Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
sms - tirşik
sms
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. taybetmendiyeke telefona bêrikan e ku mariv pê wê tiştina dinivîse û bi rê dike..

berê gelek biqîmet bû, lê piştî ku telefonên pêşde û biaqil derketin û tevna înternetê berbelav bû, qîmeta sms'ê jî nema..

berê me kontor dişiyandin û li dewsê carinan 500 carinan 1000 û carinan jî 5000 sms distandin û me mehekê de hemûyan xelas dikir*

(bnr: whatsapp)



04.03.2015 00:05 | ferhenga şikestî

2. Niha 10.010.000 smsên min hene, ji vana 5.000 jî ji bo her operatorê ne. lê wek li jor jî hatiye gotin êdî ti tama wan jî nemaye, şûna vana whatsapp, viber û nizanim çi derketine. Jixwe ji smsê çêtirin. Herwiha dîsa dema smsê bikar tînim şûna bernameya Telefonê a orjînal chomp sms bikar tînim.



04.03.2015 00:10 | xendekî

3. di rojên pîroz de gelek caran cihê whatsapp digre.



(bnr: smsên qendîlê)

(bnr: smsên îniyê)

(bnr: smsên cejnê)



08.04.2016 12:25 | biruya hayao miyazaki

4. cûreyeke ragîhandinê ye. eger di navbera xoşewîstan de be qet dawîya wê nayê.



08.04.2016 15:28 | nazim tolhildan

5. kurteya short message serviceê ye. ji ber wê bi tirkî gelek caran şûna smsê dibêjin kısa mesaj (kurtepeyam). demekî gelek popüler bû, smsa ewil ''happy new year'' e, sala 1992an li brîtanyayê endazyarekî bi riya tora gsmê ya vodafoneê ji kombersa xwe rêkiriye ji telefona hevalekê xwe re. û kurê wî endazyarî niha li cihê ku lê dişixulim endazyar e. ;) niha dema mjara wê ya li ser tirşikê derket pêşiya min min ferq kir, tu qîmetê wê yê berê nemaye.
êdî an ji bo peyamên spam an jî verîfîkasyonên bank û hesabên din ên mailê tê bikaranîn.
bûye qasid ji bo danîn û têkbirina gelek evînan. û yek jî dema te nedikarî ji kesekî re rasterast tiştekî bêjî te sms bikar dianî. ya min hingî jî û niha jî ji bo min îşkece ye nivîsandina smsan. tiliyên min li bişkojên telefonan hilnayên. hingî jî û niha jî şaş dimînim bê ka di nav çend çirkeyan de çawa dikarin bi barê kerekî sms binivîsin kur û keçên xelkê.



18.05.2017 23:00 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» smsên qendîlê

Kategoriyên mijarê:: yendin teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî