Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 85 peyam
tunel - tirşik
tunel
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rêyên ku binê erdê yan jî binê avê tê çêkirin. Bi şiklê lûle, nîvlûle, çargoşe, çargoşeya tîk tê plankirin.

Piranî, li Erdên derdora çiya, cihên xil û xwar ne nizm tê çêkirin, da ku ji zemanê rêwîtiya meriv kurt bike û bi ewlehî çêbe.



13.06.2017 02:12 | mîr

2. Li dinyayê de Piştî avakirina metroya ewil ya londonê Brîtanya duyemîn xeta metro ye, Di navbera hêlên galata û beyoğluyê ya stenbolê tirkiye di sala 1875 ê de ketiye fealiyetê. Dirêjahiya wê 573 mîtro ye, nêzîkî 1,5 deqe zemanê meriv dikşîne.

Projeya Endazyara fransî​ eugene henri gavand e, pê krediya îngilîzan hatiye çêkirin. Ji sala 1910 an heta îro pê elektrîkê dixebite, pêşî sîstema wê mekanîk bûye, erdê wê hevraz e loma wagona jorê gava dihate jêrê wagona jêrê bi xwe re kaş dikir bilind dikir jorê.

Tiştê sosret ev e, dibêjin Piştî çêkirina wê şêxulîslamê Osmanî ji bo siwarbûnê însanan fetwa nade, dibêje mirov tenê Piştî mirinê dikevin binê erdê, ji ber wê zemanekî tenê heywan û eşya siwar dikin.

Di sala 1939 an de ji îngilîzan dikeve destê Tirkiyê.

Derdora wê de kafê û cihê rûniştinên xweş hene.

Here lînkê



13.06.2017 02:48 ~09:28 | mîr

3. bi kurdî mirov dikare jê re bibêje kolan, ji ber ku hem rê ye, hem jî bi kolandinê tê çêkirin.
zivistanan wekê stargehekî, havînan jî wekê girtîgehekî tên bi min, dema mirov tê de zêde dom dike tirs û sehma wê tu caran dawî lê neyê, neçe heta serî bi mirov re çêdibe.
bawerim goethe berî roj lê here ava ew gotina xwe ya dawîn ''licht mehr licht'' (rohnî, biçeke din rohnî) di kolanek ji van kolanên teng û tarî de gotiye.



13.06.2017 04:12 | endazer

4. bi kurdî mirov dikare jê re bibêje qulan, ji ber ku hem rê ye, hem jî bi qulkirinê tê çêkirin. Li Ferhenga jî peyveke wekî "qulan" tune ye em dikarin rezerve bikin ;)

Jixwe kolan navê cade ye, serê erdê ye.

Li gorî min ev baştir e:
Serê erdê kolan
Binê erdê qulan



13.06.2017 09:16 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» tunel

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî