Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
perwerdia - tirşik
perwerdia
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Malper/blogeke kurdî ye ku tenê babetên li dor perwerdehiyê dide ber xwe û bo fêrkirina dêûbav, mamoste û malbatan nivîsan parve dike û ji zimanê îngilîzî û tirkî wergeran dike. Ez wê rojê li ser twitterê rast lê hatim. Ew kesên ku zarokan xweyî dikin û bi karê mamostetiyê re mijûl in teqez divê teqîp bikin. Herwiha mamosteyên ku di vê qadê xwe bi xwe bawer in dikarin bi nivîsên xwe ve jî tevli vê platformê bibin. Ez bi xwe jî dixwazin dahatûyê de çend nivîsan bo vê blogê binivîsim û wergerînim. Hela ci ka çi tişt e. Destxwoşî li wan kesan dikim ku emeg didinê.



07.08.2017 12:14 | serhednişîn

2. Min dît ku dema blogê dest bi weşana xwe kiriye tiştekî bi vî rengî parve kiriye:

Bi deh pêlan, ev malper dixwaze li ser perwerdehiya zarok, malbat û mamosteyan çi belav bike:

Pêla 1. Ev malper dixwaze platformekî pêk bîne ku tê de bo perwerdehiya zarok û xwendekaran rê û rêbazên maqûl tên diyarkirin.

Pêla 2. Em dixwazim, malbatên me bi taybetî dêûbav li ser werara zarokên xwe xwedî tecrûbe bin û herwiha tecrûbeyên xwe yên bimifa yên derbarê xwedîkirina zarokan de bi me re parve bikin.

Pêla 3. Em ê wergerên nivîsên bi îngilîzî û tirkî yên derbarê perwerdehiyê de bikin û derfetê dibin eleqedar û mamosteyan ku fikra xwe ya di vê meseleyê de bi me re parve bikin.

Pêla 4. Wekî ku tê zanîn, bi rêya dersên hilbijare bi rêjeyek kêm be jî mamosteyên kurd dersên kurdî li dibistanên fermî didin. Û herwiha, van salên dawî hejmara dibistanên kurdî yên taybet jî zêde dibin. Bi alikariya mamosteyan, em dixwazin li vir platformeke hevpar dirist bikin û serpêhatiyên xwe yên hînkeriyê bi hevre parve bikin, bi vî rengî, dahatûyeke ronîtir boneta zarok û xwendevanan ava bikin.

Pêla 5. Rê û rêbazên perwerdehiyê yên derbarê kontrolkirina polê, fêrkirina dersan bi metod û lîstikan, dersên ziman û bidestxistina dorhêleke aram û hwd. çawa tên sepandin û awayê pêkhatina mînakên baş yên tecrûbekirî li cihanê bi çi rengî li cihanê li kar in? Em dixwazin bi lêkolînan ve bersivên pirsên navhatî bo xwîner û şopînerên xwe, bi taybetî jî bo mamoste û dêûbavan destnîşan bikin.

Pêla 6. Dinya û bi taybetî gelên bindest, zimanê xwe yê dayîkê bi çi rengî fêrî zarokên xwe dikin? Bona me kurdan, bi taybetî jî di nava malê de fêrkirina kurdî (kurmancî û zazakî) divê bi çi rengî bê kirin? Bersivên ku wê li bejna van pirsan bên, wê bêne lêkolînkirin.

Pêla 7. Rê û rêbazên sêwirandina materyalên dersê û awayê bikaranîna wan di polê de çi ne? Bo derseke biber mamoste dikare çi guherînan di rewşa fîzîkî ya polê de pêk bîne? Bi nêrîn û tecrûbeyên alternatîf û nûjen em dixwazin bikevin pey van pirsan.

Pela 8. Çawaniya têkiliya mamoste û xwendevanan û rola muhim ya danûstandina navbera xwendevan û mamosteyan de wê bibe babetên nîqaşê.

Pêla 9. Awayê bikaranîna çîrok û lîstikên kurdî di perwerdehiyê û di geşedana karakterê xwendekar de wê bête vekolîn.

Pêla 10. Bi kurt û kurmancî, bo pêkanîna van pêlên borî, em bang li hemû mamosteyên kurdî dikin ku di avakirina vê platformê de alîkariya me bikin. Bo dahatûya xwe, wekî mamoste divê em li berpirsiyariya xwe rabin û erka xwe ya meslekî û netewî pêk bînin. Ji bo alîkarî, hevkarî, fikr û ramanên xwe hûn dikarin bi rêya e-maila li jêrê bi me re bikevin têkiliyê. Bi taybetî, kesên ku dixwazin bi rizadil bo me ji tirkî û îngilîzî wergeran bikin bila kerem bikin.

[Desteya Weşanê ya Perwerdia]

e-mail: perwerdia@gmail.com



07.08.2017 12:22 | serhednişîn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» perwerdia

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi perwerdehi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî