Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
roj - tirşik
roj
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stêrk e.



20.04.2014 18:18 | simurg56

2. stêreke ji agir e ku gelek gerstêrkên din û erd li dora wê digerin. Her wiha, her ko Erd dorekê li dora xwe dizivire, rojek diqede û ji wan 24 saetan ra jî rojek dihê gotin.



Gerstêrkên li dora wê digerin:



tîr (Merkur)

gelawêj (Venus)

erd (Dinya)

behram (Mars)

berçîs (Jupîter)

keywan (Saturn)

Ûranûs

neptûn

pluton



20.04.2014 19:50 | xwelî li ser

3. navenda kadiza ku dinyaya me lê ye.



03.09.2014 10:54 | xendekî

4. Ev jî wekî tirkî him bona demê him jî li cihê stêrk tê gotin.



Ba me de tenê bona demê tê bikaranîn



03.09.2014 22:52 | mîr

5. stêrka herî nêvzî dinyayê, stêrka ku bi tîn û rohnkahîya xwe jînê daye dinyayê. stêrka ku dinya wekî gêja li dora wê digere.



23.08.2015 23:52 | shorbevan

6. 24 seet



23.08.2015 23:52 | shorbevan

7. (bnr: abdullah öcalan)



24.08.2015 00:19 | azadixwaz

8. soran ji ber tesîra zerdeştiya îranî dibên xor ango xormazd yan jî axormazd (ahûra mazda) yan jî xormûz (hurmuz), xorşîd. heta li deverên xwerû soranî ji bo rojhelat û rojava dibêjin xorhellat û xorawa.

lê peyva roj bixwe rasterast proto-hîndawrûpî ye. li gor ferhengên etîmolojiyê koka peyvê lewk e. tîpa l ya hîndî bi demê re di nav zimanên îranî de bûye r çimkî di zimanê îraniya kevn de tîpa l tuneye; rewk (rok). wek tê zanîn dîftonga ew car caran dibe o; mîna dew (vexwarin) bi zazakî do ye, ew (cînavk) bi farisî o ye, hewraman dibe horaman, dewr dibe dor, tewfîq dibe tofîq, lewma dibe loma, newroz dibe norûz, xusrew dibe xusro û hwd.

tîpa k ya di dawiya peyva rok de xwe bi tîpên c û j û z ve diguherîne dibe, roc (zazakî), roj (kurmancî), rûz (farisî).



01.08.2020 03:12 ~2020.08.11 13:33 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojbin kizil & fehime zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî