1. malpera rojnameya radikalê ye ku di van rojên dawî de, qaliteya wî bi awayekî eşkere dikeve . nûçeyên ku wêneyên mankenan dihewîne, nûçeyên ku tê de qet nûçe tune, tenê gotinekê orispiyekê heye û hwd .. |
|
08.10.2013 00:17 |
brusk56
|
2. malpera ku dîzayna xwe guheriye. gelekî artîstîk e, lê ne kêrhatî ye. hingî zanim, ev malper hêdîka dixebite û xwendina wê zehmet e. nekarîn ji xwe re malperek weke ya însanan çêbikin... |
|
25.12.2013 20:22 |
simurg56
|
3. îro di nÛçeyeka xwe de bêhemdî be jî ji bo başûrê kurdistanê gotiye ''güney kürdistan'' û dîsa nûçeya rûdawê xelet wergerandine tirkî, nûçeya rûdawê de ji devê berdevkê daîşê ji bo malÎkî tê gotin te Û siyaset û eskeriyê çi gotiye hev, here derpêyan bifiroşe, lê radîkalê ew wekê ''Sen ve siyasi -askeri yönetiminiz birbirinize ne diyorsunuz?'' yanî tu û rêveberiya te ya siyasî û eskerî hÛn ji hev re çi dibêjin? wergerandiye.. |
|
12.06.2014 14:43 |
endazer
|
4. bûye malperek ji rêzê. |
|
05.09.2014 11:23 |
brusk56
|
5. malpera ku ji bo agahdarbûna xwe vaye nêzikî sê sal e dişopnîm. erê carna hinek xeberên wê yên bereday derdikevin lê ev yek ji ber karkerên wê yên cuda cuda ye her çi be jî pirî cara rast dibêje û portreyeke ku destek dide tevgera kurdan pêşkêşî me dike. dîsa jî sedemên ku min rêz kirin ne bes in ku ez vê malperê sê sal bişopînim sedema min a yekem ev e ku pirraniya xwendevanê vê rojnamê merivên aqilmend û demokrat û dinyadîtî ne ez vê yekê ji şiroveyên li bînî nûçeyan tên kirin dizanim |
|
05.09.2014 14:57 |
ceso
|
6. rojnameya nîşan dayî hêjmara merivên aqilmend, demokrat û dinyadîtî li tirkiyê ewqas hindikin ku nekarî weşana rojnameyê bidomîne û tenê bi malperê dom dike. |
|
05.09.2014 21:31 |
azadixwaz
|
7. malpera tekane rojnameya tirkan bû ku dikariya were xwendin.bi taybetî piştî derketina rojnameya tarafê qelsbû û dawiyê de jî hat girtin. helbet herkes dizane aîdê kê ye lê ev yek rastiyê naguhere. dema pêdivî hebe ku li çapemeniya tirkan binêrim, li radîkal dinêrim. |
|
06.09.2014 07:51 |
simurg56
|
8. Malpera ji bo dem derbas kirinê di vê remezanêde ji bo min pir kêrhatî. Malpera nuçeyan a ji koma doganî. |
|
06.07.2015 20:02 |
azadixwaz
|
9. zêde zêde nûçeyên berredayî û tewş bi manşetên qerrase diweşine, van rojan gelek didim çêran bila hay jê hebin |
|
07.07.2015 00:27 |
ferhenga şikestî
|
10. malpera ku wê di 25ê adarê de weşana xwe biqedîne. nizanim çiqas mesrefa wê hebû ji bo dogan medya'yê... |
|
22.03.2016 19:58 |
simurg56
|
11. Malpera nuçeyan a weşana xwe weke li jor hatî gotin 25ê mehê sekinandî. Bi vî awayî kelemeke din a medyaya tirkî têk çu û bi vî awayî dibe ku sedema dawî ya şopandina medyaya navendî ya tirkan jî ji holê rabu be. Ji xwe ji bo ku kêmtir tiştên bi tirkî bişopînim min vaye demeke xwe digirt ku weke berê zêde nekevim vê malperê, ji bo wê yekê dibe ku bi xêr be ji bo me. |
|
26.03.2016 12:57 |
azadixwaz
|
12. Malpera ku dixwazim dîsa vegere. Min hê nekariye cihê vê malperê tijî bikim. Ji xwe min sedema girtinê jî fêm nekiribû. |
|
28.07.2016 22:47 |
brusk56
|
13. malpera ku şûna wê t24.com.tr bes û zêde ye. şêweya weşana herduyan gelek dişibe hev, di t24ê de jî têra xwe nivîskar hene. |
|
28.07.2016 22:49 |
simurg56
|
14. malpera min jî cihê wê bi t24.com.tr û diken.com.tr tije kirî. qet kêmasiya wê hîs nakim, bila radikal jî biçe quna doxan ve ku ji xwe ji min re kul bu. |
|
29.07.2016 19:13 |
azadixwaz
|
15. piştî girtina vê malperê min hê jî biryar nedaye ez nÛçeyan ji kÎjan malperê bişopînim. |
|
01.01.2018 18:46 |
brusk56
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |