Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
welat - tirşik
welat
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotinek ji “vilayat” an jî “vîlayet” a erebî, ku mane “serwerî, revêberî” ye, çêbûye. Wekî “Dûgel” a ku ji “duvel” a erebî, mane “dewlet” e, çêbûye, bingeh zimanê erebî ye.



01.09.2022 00:49 | çomo

2. celadet alî bedirxan di "nameya ji mistefa kemal re" peyva welat peyveke arî nîşan dide . Û dibêje hin kesên ku vê peyvê wekî ji "vilayeta" erebî nîşan didin xelet in. Peyva welat peyveke Arî ye di fransî de "plateau", yunanî de " platia" , farisî de " felat " e.
çavkanî : nameya ji mistefa kemal re/weşanên avesta



01.09.2022 23:19 | pirtûkhez

3. Mijara ku divê ji bo peyama ewil vê bêjim: di erebî de dengê v tinne. Loma peyveke wek vilayat yan jî vilayet di erebî de tinne. Dibe ku wilayat yan wilayet be.



02.09.2022 07:45 | xabûrî

4. Cihê ku netewek ji xwe re kiriye jîngeh. Li gor wîkîferhengê koka wê ji erebî tê.

Li kurdistanê li bajarên weke amed, êlih, semsûr, colemêrg, sêrt, mêrdîn, riha, şirnex, wan û agirî de, navê 1539 kesan wek "velat", navê 85 kesan wek "valat", navê 9 kesan wek "velad", navê 4 kesan wek "vellat" û navê 3 kesan jî wek "welat" hatiye danîn. Bi giştî navê 1640 kesî navê wan welat û formên wê yên ji ber qedexeya bikaranîna tîpên kurdî yên şaş hatine danîn in.

Hasil kelam reha vê peyvê ji ku jî hatibe li gor ku ewqas xwedî lê hatiye derketin, êdî kurdî ye û di nav gel de berbelav e.

Di wêjeyê de weha hatiye bikar anîn:



Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Kengî bi xêr bêtin bihar
Em derkevin cenga neyar
Rengê birûska bêne xwar
Qêrîn bidin zinar û lat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Em Kurd bi hev re herin ceng
Li ser çiyan rengê piling
Dîsa bidin qêrîn û deng
Bimrin ji bo jîn û felat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Dengê me nayê pir ji mêj
Xencer li mal girtî qerêj
Ev canfida tev mane gêj
Ew tim divên ceng û xebat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Ka ew welat, ka ew çiya
Ka û gul û mêrg û giya
Ka dengê wan berx û miya
Ka ew sera, birc û kelat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Welat xweş e tev dar û ber
Hawîr kulîlkên sor û zer
Hêja ye em bimrin li ser
şax û zinar û kûp û lat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Kurd in, kurên Mîtan û Lor
Divêt welat bigrin bi zor
Hawîr biqîrin em li dor
Mizgîn li we roja me hat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka mepat

Divê bi hev re herin şer
Bişkî neyar em bidne ser
Gerden di ber de, ser gever
Pêlan bidin ser wek Ferat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat

Welat bi min şêrîn û Zîn
Dil daye ber dax û birîn
Hetta ceger min bûye xwîn
Min dil tijî pêt û şewat

Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat


Cegerxwîn



02.09.2022 17:24 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» welatiyê herî riziyayî yên civatê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî