Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
weekend - tirşik

gay'eke bi têkiliyên şevekê jiyana xwe derbas dike û bêhna monotoniyê jê tê, bi rasthatina zilamekê her tişt diguhere....
(4 şîrove)
weekend
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Senaryoya fîlm, ji aliyê andrew haigh ve hatiye nivîsandin û di sala 2011an de hatiye kişandin; ji ber ku hevzayendî, tenê ji devê du karektera, di atmosfera tabuyên civatî de kişandiye, ji hêla rexnegir û temaşevanan ve pir hatibû ecibandin û hezkirin.



Fîlm li bajareke îngilistan derbas dibe û tenê rojên şemî û yekşemê dihêwîne. Herçiqas em, carinan bi mizahên Îngilizan bişirîn jî, meyldariya fîlm weke “hunerî ji bo civatê re” ye û li gorî vê armanca xwe qala hevzayendan dike ku ka çawa di bin tehdeyê civatê de dimîne û ji vê sedemê jî xwe ji civakê cihê kiriye.



ji bo rexneyeyê min li ser fÎlmê:

http://xebrosk.blogspot.ch/2014/01/weekend-2011.html



20.01.2014 14:26 ~2015.09.26 01:10 | biruya hayao miyazaki

2. peyva îngîlîzî ku wateya wê "her du rojên dawiya heftiyê" ye. mixabin kurdî de peyveke xweşik nizanim ji bo vê peyvê. dawiya heftiyê tê gotin lê peyveke yekgirtî bûya, baştir bû.



21.01.2014 20:27 | simurg56

3. ev dehan car in ez temaşe dikim û hîn û hîn tiştên nû dibînim, tê derdixim. glen li gara trênê dengira xwe dide russeL. dengir piştî têkilyên seksê yên xwe bikar dianî û li ser têkiliyê nêrînên partnerên xwe qeyd dikir bo projeyek hunerê. eceb dibêjim, glen jî mîna russelî evîndar bû û piştî vê dayîna dengirê ketin têkiliyekê evînê..



temaşe bikin û bidin temaşekirin.



26.09.2015 01:09 | biruya hayao miyazaki

4. filma imdbê 7.7 dayiyê. film bi xwe ne orjînal e, tenê evîna behs lê tê kirin navbeyna gayande derbas dibe, hey ne filmeke ji rêzê ya evînê ye. ji ber ku biruya hayao miyazaki çend car behsê kir, min guhdarî kir.





têbinî: li beşa filman hatiye zêdekirin.



24.10.2015 22:50 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» weekend

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî