Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
sûr - tirşik
sûr
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tûj bûna îsota.



19.02.2014 13:36 | dara berrûyê

2. taxeke amedê ye, niha wek navçeyekî ye, bi sûrên amedê hatiye pêçandin. beriya hilbijartinê dewleta dagirker xwestibû dagîr bike, talan kiribû, hilbijartin qediya, ev du roj e dîsa ketine nava taxan, rê girtine, şevê din ciwanê bi navê ferhat dogru jî hate qetilkirin.



li her derî erîşî me dikin. li warê me agirek gur bûye, ne disekine kêm dibe, ne ditemire.



07.11.2015 11:29 ~11:36 | xendekî

3. Navçeyeke navendî ya amedê ye. Navçeyeke ewqas dîrokî ye ku dilê mirov pê geş dibe. Bi mehan e li ber dengê çekan dinale lê kes nabihîse. Her roj şereke din diqewime, dîroka kurdan birîneke din distîne. îro dîsa şer destpê kiriye.



02.12.2015 18:35 | azadixwaz

4. hema bêje tevahî emrê min di kûçeyên sûrê de derbas bû. xançepek, mehela qorê, deriyê mêrdînê... mixabin. îro ji aliyê dewleta dagirker tê xirakirin.



03.12.2015 02:19 | mahîr amed

5. dekora şerê ydg-hê û dewleta akpê. piştî ku çend saetek navber ji bo qedexeya derketina kuçeyan hate dayîn xuya ye ku wêran buye.



12.12.2015 12:09 | azadixwaz

6. navçeyeka amedê bû sala were ewê bikin bax û bostan.




7. Navçeya ku aniha jê bênavber dengê çekan tê. Artêşa dewleta tirk ji hewayê li avahiyan dide.



14.01.2016 09:35 | brusk56

8. yek ji navçeyên ku weke erogan jî dibêje "ji nû ve tê dagirkirin".

bi rastî pir meraq dikim bê ka rewşa avahiyên dîrokî yên li sûrê çi ye. gelo çi qas zirar dîtin ?



11.02.2016 21:22 | brusk56

9. navçeya wê amed ji bo wê sibe rabe li ser piyan. hêvîdar im kêrî tiştekê bê. qet nebe tirk û akp ne rehet bibin, ji ber ku hema aciziyek jî li wan peyda nabe.



01.03.2016 23:15 | azadixwaz

10. navçeya wêran buyî lê vaye sê meh in ber xwe dide. dibe ku piştgiriya sê meh in nabîne sibe bibîne, înşileh.




11. bajarê xwedê neke lê ez di tirsim wekî komkujîya cizîrê an dibe jê xerabtir jî bikin.. jiber wî divê tak, yps, pkk.. akpê bi erîşên bîna teqîna enqereyê tehdît bike... û vê pirsgirêkê hetanî kesên emir didin wan leşker û polîsan û medya wan neyê tirsandin xema kîrê kurê wane leşker miriye, polîs miriye, ydg-h/ypsyî mirine cehlima li wan kiriyeye li ba wan. werhasil waye li ber çava tên kuştin kesên wan birin kirin wan bodroman(jêrzemînan) bira li hana wan jî herin nehêlin wan bikujin.. camêra lihêviya biharêne jî mere tirr! werhasil me qet biharên pkkê nedît vaye serê çil salî.. hê jî meriv dikebe gumana gelo ji dewletêre dixebitin? dibê qey ji kerêde ketine wan xortên heyf dibin didin ber tanq,.. û topan û nizanin çidikin çi dixwazin.. wekî qiseta suriyeyê xweserî, federasyon û nizanim çi gû ger kurdîstanê bixwazin ewê bimrin îro dinya tev li pişta kurdaye dibêjin bibin yek kurdîstanê bixwazin yên me jî koletî li xweşa wan çiye dibêqey bibêjin kurdîstan ewê zimanê wan kul bibe/ mar bi wan vede/ ewê bê şam û enqereyê birçî biminin.. dîsa radibin dibêjin em dewletek kurd naxwazin.. ez vê şevê tije bûm kela xwe di serê wande hênik nekim bira xwe û mêjîyê xwe bi guherînin wiha nabe! ....



02.03.2016 01:35 ~01:42 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sûrên cizîrê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî