Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tep - tirşik
tep
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. peyva hemwateya sûnc û qebhetê.. ji bo kesên di nav civakekî de kar û kiryarek ku eyb tê hesabê kiriye tê gotin..

ji bo nimûne:

*Ewî tepik kiriye, loma serê wî li ber wî ye..



15.07.2013 04:21 | endazer

2. ji bo derb û lêdanên ku bi kefa destan li pişt û patika mirovan tê lêxistin tê gotin.. pirî caran ev derb ne ji bo êşandin û zirardanê lê ji bo nîşandana hejêkirin û dilsozî tên lêdan.. wek nîşana nêzikatiya du mirovan jî di nav civakinan de tê dîtin.. ji bo nimûne:

* xelîl piştî ku vedixwe tiringo dibe nizane çi dibêje.. di dem û dembêrkekî wiha li ser sifreya ereqê min hew nêrî behs ji siyasetê vekir ez jî rabûm min tepek li patkê xist û ew anî ser hişê xwe.. deqene nebe serê fitnê di nav cimaetê de..



15.07.2013 04:27 | endazer

3. carinan nanê diya min di tenûrê de tep dike



15.07.2013 21:17 | rohat_rosî

4. kesên ku bi nexweşîna fê an bi navê xwe yê zanistî nexweşîna epîlepsiyê ketîn dikevin di vê rewşê de.. ji bo nimûne: ez û filankes derketibûn ji derve deqene biçekî li ser xwe bigerin û hewasek paqij bihilmijin hinavên xwe.. axirê hê me çend gav neavêjtîn me hew nêrî ku li serê kolanê zilamek fêris ji hiş ket û kete tepê.. cêhde em pê ve bezîn me çendekan ji çembilan re girt û da rûniştandin.. ji malekî nêzikê serê kolanê av û kolonya anîn me pê avê rûyê wî şil kir, pîvaz da ber bêhna.. axirê piştî qederekî tevzînek pê ketin û hate ser hişê xwe.. cara pêşîn ez bi nexweşîna fêyê û bi tepê hingî hesiyam.. çi bêjim xwudê neyîne û nede serê tu kesî..



15.07.2013 21:46 | endazer

5. (bnr: tepker)



13.06.2022 23:00 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tepker

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî