1. bernameya axaftina demildest. yanî ya chat'ê. berî demekê ji aliyê micrisoftê ve hat kirîn. |
|
22.12.2013 14:29 |
simurg56
|
2. hê jî nizanim ferqa wê û msnê anku messengerê çi ye.. |
|
22.12.2013 14:46 |
endazer
|
3. bernameya ku ji aliyê axaftina bidîmen ve, ji msnê gelekî serkeftîtir e. |
|
22.12.2013 15:04 |
simurg56
|
4. programê ku ev nêzî sê meh e nikarim bi kar bînim. min ji kompîtur paqij kir, carde bar kir. nebû. min versîyona kompîtur zêde kir, şukir ku vê gavê şixûlî. lê vê carê jî tomarker* heta ji koşekekî diçe koşeya din, meleyê me yê li ser jin ranabe, avdesta xwe ya xuslê digre, azana xwe dide û serê xwe datîne erdê... çav kwîr bûyê... te'm nehişt, mecbûr mam ku carde pajij bikim û min dest bi jiyana xwe ya bê skypeê kir. |
|
22.12.2013 18:04 ~2019.11.26 21:31 |
biruya hayao miyazaki
|
5. bernameya ez bi kar nînim lê ji ber qelîteya wê gelek caran dibihîsim ku gelek kes dersên online li vir didin, ew jî nîşaneya qelîteya wê ye. |
|
25.11.2019 00:15 ~00:42 |
berxweda
|
6. Bernameya ku ez li serê dersên Kurdî didim. |
|
25.11.2019 00:41 |
gulêê
|
7. wekî gotineke navdar dibêje, all gay people are on skype, always baby. tu carî qîmeta xwe winda nake. piştî serkeftina whatsappê, guhertoyeke lite derxist bo telefonan ku ji guhertoya xwe ya fermî siviktir e. lê ji ber ku xwe bi jixweberî girê dide têkilîdêrên telefonê mîna whatsappê, divê çavlêyan piçek hay ji xwe hebin. mirov naxwaze tiştên nexwe bijîn. * |
|
25.11.2019 23:09 |
biruya hayao miyazaki
|
8. servîsa ku heta pandemiyê di qada video-konferansê da yekem bû. çi qewimî, çawa çêbû nizam belê hemû nanê pandemiyê sepana zoom xwar. Cara yekem bû ku xwe bigihînin hemû dinê belê çênebû. |
|
19.05.2021 22:24 ~22:59 |
hueyn
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |