Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pinterest - tirşik
pinterest
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bo katagorîzekirina wêneyên li ser webê sepaneke gelekî hèja ye . Li Amerîka hatiye avakirin . Niha li dora dinyayê tevde tê bikaranîn. Pêşî hesabek tê vekirin. Piştre mirov dikarî weke facebookê xelkê bişopîne. Însan bi dilê xwe albûman diveke û Ji webê, ji hesabên beşdarên pinterestê wêneyan pîn dike û beş beş katagorîze dike.. Hemû wêne albûm albûm têne veqetandin. Yek karê ji hemû albûmen mirovekî yeke tenê jî bişopîne. Bi vê yekê tişten ku ne xwaze nayen ber çavan. Mirov xwe dinav va wêneyên hişmiraz de winda dike. Çi wêne bixazê heye.

Li gorî facebookê,twitterê , instegramê qalîteya wê gelektir e. Wêne pir sipehî ne. Ez dibê Ev kalîteya wê ji bo ku zarok û ergen vê sepanè bikar nayênin. Ez bawer dikim çend salî din biqasî înstegramê wê populer be.

Here lînkê



28.03.2016 06:31 ~06:38 | gumgumok

2. hezar car ji instagramê çêtir e û biqalîtetir e ji ber ku haya kezban û kamîlan jê nîn e



04.12.2017 15:30 | ferhenga şikestî

3. min nedizanî pînterest jî ji sosyal medyayê tê hesabê.
bi pirranî kesên endazyar, stîlîst, dîzaynir, modevan filan bikar tînin. hêj dema xwendekar ez li projeyekî digeriyam, min di vê malperê de dît, ji wê rojê ve hesabekê min heye, kêfxweş im ku êdî min jî hesabekê sosyal medyayê heye ;)

û rast e pirranya wêneyên tê de ew qasî bikalîte ne ku çavê mirov jê diêşin.



10.12.2017 21:01 | endazer

4. ji bo lêgerîna tematîk û hevdana wêneyan cihekî gelek baş e. em nikarin înstagram û pînterest dînin ber hev du. ji ber ku di navenda pînterestê de hobî heye û ji ber wê jî wêne gelek baştir e him ji aliyê kalîteyê û him jî bo lêgerînê ya tiştên ku hub dixwazin bibînin. navê kategoriya pînên min esperanto, robot, illustrasyon û xêzevektor e.

i like it.



10.12.2017 21:08 | biruya hayao miyazaki

5. malpera ku dema mirov dikeviyê naxwezê jê derkevê.
dema mirov li hin tiştê tê de dinêre dixwazê heman tiştî çê bike.
li ber çavên yekî tiştekî bêhemba xuya dikin.
(bnr: afirînerî)



09.05.2021 02:55 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pinterest

Kategoriyên mijarê:: yendin komputerprogram weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî