Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
t.s.eliot - tirşik
t.s.eliot
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Thomas Stearns Elîot (26 Rezber 1888 – 4 Çele 1965), Helbestvan û rexnekarê Îngilîz.

Pêşengekî herika Modernîzmê a wêjê ye. Di sala 1948an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirtiye.

Pirtûka wî ya herî navdar Welatê Bej (The Waste Land) e.





17.07.2013 14:39 | cirano

2. Pİrtuka bi nave ''Welate Beji u Deh Koroyen 'The Rock'e '' bi wergeriya Kawa Nemir helbestén kurdine..

''Li vir av tune, bi tene zinar hene

Zinar, av tune, riya xizi

Riya ku li jore, di nava çiyayan de çivan dide xwe

Ku çiyayen zinarin i beav in

Heke ev hebuya, em e bisekiniyana, me ye vexwara

Di nava zinaran de nikari bisekini u birami

Xwe hişk dibe, pe di xize de winda dibin

Qe nebe ti tene av hebuya di nava zinaran de

Ku deve dirankurmi ye çiyaye miri ne, nikarin tif bikin''

Li wir ne ew e tu rawesti, ne ew e xwe direj biki, ne ji ew e rune

Bedengi ji li çiyayan tune



17.07.2013 18:35 | roj

3. Four quarteta wî di asta helbestê de xweyî payebilindiyek e.



27.10.2013 23:23 | elomelo

4. helbestek ji t.s.eliot:



beyaniya li ber pencereyê



li aşxaneyên serdab reqînî ji teyfikên taştê tînin

û serbiserî keviyên tepisandî yên kuçeyê

min hay ji giyanên ter ên bermaliyên

li ber derwazeyên cîwaran bi bêhêvî dibişkivin heye.



pÊLêN GEWR ÊN Mijê li min vediweşînin

rûyên badayî ji biniya kuçeyê

û HÊsirê Rêwiyeke dêreyên qilêr lê ne

kenekî bêçine yÊ li hewayÊ difirike

Û Serbiserî di tenga banan de winda dibe.



17.03.2014 09:37 | avên_sar

5. berhemên thomas stearns eliot:



helbest: helbestên giştî 1909-1962, çar çarêk, welatê bêjî û helbestên din, dahênanên kêvrîşkê adarê 1909-1917, helbestên bijartî, pirtûka kalekî ya pisîkên pratîk



şano: kuştina di qatedralê de, binemala ku cardin tê ba hev, partiya kokteylê, dezgehdarê weşartî, siyasetmedarê mezin



name: nameyên t. s eliot ( cild ı-1898-1922)



rexneya wêjêyî: bendên bijartî, sûda helbestê û sûda rexneyê

rexnegirtina li rexnegir, li ser helbestê û helbestkaran, ji bo lancelot andrewes, curayên helbesta metefizikî, pexşanên Bijartî yên t.S Eliot, rêla pîroz

Rexneya civakî: ramana civaka xirîstiyan, têbiniyên der barê raveya çandê de



18.03.2014 14:16 | avên_sar

6. marina



Quis hic,quac regio, quae mundi plaga? *



Çi derya ne çi perav in çi zinarên gewr in, çi dorge ne

Çi av e prûvayê dadilêse

Xweşbêhna kajê, boqije di nava mijê re dixwîne

Çi hêma ne vedigerin

Lê keça minê



Ewên qîlê sê tûj dikin,dikin qesta

Mirinê

Ewên bi semyana şalûlê diçirûsin,dikin qesta

Mirinê

Ewên di tewlaya xweşhaliyê de rûdinên,dikin qesta

Mirinê

Ewên jana mestbûna ajalan dikişînin,dikin qesta

Mirinê

Dibin derew,bi bayekî biçûk dibin

Bi hilmeke kajê,û mija darisdtanstranê

Bi vê nermiyê heliya di cî de



Ev çi rû ye, kêmtir zelal û zelaltir

Rehjena di mil de, kêmtir xurt û xurttir-

Hatiye dayîn,an deynî ne? ji stêrkan dûrtir û nêzÎktir ji çav

Kurepist û tîqetîqa biçûk di navbera pelan û piyên lezgîn

Di xewê de,ciyê ku av giş digihên hev.

Mîzana derizî bi qeşayê,terk li boyaxê ket bi germê

Min ev çêkir, min jî bîr kir

Û te bîra min.

Armatûr jar, branda riziyayî

Di navbera pûşperekê û rezbereke din de

Min pêk anî bê hemdê xwe,nîv hişber,nenas,xweserî min.

Av di mazmazkê re dinizile, pêwist e derz bên sazkirin.

Ev kêrsim,ev rû,ev jîn

Dijî ji bo ku bijî li dinyayeke demî ya ji min wê de; rê bide min

Berdim jîna xwe ji bo vê jînê,peyvên min in

ji bo ya ku nayê peyivîn

Hişyarbûyî, lêv ji hev, hêvî, keştiyên nû.

Çi derya ne çi perav in çi dorgeyên granît in

diniçînin parxanên min

Boquje di nava mijê re digaze

Keça min..



t.s.eliot



* kî der e ev der, çi welat e, kîjan hêrama dinyayê ye?"



11.04.2014 00:50 | avên_sar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» t.s.eliot

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî