Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 35 peyam
trendyol.com - tirşik
trendyol.com
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Malpereke danûstandinê ye. Di sala 2010 an da li Tirkiyê da kete fealiyetê. Here lînkê

Di sektora e-bazara Tirkiyê da cihekî mezin digire. Yek jî Seba wê ev e ku alibaba.com di sala 2018 an da bû şirîkê vê malperê, piştî alibaba hat, reklam û stratejiyên xwe yê bazargeriyê guherandin. Niha zehf kampanyayên televîzyonê û internetê çêdikin.

Tê îdia kirin ku Tirkiyê ji bo xwestina alibabayê derî ber aliexpressê girt, berê ji çînê tiştên ku aliexpressê dihate Tirkiyê bêbac bû niha Tirkiyê bacê gumrikê jê distîne. Çimkî aliexpress jixwe ya alibaba ye, Naxwaze bazarên Tirkiyê da trendyol û aliexpress bi hev ra reqabet bikin, rast e derew e êdî em nizanin.

(bnr: amazon.com.tr)
(bnr: gittigidiyor.com)
(bnr: hepsiburada.com)
(bnr: n11.com)



27.04.2020 23:37 ~23:41 | mîr

2. malpera ku bi reklamên xwe mirov dîn dike. bi xwedê ku li dinyayê malperek nemîne jî ti tişt ji wan nastînim.



20.07.2021 01:15 | hueyn

3. ji bo danûstendina ser întenetê, malperek berbilav e û mij gelek bi kar anîye. heta niha jî poşman nebûme. îcar Şensê min be Nizanim. tenê di sîparîşa min ya dawîn de çûna modela min kirîbû, yeke xelet lê bûhatir ji min r şandibûn, min îade kir. wan jî wek lêborînê 100 tê kupona danûstandinê dan min.



20.07.2021 20:13 | simurg56

4. Malperele danûstandinê ye ku çendîn cara min jê kiriye. Malper, bi ewleye ku perê mirov nayê xwarin. Min qerta xwe lê tomar kiribû lê dema tiştek dihat kirîn, destûr ji min nedihat xwestin. Bêyî şîfre kirîn dihat kirin. Ji loma min li bankaya xwe geriya û yekser vebijêrka tîcareta li ser înternetê asteng kir.



20.07.2021 22:21 | tîrêj zana 21

5. min çend roj berê bi vê malperê xwera montekî xwest-kirî mont îro gihîşt destê min.
min xwe kir û dît ku jora montê hinda fermarê wek 8-10 cm dirî heye, min çend caran li vir kinc istandîye ev cara yekeme ku tiştek wiha hatîye serê min.
min wêneyî cîhê hatîyê dirîn kişand û mont îade kir, êdî vê malperê tiştekî nastînim



18.10.2021 13:23 | doesntmatter

6. Malpera ku tê de rastî şîroveyekî kurdî hatime. Têra xwe baş ecibandinê jî standiye.
Here lînkê
Ev tê vê manayê ku ger bazirgan û malfiroş bi zimanê Kurdan nêzîkê Kurdan bên wê zêdetir qezenç bikin. Aliyê din Ji ber û berhemê zêdetir reklama Kurdî ye jî. Hem Kurdî qezenç dike hem jî bazirgan *



18.10.2021 20:42 ~20:43 | kajav

7. Sepana ku çend caran şîrovên min yên Kurmancî jê birine. Ez jî li ser qehrê wan nema wek berê bikar tînim...



19.10.2021 10:33 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» trendyol.com

Kategoriyên mijarê:: malper malper malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî