Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
silav - tirşik
silav
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. em bi xwe li cizîrê dibêjin silam û silamûn eleykûm, nizanim û mereq dikim gelo li deverinan ev peyv bi forma silavê tê bikaranîn an dîsa zimanzanên me ji bo ku zimên sekÛler bikin û ji reh û rayekên wê yên dînî veqetînin li ser maseyî li hev anîne..



10.04.2014 15:26 | endazer

2. bi eslê xwe ji salam'a erebî ketiye zimanê me. ne li ser masê hatiye afirandin li gellek deveran wek "silav" tê bikaranîn.



10.04.2014 20:32 | oxir

3. di devoka sînemilî de dema du meriv li banê an li derekê rast li hev hatin gotûbêj bi nivîskî hema hema wîsa destpê dike...

- çaxa te bi xêr

- xêr bi silamet

- çi dikî xweş î rihet î?

-ez xweş im, tu?

....

- silavên min ji ..kesî re bivê.. da bi xatira te...hwd



13.10.2014 23:24 | havka

4. bi îbranî şalom tê. Bi riya zimanê erebî wek selam ketiye herî zimanan. Kurdî wek silam bi gelemper silav tê bi lêv kirin. silav dan kiryareke gelek baş e. di navbera insanan de yaranî û hezkirinê zêde dike. bîrê mirovahî, yekîtî û berambertiyê bilind dike. sinnet û şîretê pêxemberê me selat û selam li ser wî be ye. meyzênin vega min silav ji pêxemberê me re şiyand. muhebetê ku di navbera min û pêxemberê min de ye zêde bû û pêwendiya me xûrt bû. silavên germ bi her kesî re.



01.06.2017 20:10 | rûbar

5. îndîkatoreke baş e ji bo jihevferqkirina kerên formalîst. tu dibêjî silamûn eleykûm,siba te bi xêr kerên sekûler xwe aciz dikin, tu dibêjî; silav, merheba, kerên misilman xwe aciz dikin.
lê mebesta hemû silavan yek e ew jî daxwaza başî û silametiyê ye ji bo kesên mirov lê rast tê.



01.06.2017 20:23 | endazer

7. peyveka ku bi rêya farsî ji erebî ketiye zimanê me. di farsî de selam e. di navbera farsî û kurdî de guherîna m-yê bi v-yê gelek berbelav e. loma jî em dizanin ku ne rasterast ji erebî, lê ji farsî ketiye zimanê me. û ev jî nîşandeyek e ku erebî û îslamiyet pêşiyê tesîra xwe li farsî kiriye. yanî farsan berî kurdan dînê xwe wenda kiriye an jî ji dest daye.



05.02.2021 19:10 | keyomerd

8. Piştî wexteke pir dirêj dîsa silav. Lê navê xwendekareke min jî Silava ye û esil tiştê ecêb ev e. Wexta cara pêşî navê xwe ji min re got, ez ji kêfa firîyam. Heqîqeten navekî xweş e.



06.02.2021 01:12 | hemdilaarda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» silav çîyayê kurmênc

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî