Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
rovî - tirşik
rovî
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cûrek heywanaye, cucika mirîşka ,dîka her cure civika dixwe..gelek caran çîrokada gimfirsend u koneye.. gernase u zaneye..



12.12.2013 01:45 | sîyabend

2. apê min, zarokatî li zankoyê xwestîye ji dersê derkeve, mamoste pirsîye çima? gotîye

"xocam tîlkilerım axrîyor"



di mîtologyayê çînê, dijminê wî rakune.



12.12.2013 01:48 | xurufi

3. heywana di vê ginikê de derbas dibe ye (bnr: rê rovî revî, rovî rê revî).



12.12.2013 12:13 | nazim tolhildan

4. li welatê hekarya gelek tên dîtin xweşik in lê pirr şûm in û gelek ji xwarina mirişkan hez dikin..



12.12.2013 12:43 | mîrêhekarya

5. li cizîrê jê re rûvî dibêjin, straneke zarokan ya li ser mamê rûvî;



Rovî rovî rovî rindik.

Serê tiriya rovî bi kincik.

Rovî çûye mala xala.

Lêkirin barek hişke dare.

Bihijmêrin heke ne bîst û çar e.

Rabne rovî bi qute dara.



20.09.2015 03:00 | endazer

6. Rovî yek ji ajelên dirinde ye. Rovî bêtir mişk û lawiran dixwe. Dema ew fersendê bibîne, êrîşî mirîşk û elok û şamiyan jî dike. Rovî gelekî ji tirî û mêweyan hez dike. Bi roj di qulika xwe de dimîne û bi şev derdikeve nêçîrê. Rovî ajelekî fenek e. vulpes vulpes kurdistanica navê cureyekî roviyên kurdistanê ye.



18.05.2020 19:47 | sitî cp

7. Di çîrokan de jê re dibêjin mamê rûvî. Li ser xwarina goştê rûvîyan dubendîyek heye nav gel de. Bawer dikim ev dubendî digihe vê rastîyê ku rûvî hem goşt dixwe hem geya. Heywanên goşt dixwin nayên xwarin, lê di vê derê de îstisnayek heye, ew jî mirîşk e. Mirîşk çi dibîne dixwe. De bêje gidî tu mirîşkê dixwî ku ew mişk û mar dixwe çima rûvî an beraz naxwî? Di vê mijara qedexekirina goştê heywanan de nakokîyek heye di îslamîyetê de. Jixwe ev qedexekirin ne ji bawerîya mîstîk, ji şert û pêdivîyên jiyana rojane hatiye.

Min çend car rûvî dîtine, heywanên delal in. Li gel torî û qîjik neyarê mirîşkan in.



19.05.2020 10:15 | hespêsor

8. Ji bo rovî ev pêkenok tê gotin.
Rovî rovî rindik
Serê bêvla rovî Bi kincik
Rovî çûye mala xalan
Barkiriye ji barê dare
Bijmêre heke ne bîst û çar e



19.05.2020 19:15 | azad517

9. di salên 1950an de bo çewlîga kurkên roviyan ava bikin çend kes tên ba hev li sovyetê. wekî tê zanîn rovî tirsonek û kovî ne. nêzî mirovan nabin. dimitri belyaev ê genetîkîst bi zêdetirî 100 roviyan ketiye ceribandinê û ji nav wan roviyên herî sernerm (yên herî nêzî kedî) hilbijartine û ew avêtine ber hev û cewrikên wan mezin kirine û ew jî avêtine ber hev û bi vê di çend nifşan de rovî kedî bûne. lê ya ecêb ev e ku roviyan şibiyane kûçikan. guh, terî hemû şibiyaya yên kuçikan heta him mîna kûçikan di salê de du caran cewrik anîne (ku roviyên kovî di salê de carek tînin) û kurkên wan jî guheriye bûye mîna kûçikan. ev ne bijartina xwezayî ye lê sepandina werarê bi xwe ye. tenê bijartin bi destê mirovan tê kirin û wekî tê zanîn charles darwin bi xwe jî li ser kevokan û hin heywanên din vê bijartina xwedestî sepandiye.
(bnr: teoriya werarê)
ez ecêb.

îro ew çewlîg hîn didome lê ji ber tunebûna pereyan ceribandinên wan di xetereyê de ne.
çavkanî nayê bîra min lê tor qasî tikandinek nêzî we ye. asfghj
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe)



14.10.2022 19:53 ~20:06 | biruya hayao miyazaki

10. ajakek e.

li cem me rovî qet nayên hezkirin. yan bi tivingan dikujin an jî diavêjin ber seyan (kuçikan).
dema min berxvantî dikir, her roj rastî roviyan dihatim. lê min tu car dil nedida bigirim tivingê û gulle berdim li ser wan. bo min pirr şêrîn bûn. jixwe ez î reben min tu carî nekarî ajalekî (çi rovî, çi teyr) bikujim. ev jî dibû meseleya pirsiyariya mêraniya min* (ji aliyê bira û pismamên min).

axirê ez ji gund jî, ji jiyana gundîtiyê jî dûr ketim û bi hinceta xwendinê (!?) li metropolên Tirkiyê û Ewropayê ketim li pey jiyaneke ku ez jî nizanim dê çi bên serê min.



15.10.2022 09:49 ~09:50 | xelîl

11. Dema ez zarok bûm tê bîra min li gundê me singekî (dîrek) elektirîkê hebû li nêzîkî mala Hecî Tehfûr, Hecî Tehfûr ji mezinên gundî bû, nizanim ji bo çi lê zewka zilamî ya kuştin û pêşkêşkirina ajalên reben hebû. Rojekê kurekî wî rovîyek kuştibû û anî bû mala xwe piştre goşt û pîstê(çerm) rovî ji hev cuda kiribûn,piştre tijî hundirê pîstê rovî yê reben xwelî kirin û ew singê min serî de behs kir aha wî singî ve hilawîstin( daliqandin). Em zarok jî gava ber wî singî de derbas dibûn me kevir diavêtin pîstî rovî yê tijî xwelî, herwiha li ba rovî yê reben heman awayî gurek hebû. Di alîyekî de diqehirîm,alîyekî jî ji bo min û hevalên min bûbû pêlîstokek sosret.



16.10.2022 14:36 ~2022.10.21 00:10 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» rovî gotiye xwezî birayekî min î piçûk heba

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî