. ne bi qasî 413.po ,uanod neualb nenöhcs red na xweş e mixabin



12.01.2015 03:07 | mergehez

10. mîsyona vî navî jî xilas, bi vê re bûn 250 peyam û hej hejmarên girover dikim Û divê mirov tiştinan di tamê de bihêle û hej û-yan dikim lê ceynika serê min ji ku-yan diçe, û min gelek dixwest tirşik bigihije asta ferhengên din lê wek me hemûyan bi hev re dît û tecrûbe kir ev yek ji bo vê gavê ne mimkun û bes xeyalek e.. û berî ku simurg56 tirşikê çêke di fikra min de çêkirina ferhengeke kurdî hebû, û hê jî heye, belkî siberojê bi xwe ferhengeke bi dilê xwe çêkim, lê bi tecrûbeya tirşikê min fêhm kir ku ev yek ew qasî ne hêsan e, û ew motîvasyona min a berê ji bo kar û xebatên kurdî nemaye, anyway ji binî ve dawî li serpêhatiya xwe ya ligel tirşikê tînim û hûn sax û ez silamet!




11. gelo xwediyê vê navê li kuye çi dike ez jî wÎ re helbesta nazım hikmet dişînim.



O şimdi ne yapıyor

şu anda şimdi, şimdi?



14.05.2016 04:05 | xeteraqirêj

12. yek ji nicname'ên endazer e. lê xwedê dizane niha çi dike. *



14.05.2016 04:56 | endazyar

13. rihma xwedê ne lêbe *



14.05.2016 20:35 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî