Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
rojnivîsk - tirşik
rojnivîsk
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lênûska ku di tê de roj bi roj, bûyer, bîranîn, fikir û ramanên rojanê tê nivîsandin e. min ji xwe di sala 2002an de dest pê kir û heta niha hê dinivîsim. lê mixabİn, bi tirkî dinivîsim. divê êdî bi kurdî binivîsim.



05.04.2014 15:20 | nazim tolhildan

2. (bnr: rojnivîska spinoza)

(bnr: rojnivîska bolÎvya)



23.04.2014 19:27 | xwelî li ser

3. min jî du sê carê ji caran rehme'l dê û bavê xwendevanan- xwe lê qewimand lê neçû serî, carekî rojnivîska hevaleka min a lÎseyê ku qaşo em hevalê hev ê samîmî bûn, bi dest min ket û tabî min jî çavê xwe lê neda.. * piştî xwendina rojnivîska wê hevala xwe ya tirk min fêhm kir, bê ka tirk çi qumaş in.. *



23.04.2014 19:39 | endazer


5. Ne bI asayî be jî DInIvîsIm.



28.08.2014 21:17 | seydayê_peyvan

6. ji zaroktiya xwe ve ez lê dinivîsim. panzdeh bîst rojnivîsk bûne. min li dema lîseyê destpê nivîsandina kurdî jî kir lê ew rûpel qet neketin serê min. ji ber vê yekî demekî dirêj min ji xwe re got heger ez li gorî dilê xwe nikaribim kurdî binivîsînim, ne pêwiste vekirina rojnivîskê. lê piştî demên tenêbûn û bêdengiyê min car din geh bi tirkî geh bi kurdî nivîsand. heta nuha ev nîqaşa navxweyî ya min didomîne û senaryo xwe ji serî car din dubare dike. ji bo vî jî nelet pergalê zilmê dikim. min kirin biyaniya zimanê min a dayikê.



xêndî wê... qeydkirina jiyan li rojnivîsk gelek xweş û karek e kêrhatî ye. ne hewci ye ji bo bûyer û rewşên biçûk hişên xwe bibetilîne. binivîse û xwe jê palbike. aliyê din demên xweş a emrê me re li kurahiya hişê winda bibin jî li ser rûpelek dimîne û li gorî daxwazî bi vekirina devika lênlûskê car din bi bedewiya xwe ya pêkhatinê tê hişê me re. bi rastî tiştin hene bi xwendinê me re bi şaşmayî dibêjin "mi.. min vîya nivîsandiye... çawa!? asdfghj"



30.04.2015 23:46 ~23:51 | biruya hayao miyazaki

7. rojnivîsa xwe teze îsal dest pê kir. Bûyerên xweş di serê min de diqewime û derbasê rojnivîsê dikim *di pêşeroj ê de van nivîsê min ji bo min biqîmet bibin.



09.06.2016 12:09 | dizek

8. Girtina rojnivîskê tevgera ku mi îro dest pê kiriye, piştî çend salan, ez ê pêşerojê de lê binêrim û zarokatiya xwe bibînim. Armanca mi ev e ku hemberî xwe û rojnivîska xwe samîmî bibim.



15.06.2016 00:13 | gulêê

9. rojnivîska hê jî hewcehîya min pê tune ez zanim min di kîjan rojîde çi xwariye * Lê ez îtîraf dikim ez êdî ne yê do me ez tişta carna jibir dikim niha hima tê bîra min par vî çaxî di paşîvade min kartola qelandibû bizorê hat bîramin * lazime êdî ez jî rojnivîsk bikarbînim



15.06.2016 00:40 | shorbevan

10. piştî demek dirêj min do pênûsa xwe hilgirt û dawiyê çiqas tiştên hûr û morîk, gir û dêw hene, verişand li ser risteyên rûpelên lênûskê. bi vê çalakiya qasî seatekî, min tedawiya xwe ya rojane pêk anî. ji herkesî re lazim e.



11.09.2018 17:13 ~17:14 | biruya hayao miyazaki

11. du roj ewil ez û hevaleke xwe li daxkapiya Amedê em ketine dikanekî.. hevala min bi kurdî cixare xwest.. mêrik spas kir.
Em şaş man.
hevala min got "we çima spas kir? min kurdî xeber da lewma?"
mêrik got "belê"
ez û hevala xwe em mat man.
paşê mêrik ez qest kirim, got "heval naşibe Kurdan, min dît ku yekî mîna wî kurd e, ez pê re kêfxweş bûm..."
Min jî bi laqirdi bi Tirkî min got "min fahm nekir?"
mêrik bi Tirkî dîsa hat werger bike, min dîsa bi Tirkî got jixwe ez kurd nîn im.
paşê ez keniyam û min got ez kurdekî xas ê ji serhedê me.
Mêrik dîsa şa bû û em li dikanê derketin.
Lê dilê mêrik tunebû ku me berde..
Me bi zorekî xatirê xwe xwest û em ji dikanê derketin çûn..

ey rojnivîska delal.
li paytexta me jî ku rewş hatibe vê sirê.. dêmek em ji zû da têk çûne û haja me ji me tuneye.



12.09.2018 01:45 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîskên moskovayê volume 14

Kategoriyên mijarê:: jiyan zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî