Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
reşbelek - tirşik
reşbelek
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cureyeka hejîran e.



03.03.2014 03:10 | endazer

2. tiştên ku reng bi reng, reş û spî bi hevreyî re reşbelek dibêjin, hîn deran qijbelek e..

dema ku tirşikê çêdikin hîn caran balcanan bi reşbelekî hûr dikin,



04.05.2014 01:18 | havka

3. tıştén ku sekna wi ne diyare du ru



04.05.2014 11:22 | thebebo

4. tişta xwesteka miroveka me tîne bîra min. xwesteka wê: mirîşkeke reş a bê belek, ka vêca yeka wisa spesific wê ji ku peyda bibe, xwedê zane.



04.05.2014 11:36 | azadixwaz

5. (bnr: çavên kurdan)



04.05.2014 14:27 | karmatî

6. (bersiva pirsa kerboran)

belek, ji tişta spî û reş re tê gotin; bizina belek, çêleka belek; birca belek

reşbelek jî tişta reş û spî ye, lê vir'de wateya wê xweştir e, naziktir e. ser meselê:
-çavên wê reşbelek bû

ji çend helbesta, reşbelek:
"newroz nakem bê bilêse î sûrî agir
newroz nakem eger reşbeleki tozne kaw
xom nebim be seri çopî gir"
ebdulla peşêw

"Gelek heyfa mi tê rindê tu van hêsran dibarînî
Ji çavên reşbelek îîro bi cogan têne ber pozê"
seydayê tîrêj

"û bendewarê te me!
Gername bi te, bi reşbelekên evînê
û hespê min jî bi te ketiye.." ehmed huseynî

"dêm berew befr û çilûre w bestelek
dêm berew şîxal û rêçke w reşbelek"
hêmin mukriyanî



22.11.2016 10:24 | xendekî

7. du wateyên vê peyvê hene, wateya yekê; rengê çavan, rengê pirraniya çavên mirovan reş î belek e, lê di stranên gelêrî de bêtir ji bo hezkiriyan wekê meziyetek mezin wesfê wê didin.
û ya didoyê jî; name, mektub û heta carinan rîsale yanî pirtûkên biçûk.



22.11.2016 19:55 | endazer

8. (bnr: kurmanciya reşbelek) (axaftina ku her kes tê digihêje)



22.11.2016 20:23 | simurg56

9. Qasimo menal, berxê mino menal. çavê reşbelekî neke kendal

/kilama qasimo

herwiha tirkîtiya wê alaca ye..



18.05.2017 15:45 | bûtîmar

10. memî got: "apo, mal ava be li ser serê xwediyan û kurane
îkramê te li ser serê min û çavane
qonaxa min mala hesen, çeko û qeretacdîn, her sê celaliyan e."
kalî dît ko mem peya nabe bi şorane
destê xwe avête bêrika xwe, bi der xist reşbelekek ji bavê kal û her du apane
di kaxetê da nivîsîne ko gava digihî cizîrê, here li vî kalî bibe mêvane
ew jî birayê me ye, ji bo te li şûna apan e
ji kalî ra jî nivîsîne van çend pirsane
"mem xerîb e, kesî nas nake û nizane tu der û cîhane
bala xwe bidê, bila li cem te neçe tu derane
nabe mêvanê tu kesane."

ji destana memê alan a ku berhevkariya wê roger lescot'î bi navê xwe yê din lezgîn axa kiriye, peyveke xweşkok, reşbelek.



24.11.2017 14:52 | aryâspa

11. Kevirên diyarbekirê. Hinek avahiyên bajêr (xanî, mizgeft, karwanseray û hwd.), ku ji kevirên reş û spî çêbûne, em ji wan re dibêjin reşbelek.

Mînak: Xaniyê reşbelek, kevirên reşbelek.



26.05.2023 10:49 | mirovekirind

12. (bnr: birca belek)



04.10.2023 21:19 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» reşbeleka: kurdîzade ehmed ramîz

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî