Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tu - tirşik
Tu | 2015
Nivîskar: Mehmed Uzun | Kurdî (kurmancî) | Roman | 234 rûpel

Romana rojên giran. Wan rojên eş, keser, tenêbûn û hawar hawarê. Rojên ku dikarin derî û rê li ber nivîskariyê vekin. Di van rojên wisa de, çareyek, d...
tu
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Romana Mehmed Uzun . (1985) . Romana wî ya yekemîn.*



19.07.2013 02:19 | babedyo

2. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''devera azadî lê nebe

tu azadî yî

devera şeref lê nebe

tu şeref î

devera germahî lê nebe,

nêzîkahî di nêv mirovan de nebe,

tu

nêzîkahî

û

germahî yî



Tu..

Gerdûna bêdil î

Lêvên te,

zimanê te

pirs û bersiv in.

di himbêza te de,

di nav paxilên te de,

tiştekî wek vehisînê heye,

her careke pêdivî be,

ji te dûr bibim,

dîsan xwesteka

vegerê peyda

dibe.



Tu..

Destpêka paşerojê yî,

Dilê oqyanos a bêdil î

Tu

ne li benda baweriyê yî

ne felsefe

ne fêrker

û

ne jî malxwê yî,

ên ko mirov

xwe pê ve girê bide

Tu

miroveke jîndar î





Tu

jin î

Tu dikarî

Şaş bibî,

gumanan bikî

û

çak bî

dilê cîhana

bêdilî

Tu.''



19.09.2013 06:07 | endazer

3. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Tu kî yî bo min ?

Tiliyên te çi ne bo min ?

Û lêvên te ?

Çingîna dengê te?

Hilma te çi dide min

Berya em hevdu himbêz bikin

Û bêhna te,

dema em hevdu himbêz dikin û

piştî himbêzkirinê?

Tu bo çi yî?

Ez bo te çi me?

Ez çi me?''



19.09.2013 06:27 | endazer

4. navê romanekamehmed uzun e.



19.09.2013 12:38 | filankes

5. her wiha tê wateya "ne yek jî" û dijbera wateya "hemû" ye.



- kî û kî bi te re hatin? (oha, peyv hemû bûn du herf*)

- tu kes nehat, ez bi tenê çûm.



19.09.2013 21:19 | simurg56

6. - kî û kî bi te re ne lo? (Bawer im ev sosrettir :D )



17.10.2013 15:49 | gernasnenas

7. romana ku li devera ku dest pê kirî bi dawî dibe.xeleka bûyera di dawîya romanê tê dîsa tê serî.



10.03.2014 16:22 | diljan

8. Romana mehmed uzunî ye ku ji aliyê francesco marilungo ve bo zimanê îtalî hatiye wergerandin.

Yekemîn berhemekê kurdî ye ku bo îtalî hatiye wergerandin.

nûçeyekê xweş bû vê siba reş û tarî. pirr şanaz bûm.*

Nûçe û hevpeyvîn (diyarname): Here lînkê



03.12.2019 09:23 | xelîl

9. Romanek gelek xweşe. Lê tabî bi êş û kul e jî. Mirov dema mirov romanê dixwîne xwe bi hêsanî dixe şûna lehengê romanê, mirov hîs dike ku ka leheng çi hestê dijî belkî êşa wî rind tênagehît bes xwîner jî li gel lehengê diêşe digîrî hêrs dibe xwe bê çare hîs dike.



03.12.2019 10:10 | azad30

10. romana ku serê vê sibekê, min daye fêm kirin ku wext çi zû derbas dibe..
11 sal ewil min tirkîya vê romanê xwendibû, wê çaxê ez zehv di bin bandorê da mabûm..
belkî rojekî kurdîya wê jî bixûnim..

û ji bo wergera Îtalî hetta tu bêjî kêfxweş bûm



03.12.2019 10:15 | bûtîmar

11. yekemîn romana mehmet uzun e. min berê destpê kiribû lê neqedandibû. berî çend rojan min ji nû ve destpê kir û xelas kir. roman di sala 1985an de hatiye nivîsandin. ji ber ku yek ji romanên ewlîn yên kurdî ye û yekemîn romana nivîskar e, ez pirtûkê wek serkeftî dinirxînim. di dawîya çapa di destê min de, axaftina mehmet uzun heye ku di merasîma xelatstandina xwe ya li sêwêdê, kiriye. di vê axaftina xwe de dibêje ku piştî nivîsandina 50 rûpelên ewil, wî fêhm kiriye ku kurdîya wî têra xebatî wisa nake. navber dide nivîsê, demek dirêj li ser kurdî dixebite û paşê li nivîsînê vedigere. loma di rastnivîsê de hê jî hin xeletî mane. her wiha hinek peyv hene ku ne min dizanî ne jî di ferhengan de peyda dibûn.

pirtûk di şexsê xortekî welatparêz de, kurteya jiyana kurdên girtî yên sîyasî yên li zîndanên tirkiyê, radixe ber çavan. di piranîya romanê de, çîrok ji aliyê dengek derveyî romanê tê vegotin. nivîskar ji vê formê re fibêje "forma tu": te wisa kir... wisa bi te kirin...
di ber xwendinê re, ez fikirîm ku sedema bijartina vê formê ew e ku nivîskar xwestiye me rasterast bixe şûna lehengê romanê.

ger em werin mijarê: mixabin tije tiştên neyînê yên wek zilm û îşkenceyê. uzun bixwe jî gotiye da ku naverokê dewlemend bike meseleya kêzikê xistiye nav senaryoyê. baş jî kiriye lê ya rastî ne bes bûye.
ez her li bendê mam ku car caran rastî paragrafan werim ku tê de pirsên axretî werin kirin, wateya jîyanê û van bûyeran werin lêpirsînkirin, di derbarê jîyan û her tiştî de aforîzma werin afirandin. bi pirs an jî tespîtekî, aqlê xwîner asê bike, neçar bihêle ku xwîner çavên xwe ji rûpelan bide alî bikeve nav fikaran fîlan. ne xelet bim, tenê di cihekî de rastî hestek wisa hatim.

welhasil, pirtûkek hêjayî xwendinê ye.



01.06.2022 22:44 | simurg56

12. Gotinên min ên hezkirî ji vê pirtûkê ev in:

"ha ev Diyarbekir, xweşiya welatê me, jana dilê me ye. Hêviyê jiyana me..."
"Rûmet ji me re, mirin ji wan re!"
"Tenêbûn, tu jî bi xêr hatî"

"Û ev Mêr
Digot Kurd nînin.
Kurd tune!
Mîna ku bêje ne roj, ne hîv, ne stêrk…
Mirovek çawa hate înkar kirin!"

"Xerîbî ne tu kar e
Xerîbên xelkê hemû ji xerîbîyê hatine
Xerîbên me, di xerîbîyê de diminin
Wekî kulekên pey keriyan in"



20.02.2023 20:29 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî