Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
qaşokurd - tirşik
qaşokurd
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji du peyvan pêk dihê

1.qaşo

2.kurd

ku tê de behsa van mirovan dihêt kirin

diruşm û sloganên kurdayetiyê herdem û hergav û herkêlîk berz dikin belam:

1. nizanin ji bilî "(bnr: heval, spas, bijî)" ti peyvên dî bi kurdî bibêjin û ji xwe ji bo wan ziman ne giring e.

2.ji dîroka xwe tenê sê çaran navan dizanin lê di hişê wan de ticarî leheng û kasayeteke kurdî nabe wek yeka ereb, tirk an jî faris.

3. di warê erdnîgariyê de di hiş Û ramanên wan de ku kurdistan tenê ew beşê lê dijîne ye, û hayê wan ne ji erdnîgariya wî beşî û ne ji ya beşên dî heye anku di (bnr: di guhê gê de ye)

4. bela serê hemû kurdan e.



12.12.2013 17:09 | dijber

2. hemû kurdên ku reya xwe didin akp û chp ê ne, di çavê min de.

(bnr: double qaşokurd)



12.12.2013 19:00 | brusk56

3. ev çi gotineke ecêb e yav nizanim çima gotin û pênasên sosret dibe para me? me heta niha nebihîst qaşotirk qaşoerep qaşoalman hwd.. qaşokurd tune ye kurd an kurdewar e û xwe dizane an jî bênamûs e lê her du jî Kurd in ma em çi bikin dinê wisa ye



12.12.2013 22:18 | ferhenga şikestî

4. peyveke ji zimanê serdestan hatiye girtin. peyveke weke wan serdestan genî û kurmî ye. bêhna verşiyê jê tê.



13.12.2013 23:01 | giyanstêr

5. (bnr: xwedêgiravîkurd)



13.12.2013 23:02 | simurg56

6. peyva ku pirsa gelo çend cure kurd hene yê jî bi xwe re tîne û dibe sûkê digerîne..

qaşo kurd, hurr kurd, kurdên esîl, kurdên eslî, kurdên nîvkurd, kurdên zigurd, kurdên kukurd..



13.12.2013 23:05 | endazer

7. Gelo çi mirov dike netewe yan taybetiyên neteweyan çi ne?



1-axeke hevpar.

2-ol.

3-ziman.





welatê me heye lê çar perçe ye(bêhtir bûn perçe lê bila çar be) .

xwedê dizane çend bawerî hene di nav kurdan de.

tiştê ku me bike yek û têkiliyên me xurt bike ziman e.

dema ku me dev ji ziman jî berda jixwe dê ji me re bibêjin qaşokurd bila li zora kesî neçe.



31.12.2013 11:59 | gulan

8. (bnr: kurdên qaşo pkkyî)



05.08.2015 03:07 | mergehez