Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vejeteryan - tirşik
vejeteryan
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. kesên ku goşt naxwin.
(bnr: kurdên vejeteryan)



14.01.2017 13:02 | cinorek

2. navê pirtûka nivîskarê koreyî han kang e.
han kang bi wê pirtûka xwe gellek xelatên global hilgirt.
di nav wê maha de li tirkiyê bi tercûmeya tirkî be weşandin.
april yayincilik ê qapaxek xweşik bo wê çekiriye.



14.01.2017 13:05 | cinorek

3. vejetaryan rasttir e.

hin kurteagahî ji bo kurdên vejeteryan

vejetaryanî

kesên ku goşt, masî û ajalên kedî yên lîsika naxwin, ji wan re vejetaryan tê gotin. hinek ji wan jî li gor fikra xwe tiştên wek şîr, hêk naxwin.

vejetaryan nav xwe de cuda dibin, 3 şaxên sereke:
vejetaryanên lakto-ovo: goştê sor, goştê mirîşka, masî naxwin; lê hêka dixwin û şîr vedixwin. %80-90ê vejetaryanan di vê komê de ne.
vejetaryanên lakto:goştê heywanan naxwin û ser wê de jî hêk û mastî naxwin, şîr jî venaxwin.
vegan: ev koma herî radîkal e; goşt, şîr, hêk, mast naxwin ji bilî wê çi tişta ji heywên naxwin. hingiv, qeşaşîr, mehlebî û hwd. tiştên bûjena wê de tiştek piçûk ji heywên hebe jî naxwin. ji bilî wan komên wek ovo-vejetaryan (şîr venaxwin, hêka dixwin), pesketaryan (tenê goştê masîya dixwin) an jî semî-vejetaryan (goştê sor naxwin, yê mirîşka dixwin) jî hene.


ji bilî alîyê wê yê fikrî gava mirov bandora wê ya li ser laşê mirov bifikire

feydeyên wê ji bo laşî:
-di nava goştî de homosistein, gava bi goşt bi rûnî re sor dibe asîdên rûnî oksîde dibin, dema tê xwarin jî ev bûjenên ku pêşî li penceşêrê vedikin dikeve nava laşê mirov. gelek lêkolîn hene ku goşt rê li ber penceşêrê vedike. ji bilî van mirov tenê hazirkirina goşt bifikire û belgefîlmên li ser fabrîqeyên mirîşkên zireetê seyrê bike, dikare zirara wê bibîne. ew mirîşk ji bo xiranebin bi mehan û salan bimînin tijî antîbiyotîk dikin, tijî tiştên kîmyewî dikin. berî çend mehan Rûsyayê ji ber ku di nav mirîşkên ji tirkî diçin zêde antîbiyotîk heye, îtxalata xwe ya mirîşka ya ji tirkî sekinand. ji xeynî wê tiştên weka salam, sosîs û sicûq bi nîtratê tên çêkirin, bi serê xwe rê li ber penceşêrê vedikin. û kesên vejetaryen ji ber ku goşt naxwin berê xwe didin xwarinên din, ji ber wê vîtamîna C û E, karotenoîd, biyoflawonoîda zêde dixwin. ev bûjen jî rê li ber penceşêrê digirin.

alîyê penceşêrê evqas bû, ji alîyê nexweşiyên dil û rayan ve jî yên vejetaryan xweyavantaj in. li gor hin lêkolînên girîng kolesterola ldl (nebaş) di vejetaryana de kêm e.

dîsa yên vejetaryan zû bi zû obezî, şîşmanî, rizîbûja diranan nayê dîtin.



ziyanên wê:
ev pirsgirêkên li jor ji bo goşt hatîn bilêvkirin, eslê wê ne ji ber goşt bixwe ye, ev arîşe di xweyîkirina heywanan, bi bûjenên kîmyewî werimandin an ji bo goşt xira nebe antîbiyotîkên zêde zêde, pijandina goşt de derdikevin.
heke vejetaryanek haj parêza xwe nebe, çi dixwe çi naxwe lê nenêre xurekên wek fe, rîboflamîn, b12, proteîn, kalsîyûm, çînko kêm dimînin, ku mirov van bêhtir ji goşt û şîr distîne. ev jî ji bo kesên nexweş, zarok, pitik û jinên halkî rîskeka bixeter e.

li gor pispora divê yên vejetaryan tehlîlên xwe yên xwînê (hemogram) binêrin. heke fe û b12 kêm be wê anemî (kêmxwînî) çêbibe. ev vîtamîna b12 tenê di nav goşt de heye û kêmbûna wê rê li ber jibîrkirinê û nexweşiyên sinirê vedike.

min ev agahî ji hevpeyvîneka pisporê parêz û xwarinê aytaç ak wergerandin.

li gor min alîyê wê yê fikrî ji van tiştên jor muhîmtir e, divê ew bêne nirxandin.



04.12.2017 10:49 ~10:49 | xendekî

4. min tu car ji wan kesan fÊm nekir bê ka bi rastî armanca wan çi ye..
belê goştnexwarin helwesteke wan e lê ne ku ji tehma goştî hez nakin lê bes ji bo têrkirina zikê mirovan li dijî kuştina heywanan derdikevin
di peyama jor de xendekî bi awayekî zanîstiya fizyolojik qal kiriye ne hewce ye lê zêde bikim.
bi kijan metefor an jî retorîkan jî nêzî vê meseleyê bibin jî, hezar heb maqalet jî bînin ez nikarim qebul bikim ezê hîç qebul nekim vejeteryanbûnê.
bi ya min sebebên mantiqê û yên aboriyê hene.
aniha li dinyayê bi giştî du cure xwarin hene, yek li ser goştî ye ya dî jî li ser giyayê ye.
tê gotin ku ji 20 mîlyar bêtir heywan hene ku ji bo xwarinê tên xwedîkirin û dermalekirin. û bi trîlliyonan jî cureyên masiyan hene ku ji bo dermaleya mirovan xwarinên gelek girîng in
li dinyayê giya jî ligel goştî xwarininên sereke ne.

îroj nifûsa dinyayê 7.6 mîlyar e divê her yek ji wan ji bo ku ji hêla tenduristiyê ve nekevinin rewşa xeterê divê rojê kêmtir carek-danek xwarinekÊ bixwin lê mixabin ji ber şert û mercên erdnîgariyê û hovaniya kapîtalîzmê îroj qasî 2 mîlyar zêdetir însan nikarin her roj xwarinek bixwin û li girava afrîqayê her sal 7 milyon însan ji nêza-birçîbûnê dimirin.
mirov homo sapiens e yanê ji hela genetîkê ve heywanek e, heywanek goştxwar û giyaxwar e. hin heywan hene goştxwar in(şêr, piling,baz, leopar, balîna hwd...) hin heywan giyaxwar in(zebra, xezal, fîl, hwd...) hin heywan jî hem goştxwar hem jî giyaxwar in( mişk, hirç, mirîşk, meymûn, 'însan' hwd...)
yanî di rastiyê de kuştina heywanan ne qetlîameke hovane, kuştineke bêwijdanî ye, ji bo çerxa xwezaya jîndaran çarenûseke bivênevê ye.
hevalên vejateryan li dijî kuştina heywanan derdikevin ger em ji mantiqa wan bimeşin, divê heywan ji bo mirovan neyên kuştin. pekî çima neyên kuştin? ji ber ku canê wan jî heye û ji bo têrkirina curekeye dî ya jîndarekê divê mafê wan ê jiyanê ji dêst neyê girtin. wêga em dikarin bêjin em hemî şêr û pilingan jî bikin vejeteryan! bila ew jî goşt nexwin giya bixwin. ger tu bêji pergaleke wan heye loma tiştê tu dibêjî tewş e, ma însan jî ne jindarek e ku ji heman genetikê tê û li dinyayê di nav pergala wan de ye? divê êdî vê rastiyê qebul bikin, wehşeta ku insan li ser xwezayê pêk aniye cuda ye, jêkirina heywanan cuda ye, yek ji ber hovaniya kapîtalîzmê ye ya dî pergala xwezayî û asayî ye.
çawa ku mafê şêr heye ku ji bo xwe û çêjikên xwe nêçîra xezelan bike, mafê însan jî heye heywanan xwedî bike û bixwe.
heywanên giyaxwar jî giyayan diçêrin, giya bixwe jî jîndarek e, dna'ya wan heye, hucreyên wan heye, eyb e gotin ew jî bi rêya fotosentezÊ bi hev şa dibin. wêga bila mafê wan ê jiyanê ji bo têrkirina zikê jîndareke dî neyê girtin.

divê em ji hêla aboriyê jî lê nêzik bin, wek min li jor jî got adanên dinyayê besî mirovan nake. ger tu ji adanan ve yekê ji însanan bigirî dê her sal bi deh milyonan însan ji nêza bimirin. îroj tu goştî jî derxinî dê giya buhatir be, feqîr nikarin zêde goşt bikirrin û bixwin ger tu goştî jî derxî dê zengîn jî li ser giyayan hikûm bikin û vêca feqîr dê nikaribin giya jî bixwin vêca.

însan goştxwar û giyaxwar e, ev di kodên genetîka wan e de heye loma ji wan kesên vejeteryan û vegenan re dibêjim divê demildest dev ji vê helwesta xwe ya derîaqilane berdin û li tehma goştî binêrin, ez jî gelek hej ji brokoliyê dikim lêê ne wek xwarineke sereke lê bes wek mezeyek li gel xwarineke goştî*



04.12.2017 11:44 ~12:30 | ferhenga şikestî

5. Dibejin yên xwîna xwe A rh (+) zêdetir meyldar in ku bibin vejeteryan.
Xwîna min jî ew e. Ez dikarim seba xwe bejim ew rast e.
Hem li koreyê hem jî li welatên biyanîyên din ez gellek caran weke vejeteryan bûm (problema goştê helal).
Disa zêde goşt nediket bîra min.



04.12.2017 17:52 | cinorek

6. (bnr: ber bi vejetaryanbûnê ve çûn)



22.07.2023 18:45 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vejeteryan

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî