1. Straneke bi zaravayê soranî ye, şivan perwer û nazmî nazim bi hevre amade kirine. Şivan perwer gelekî rind dixwîne gava meriv guhdarî dike ji xwe ve diçe. |
|
31.01.2015 01:30 ~2015.04.21 14:20 |
mîr
|
2. yek ji stranê herî xweş ya şivan perwer e. jixwe hemû stranên wî yên li gel kardeş turkuler, gelek serkeftî ne. |
|
21.04.2015 20:19 |
simurg56
|
3. yek ji xweştirîn stranên kurdî ye û şivan jî bi layiqî ji heqê stranê de tê.. zêde hej stranên şivan nakim lê li ber dilê min ciheke mustesna ya albûma wî ya roj û heyv heye.. dema ez diçûm lîseyê hingî walkman hebûn, dema ez li iettyê siwar dibûm gelek caran min ev albûm datanî ser.. |
|
21.04.2015 20:45 |
endazer
|
4. strana ku ne hewceyî wesf û pesnan e, wek ciwan digo, gotin sar dibin wexta pesna te didin.. |
|
21.04.2015 20:51 |
ferhenga şikestî
|
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
|
kompleksa îkarus [3] |
|
inglourious basterds [5] |
|
tiştanok [1] |
|
Grass: A Nation's Battle for Life [1] |