Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
rojîn - tirşik
rojîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. naveke xweş yê kurdî yê keç û jinan..



22.02.2014 05:56 | endazer

2. (bnr: rojîn ülker)



22.02.2014 06:12 | endazer

3. stranbêj û şanogerek kurd e. li edene'ya tirkiyê hatiye dinyayê. di sala 1980ê de. bavê wê ji mêrdînê, diya wê ji rojavayê ye.

perwerdehiya şanoyê standiye, li cihên cûrbecûr.

heta niha 6 albûmên wê yên mûzîkê hene.

albûmên wê:

- ya hep ya hiç (2000)

- jan/sızı (2005)

- deq/dövme (2008)

- çû çû/gitti gitti (2011)

- ji nû ve/yeniden (2015)



di sala 2003an de jî single'a sî derxistiye.



di sê fîlman de jî rol standiye.

- dava/doz (fîlma gani rüzgar şavata)

- dol (fîlma hiner saleem)

- pazar: bir ticaret masalı (fîlma ben hopkins)



piştî ku di trt 6ê de dest bi xebatê kir, ji aliyê kurdan ve hebkî hat afarozkirin. paşê wê jî bi sed gilî û gazincan dev ji trt 6ê berda.



ji bo albûma xwe ya dawîn (ji nû ve) li gara haydarpaşaya stenbolê klîbek beredayî kişandiye. di stranê de hiphopvanê kurd jojo jî beşek dixwîne.



di eslê xwe de dengê wê ne xerab e, heta dikarim bibêjin tê de potansiyelek mezin jî heye lê mixabin him kesayeta wê tam rûneniştiye, him jî zimanê kurdî baş nizane û bilêvkirina wê ya kurdî ne baş e.

ji aliyê din stranên baş jî peyda nake. piranî tiştên vala ne.

şûna ku li ser karê xwe hûr bibe, hema cûrbecûr cilan peyda dike û bi wan cilan di her pozîsyonî de pozan dide.



ji wan jinan hez nakim ku him xwe rojavayî/modern nîşan didin lê her roj bi cilên netewî pozan didin. piranî jî pozên seksî. rojîn jî tiştên wisa dike.

mînakek din: helly luv



26.03.2016 18:25 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî