Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
qasimo - tirşik
qasimo
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneke dengbêjî ye.
gele ciyan de navê wê wek qasimê meyro ye.
zehv dengbêj û stranbêja xandiye lê bi ya min ti kesî wek delîl dîlanar xaş negotiye.
eva çend roj e ez li kar, li malê, li sûkê, rê de.. li her derî gûhdar dikim.

lê ez hîkaya wê nizanim. yê ku zanin di vir de me re bêjin ez ê pir bextewar bim.

gotinên wê hemû jî xaş in lê ya ku zêdetirîn bala min kişandiye ev e:
qasimo lo heyla lo lewo bihara vî welatî çiqa zû tê dêran im lo lawo bihara vî welatî çiqa zû tê ye.

bi dengê delîl can:




bi dengê seîd axayê cizîrî ; ewî jî xweş xwendiye. dilê meriva diperitîne:




qismeke gotinên stranê ev in :

...Erê menal qasimê mino lawo menal
Çavê reşî belek lawo meke kendal
Ezê şevekê ji şevên van payîza
Ji van şevên dirêj li ber pala birîndarê mala bavê xwe wî de lawo bibim bahlîfa piştê

Qasimo lo lawo wextê nalînê te tê
Wî de lawo hêsrê çavê min rebena xwedê
Bi halê te tê menal qasimê mino menal
Lo de menal karê diya xweyo menal
Çavê reşî belek lawo meke kendal
Ezê şevekê ji şevên van payîza
Ji van şevên dirêj li ber pala birîndarê mala bavê Xwe wî de lawo bibim bahlîfa piştê...



23.04.2017 20:52 ~20:55 | bûtîmar

2. Nimûneyeke baş e ji bo nîşandana ferqa di navbera dengbêjiya Botan/Behdînan û Serhedê de. Hema bêje hemû stranbêjên klasîk ên kurd dengê xwe li vê stranê germ kirine. Seîd axayê Cizirî, Mihemed Arif Cizrawî, Mihemed Şêxo, miradê kinê.
Albûmek heye bi navê give me love: songs of the brokenhearted - baghdad, 1925-1929 (hej min bike: stranên dilşikestiyan) sala 2008ê li londona paytextê Brîtanyayê derçûye. Ji stranên stranbêjên radyoya Bexdayê yên di navbera salên 1925-1929an pêk tên. Albûm ji 22 stranan pêk tê û ji wan dido jê bi kurdî ne. Yek ji wan stranan jî strana Qasimê Meyro ye, û yê dibêje jî seîd el kurdî ye belê we rast tê lêda, Seîd el kurdî jî, Seîd axayê Cizîrî bi xwe ye. ;)
Niha li ser înternetê lê rast hatim rêzefîlmekê Tirkan ya bi navê sifir bîr remîksa vê stranê çêkiriye û di rêzefîlmê de bikar aniye. Û bi vî awayî mixabin stran li nav Tirkan jî popûler bûye.
Bûyer û serpêhatiya stranê jî, serekê nijdevanan (talanker) kozik û kemînan li dora Qasimê Meyro digirin û derba mirinê lê dixin. Yê stranbêj jî ji devê hejêkiriyeke jin yê qasimê Meyro ( dê an dergistî) davêje ser mirina trajîk ya Qasimê Meyro û kezeba mirov li ser tîne xwar.



24.04.2017 00:21 ~00:23 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» qasimo

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik jiyan muzikstrn muzikstrnbj muzik jiyan muzikstrn muzikstrnbj muzik jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî