Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

1. navê malpera yekemîn ya kurdî ya him di formata ferhengê de ye him jî herkes dikare tê de parvekirinê bike. tirsik.net



29.05.2013 16:33 | simurg56

2. navê vê malperê ya duwateyî. malper ji ber ku ne li ser mijarekê ye û ji hemû mijaran re vekiriye, mîna tirşikekê ye. ya duyemîn jî, weke herkes dizane emînaka vê malperê ekşi sözlük e. mebesta "ekşi"bûna ekşi sözlükê jî ew e ku tê de ne her tim tiştên şêrîn tên nivîsandin, lê belê tê de tiştên tehl û tirş jî hene. dema mirov ferhengeke mîna ekşi sözlük'ê dibîne bi tirkî jê re dibêje "ekşi sözlük gibi", "ekşimvarî" an jî "ekşimsi" gelo me kurdî bigota me wê negota "mîna tirşê" "tirşokî, tirşonekî, tirşkole" an jî bi gotina me ya duwateyê "tirş-ik"



05.06.2013 12:23 | simurg56

3. ferhengeke bi kurdî.



divê ji bo ferhenga tirşikê em guh bidin peyva mîrê zimanê kurdî mîr celadet elî bedirxan:

''Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin.



û gelek peyvên wî yê din ku li ser zimanê kurdî gotiye.



bila ser xêrê be û bi hêviya ku emirdirêj be.



16.07.2013 23:54 | mefer

4. ferhenga ku her ku diçe endam û popularîteya wî zedetir dibe, nivîsên tê de û tama wê xweştir dibe ye . aşpêjên baş tevlî me dibe ..



17.07.2013 00:41 | brusk56

5. ji zimanê kurdî re bûye dijmin:



http://bit.ly/10Z2qjG



17.07.2013 02:29 | sîsîfos

6. ji bo kurmanciyê ya rastî malperek wîha lazim bû. lewre di tirki de ferhengên ekşî, îtû, ûlûdax û hwd. herçiqas ran bûne jî, lê dîsa jî di medyayê de cihekî taybet digirin. wek mînak, dema mirov ji bo wetaya peyvekî lê dinêre, dibîne ku herkes tiştek nivîsiye. hingê, ya rastî mirov baş fêm dike ku ev wateya vê peyvê çiye. tebî, ji bilî wan ji bo tiştên rojane, bûyerên girîng jî gelek kêr tê. lê bi min ji her tiştî girîngtir eve ku divê her nivîskar beriya her tiştê peyvên herêmî binivîsin, rave bikin û herwiha gotinên pêşiyan û biwêjan jî...





(bnr: ser xêrê be)

(bnr: xwedê emrê te dirêj ke)



19.07.2013 03:31 | kelemejû

7. ya ku roj bi roj li xwe zêde dike ye.. lê hê jî gelek av û xwê divê ye ji bo vî hevîrê çirr ê ku dema ku bipije wê zarokên kurdistanê jê bixwin..

heta niha ji şîr vebû û ji dergûşa xwe derket.. êdî bi gavên newêrek be jî bi çarlepkan diçe.. divê em wê hînî gavên cesûr û curetkar yên kurdî, kurdewar û kurdistanî bikin.. divê em wê bi firrê bixin û li ser ezman û zimanên kurdistanê bigerînin.. ji ber hindê jî heta ku tirşik bikaribe rabe ser xwe û xwe li ser lingê xwe bigire divê her nivîskarek qenebe gazî deh hevalên xwe bike ji bo di tirşikê de binivîse û her tişta dizane û difikire û bîr dibe û têdigihe û têderdixe û texmîn dike divê di banqe û baqiyeya tirşikê de razîne.. dem wê nîşan bide ku ev razemeniya ku tê kirin wê xweyiyê xwe nexusirîne û nede şermê.. rojekî payeya nivîskariya tirşikê dê bibe tişteke gelekî bi qedr û qîmet ku bi dest kesî nakeve û ji herkesekî re li hev naye..



19.07.2013 03:45 | endazer

8. ya ku niviskarên wê yên pêşane ji xeynî wî nebe jî hema bêje ji sedî 30-40 siyaseta rojane ya kurdan bêhtir tû tiştek nanivîsin. Dibe ku ev malper jî berhemek jirêze ya propagandaya siyaseta azadiya gelê kurd a bidilêxwetî be. Çima nabe? Dibe helbet, dibe lê jiyan tenê ji siyasetê pêk nayê û ji siyasetê pirtir rêzdarî û balê heq dike...Helbestvan, nivîskar, rojanmevan, feylezof, rewşenbîr û zanyarên ne tenê ji kurdistanê lê ji her derê cîhanê û berhemên wan, hemu mijar, derd û problemên rojane, mirov, xweza, raman, hest, hez, û hwd. pirtir heq dikin bibin mijarên vê tirşika rengîn...



24.07.2013 04:21 | tîrbaran

9. ya ku nivîskarên wê tê de çi binivîsin wê dide xwendevanên xwe..



24.07.2013 04:24 | endazer

10. ferhengek înteraktîf e ku heta niha 222 nivîskaran xwe tê de qeyd kirine lê tenê bi qasê 10-15 ji wan dinivîsin û ew jî bi qasê ji wan tê li ser her tiştî dinivîsin. lê mixabin bi parvekirina 10-15 kesan tirşik zêde zêde tevlîhev nabe û loma tâhm-sar dibe.

lê divê neyê jibîrkirin ku tirşika me de ji bo tu mijar û fikran astengî tune û nivîskarên me dikarin li ser her tiştî mijaran vekin û gotinên xwe yên ku heye ku ji xelkê re "tirş" were, binivîsin.

jixwe me ji ber wê gotiye "hinek tirş lê dîsa jî xweş"



24.07.2013 06:26 | simurg56

11. anaka pır havce tu ne beji ji peşterojede inşallah serbikeve. hun ji entelektüela gele me bibin.



22.08.2013 20:06 | hun çawane heval:)))))))

12. teralî û serseriya kurdan daye berçav.500 nivîskar hene hema 100 hebî wî rojê du peyaman bişinin ew jî kare.lê nizam ji kertî nizam ji zikreşî çima vê yekê nakin.gelo dibên tirşikê de keç tûne ji bo wê,pere dixwazin dewa çi dikin ez ji nizanim.



31.08.2013 13:06 | tivirloismail

13. malpera ku nivîskarê me @azadixwaz peyameke xwe de gotibû, piraniya nivîskarên wê ne nivîskar lê eslê xwe de nivîsbar in. ji ber ku nivîs ji wan re bar e * nivîskarên nanivîsin/1377



aniha 530 nivîskarên malpera tirşikê hene û heta niha 8.000 peyam hatine nivîsandin. tabî malper jî nû vebûye lê ez dîsa jî çend mînakan bidim:



ferhenga sozlukerciyes.comê de 1.200 nivîskar hene 215.042 peyam hene.

ferhenga uykusuzsozluk.com, hejmara nivîskaran 1165 hejmara peyaman 525.906



31.08.2013 13:27 | simurg56

14. bi keda deh panzdeh kesan va, êva diçe. divê wiha nebe.efendi bin ji xwe re zîrek bin ulen.



31.08.2013 23:28 | tivirloismail

15. taybetiya wê ya herî mezin ew e ku ji her fikrî re vekirî ye.

lê xuya ye ev yek ji niha ve hinek kesan aciz kiriye.

ev du car in kesên ku ez li ser twitter xwe digihînim wan û behsa tirşikê dikim, ji min re (berî ku bên û binin endam) dibêjin; "hûn destûr didin heqareta li dijî dînê?" ez jî dibijim dijûn ne lê rexne serbest e.

dema wisa bêjim nayên nabin endam û ser de jî gunehê xwe bi min tînin.



31.08.2013 23:31 | simurg56

16. divê dimilkî jî weşana bike û butonên xwe bi zazakî jî amade bike. **



05.09.2013 01:33 | ehmed

17. peyv bi peyv berev tirşikistanê ve diçe.. xwudê xêr bike rebbî!



05.09.2013 02:02 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî