Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wan - tirşik
wan
(14) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarekî li bakurê kurdistanê ye.

di dîrokê de paytextî jî ji dewleta urartu re kiriye.



02.10.2013 01:54 | saladin

2. bajarekî qedîm e.. ne gola wanê ye oxlim behra wanê behra wanê haa!!



22.10.2013 22:50 | elomelo

3. ne bê xwedî ye!

lê xwediyê wê kî ye kes nizane.. teqrîben 40-50 mal yên piştî zelzeleya wanê di konteyniran de dijîn ji ber ku av û ceyrana konteyniran hatiye qutkirin ev zêdetirî 40 roj in li ber sir û seqema zivistanê, tî Û birçî di greva birçîbûnê de ne..



22.10.2013 23:45 | endazer

4. cîhê ku, kal û bavên min, ji ber şera cîhanê ya yekemin, li rewanê revîn û bi cîh bûne ye.



22.03.2014 17:53 | nazim tolhildan

5. (bnr: ebex)



28.02.2017 14:00 | bûtîmar

6. gûzê navçeya miksê a wanê bi navdar e.



04.11.2017 22:01 | elîşêr

7. Cîranê me ye *



05.11.2017 18:03 | xelefêserhedî

8. Îro da ketim sûka wê bajarê Kurdistanê yê herî xweş, min ew yek dît ku mirovê wê bajarê hindê bajarê kurdistanî nîne. Her kes bi tirkî diaxive zimanê kurdî bûye zimanê dê û bavan. Xort û keç hay jê rewşa welatê xwe nînên. Eger Ew rewş 10 sal dî wilo bidome mixabin ew bajare wê nav destê me de mîna cûcikan bifire.



06.05.2019 03:35 | masîyekjinavbehrawanê

9. Bajarê gelekî sar e. Piştî Mêrdînê hatina vir ji min re yekcarî zor hat. Belê bihar û havîna wê xweş e heta qasî zanim zivistana wê ji gelek bajarên Kurdistanê nermtir e lê wele sar e yaw *



27.11.2019 00:20 | berxweda

10. Çend roj e ber tesadufan têm çar roj berê ez jî li mêrdînê bûm, rastî jî germ bû. Roja yekşemê vegeriyam wanê Belê sar bû lê gever li wanê sartir e.



27.11.2019 00:35 ~08:38 | kajav

11. Ev der Serhed e hevalno. Şakiroyê me stranên xwe de dibê "welatê me serhed e/ ne tu war e" tabî ji hêla sermayê ve. Wekî din xweş e. Meha gulanê de werin wanê û ji xwe re kêf û seyranê bikin* *



27.11.2019 08:23 ~18:41 | fatoş xanim

12. Her çiqasî bi sermaya xwe bi hev hatibe nasandin jî ez dibêjim 4 demsal jî li bajarê min pir xweş xuya dibe û dihê jiyîn. *)
Li ber behra wanê çaya qaçax vexwarin tiştekî pir cuda ye..



27.11.2019 10:43 ~10:54 | hesinkar

13. di sala 2011an de ji bo ku qeyda xwe ya zanîngehê çêkim çûbûm colemêrgê lê otobês ji amedê rasterast nediçû. meriv pêşî diçe wanê û li wir jî bi dolmîşan dihere colemêrgê. otobêsa wanê di nîvê şevê de bû dema ez gêhiştim wanê saet bûbû hêşta serê sibehê. di ser min de hew tîşort hebû û ji bo îhtîmala sarbûnê ji ber pêşniyaza hevalekî, min xirqeyek jî girtibû.
di wanê de ji ber ehmeqiya ajokarî di cihekî şaş de ez peya bûm. caxa ez pêya bûm ji sermayê eyn qefilîm. meha îlonê bû em amedî heta cotmehê jî tîşort li xwe dikin. tevî xirqeyê di orte nava îlonê de ji sermayê diranên min ricifîn. min di rawestgehekê de ji zilamekî navnîşana gerajê pirsî got were li vê dolmîşê siwar be û niza li kû peya be terîf kir. zilam hew tîşort li xwe kiribû û dît ku ez ji serma diricifim got ma bi te sar e? min got erê lê ez mirim. got tu ji kû yî? min go amed. got ser sera ser çavan û heta gerajê bi min re hat, pirr kêfa wî ji min re hatibû.
lê xwudê heye 8 sal li qersê mam li tirkiyê ti derekê mîna qersê sar nabe.

wan bajarekî xweş e, lê di kurdistanê de du bajar hene ku eger ne li van deran li awropayê bana belkî yek jê bajarên xweştirîn ên cîhanê bibûyana. yek amed yek jî wan.



27.11.2019 19:34 ~19:54 | ferhenga şikestî

14. Bajarekî Serhedê ye.Min salek li wir zanîngeh xwend,demên xweş û ên nebaş çêbûn.Hevalê min ê herî nîzik li wir êşek di dilê min de hîşt û çû.Mixabin mirovên vî bajarê nebaş in.Û sar e.Behr û qelaya wê pir rindik in.Fersendê we hebe biçin û bibînin



27.11.2019 22:58 | mêrxasê serhedê

15. sûr ji bo diyarbekirê çi be behr jî ji bo wanê ew e. vê havîna çûyî bo sê rojan tevî kurê xalê xwe çûm wanê û gelek kêfa min ji wanê ra hat. nava bajêr ne pir xweş be jî edremît pir xweş e. heçî nava wanê jî bi şev xweş e. wer xuya ye jiyana şevê ji ber farisan ewqas rengîn e li gor bajarên din. jixwe meriv teqez ferq dike ku aboriya wanê bi xêra farisan li ser piyan e.

her kes dibêje molla kasım pir xweş e lê roja ku em çûbûn pir qerebalix bû û em jî di nav malbatan re nîvtazî derbas dibûn. loma jî li me ecêb dinihêrtin * lê ku xelkê wan mecbûr e ku wek ê dêrsimê be. yan na tûrîzma wanê pêş naçe. hêvî dikim ku sala bê dîsa biçim.



28.11.2019 00:40 | kurê xelkê

16. bajarekî kurdistanê ye ku van demên dawî de, ji rojên pir xerab derbas dibe.
tenê di 2-3 mehan de erdhej çêbû, şepe hat, vîrûsa corona'yê giha.



23.02.2020 23:26 | brusk56

17. bajareki behra we u pisika we heye. taste we yekemine. bajarek gelek xwese mina bajare dine.

li wir mirove romi ji hene. ez nizanim ewna li ku hatine vir. li aliye ebexe gundeki laza ji heye. ew gunda hemu lazin, yek lib kurd tineye* kinge em bi wesaite nav wi gunde derbazdibin em hevra dibejin, aha laza binherin mireve cika jehatine! bitani cinin cin.



23.04.2020 15:41 | tomcruise

18. Bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku behra wî heye di nava dilê min da cihekî taybet digire. Lê min ji çend kesan bihîst qala mirovên Wanê bi taybetî jî esnafên wê derê nebaş kirin. Xwezaya Wanê hew dibe.



23.04.2020 16:11 ~16:18 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wan dicemide

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî