Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
swiftkey - tirşik
swiftkey
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sepanekê klavyeyê ye ya microsoft. Ji ber ku piştgirî dide kurdî, ev çar sal in kar pê dikim. Lê gelek daçekên kurdî dewsa hevûdin "serast" dike. Wekî tu ji dinivîsî ew dike . Tu dinivîsî ew dike de. Her wiha peyvên xwerû jî serast dike. Wekî bir dike bîr, bêrî dike berî hwd ji ber wê divê berî şandinê bikarhêner çav li peyama xwe bigerîne da ku çewtiyek nebe wekî kir > kîr :[

Ji bo androîd Here lînkê



30.11.2019 12:31 ~12:37 | biruya hayao miyazaki

2. piştî gboard êdî hewceyî pê nemaye. gboard sepana fermî ya googlê ye ku him klavyeya kurdî tê de heye him jî destnivîsa we ya bi kurdî jî nas dike. hingî te nevê baş e. loma ev demek gelek dirêj e min dev ji lêgerîna klavyeyan berdaye û bûme niştecihê gboardê.



30.11.2019 13:16 | simurg56

3. Di telefonên iphonê de Bi rojanekirina nû ya iosê êdî klavyeya kurdî jî heye. Min saz kir û ji ber çi nizanim lê ez hîn nebûm. Min dît di nivîsandinê de ji min re zehmet tê loma min careke dî berê xwe da SwiftKeyê. Heqîqeten klavyeya wê ya kurdî bi ya min pirr serkeftî ye Hama bêje ev du sal in kar tînim loma destê min hînî wê bûye. Carinan ez dibêjim qey bi telefonê ji kombersê jî leztir dinivîsim. Dema meriv bi telefonê zêdetir binivîse hemî peyvan qeyd dike û tu peyvan xelet jî binivîsî rasttir dike. Hin caran hêşê wê jî tevlihev dibe lê ji tunebûnê çêtir e



30.11.2019 14:25 | ferhenga şikestî

4. navê xwe guhderand; microsoft swiftkey. microsoft di 2016 a de kiriye vê klavyeyê. zûde ye bikartînim. klavyeyek jêhatî ye. *



23.05.2020 14:19 | xwelî li ser

5. gelekî kêfa min jê re tê. li gorî min ji gboardê gelekî baştir e. hewce nake ku bêjim kurmancî jî tê de heye.
taybetmendîya herî baş (li gorî min) ew e ku mirov dikare heta 4 zimanan hilbijêre û hemûyan di tenê klavyeyekê de bi kar bîne, yanî hewce nake ku mirov ji bo her zimanî zimanê klavyeyê biguherîne. guhertina zimên bi rastî jî qet ne pratîk e. lewma ez tim vê bernameyê bi kar tînim.
weke mînak ez kurdî+elmanî+îngilîzî+tirkî bi hev re bi kar tînim. dema bi kurdî dinivîsînim, bername jixweber fêhm dike ku ez bi kurdî dinivîsînim û li gorî wê pêşniyaran dike.
ku niha neguherîbe, di iphoneê de mirov dikare tenê 2 zimanan hilbijêre.



24.05.2020 03:05 | mergehez

6. bişkoken baş ji bo kurdî
lê navru ne minimaliste û ne xruye, lewma ez gboard bikartênim.



24.05.2020 10:44 | hak buddy

7. Di nav klavyeyan de herî zêde SwiftKey min ecibandiye. Ji bo rastnivîsê derman e. Pirr baş dixebite. Kurdîya wê jî pirr baş e. Heta Dikarim bibêjim bi saya pêşnîyar kirina peyvan elimîm ergativîteyê. *
Û ji bilî wê jî bo mirovên ku ji yekî zêdetir alfabeyê bikartînin re jî derman e.



26.10.2020 21:17 | yûsiv

8. Sepena ku ji bo fêrbûna nivîsandina kurdî gelek destemel e. Wekî din jî alîkariya fêrbûna nivîsandina peyvan jî dike. Navê wî niha microsoft swiftkey e.



03.05.2023 19:14 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» swiftkey

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî