Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wordpress - tirşik
wordpress
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Platforma rêveberiya naverokê ye li ser PHP û mysql hatiye nivîsandin. Meriv dikare li ser wê blogên şexsî û bêpere, malperên nûçe, danûstandin û ya şîrketan û hwd çê bike. Di internetê de vî gavê nêzîkî %30 malper li ser Wordpress ê tê weşandin.

Navên Blogan "minak.wordpress.com" tê vekirin.

Xêncî Wordpress.com ê Wordpress.org jî heye ku ew xizmeta profesyonel dide nav û war (domain û hosting) jê tê standin.

Rûmalperên (theme) worpressê sê beş e peretî, bêpere û serbest tê çêkirin.

min websiteçêker re pirsî boyî yekî çêkin ji min 1.000 - 1.500 tl xwestin min bixwe domain û hosting kirî û li ser Wordpress ê malperek çêkir, salawext nêzîkî 100 tl girt
jixwe rûmalperan wan hazir e tu tenê dîzayn, nivîs û resm hwd. Diguherînî

Yên ku Tirkî dizanin dikarin li vir sêr bikin vîdyo nîşan dide
ku çawa tê çêkirin:



08.11.2018 21:54 | mîr

2. pergalek gelek kêrhatî ye. min berê ji bo bloga xwe bi kar dianîye. niha jî di malperekî normal de bi kar tînim. min navrûya wê wergerandibû kurdî jî, lê niha di çi rewşî de ye nizanim.
hêsanî û basîtîya wordpressê bêhempa be jî her de favorîya min joomla bû.



08.11.2018 23:08 | simurg56

3. Pergalek belaş ji bo malpersaz a bi alîyên wordpress.com'e ve hatîye weşandin.Ev pergal kesên ku bixwazin blogek kesayî ve bikin û her tiştî bi xwe kontrol bikin , gelek tiştek baş û ewlehî ye.Li ser înternetê ku hûn bigerin , dikarin hezar pergalan bibînin lê yê baştirîn , yê ku tu bikarîbî piştgirî hildî û derbarê qodek î da alîkarî bixwazî , bi hezaran tema , plûgin û tiştên din belaş û hêsanî bibînî.

Wergera wî ji îngilîz bi kurdî gelek hêsan e.Dîsa ku hûn bixwazin bibin xwedî yê forûm , hûn dikarin wordpress bikar bînin.

Rêvebirî , têkoşîna hemberê spamê , xebitandina pergalê wek , edîtor lê zêde kirin, kontrola şîroveyan û hwd. gelek pêşta çûyî ye.



01.04.2019 12:30 | brzn

4. ji blogspotê baştir û nûjentir e.



01.04.2019 21:12 | serhednişîn

5. sepana wê berî çend mehan bi kar û xebatên pîroz ên xwebexşan ve sedî sed hate kurdîkirin. guhertoya malper jî di rê de ye. ji ber ku sepan hema sedî sed hate kurdîkirin, min jî pê cêwiyek bo bloggera xwe amade kir.

*di nav sazkariyê de li rêza zimanan kmr (kurmancî) hilbijêrin û kêfa xwe bi sepana xwe ya kurdî derxin.

ev jî ajimêra (hesaba) fermî ya kurdî ye di twitterê de:
Here lînkê



30.11.2019 23:25 ~23:45 | biruya hayao miyazaki

6. wordpress ji bo depokirina medyayan tenê 3 gb dide blognivîsan, loma êdî kêfa min pê nayê. (bi rastî ev 7 8 sal in blogger bi kar tînim, min hîç nedît ku hişyariyek dide wekî hewqas cihê depokira bloga te ma. lê vê jî bibêjim di halê hazir de nizanim blogger çiqas cîh dide blognivîsan) ji aliyê pergal û taybetiyan ve blogger nikare nêzî wordpressê be. navrûya wê sivik e, estetîktir e. xususiyetên wê zengîntir in. hevalê bikarhêneran e.



10.05.2020 16:25 ~16:27 | biruya hayao miyazaki

7. Wordpress pergalek e lê ligel vî blogên belaş jî belav dike.pergala Wordpress'ê pergalek amade ye û her roj ji bo pêşvebirinê li ser dixebitin û kêmasiyên wî tên girtin.Heke malpereke we ya taybet hebe hûn dikarin ji bo parveyên kesane ango wek malperek nûçeyan pergalê ava bikin.Gelek rûyên belaş li ser malpera wordpressê bo bikarîneran hene.
Wek min go wordpress çiqas pergalek belaş be jî li ser wordpress.com jî blogên belaş wek blogspot belav dike.
Heke we biryar dabe ku blogek vebikin pêşniyara min blogger/blogspot e.Ji bo ku zû bi zû nayê girtin û astengiyên wî nîne.Lê wordpress heke ku fehm bike bloga we ne baş e dikare malpera we bigire.
Bi rastî ez qet yekî jî pêşnîyar nakim.Ji xwe re biçin domainek (bi kurdî teknist.xyz dibêje navper) bistînin (.com , .org , .net) bi buhayek 70-100tl bistînin (ev buha her sal divê bê dayîn) hostîngekî jî erzan anku buha hûn dikarin her derê bibînin û ji xwe re malperekî ava bikin.
Heke hûn dixwazin tenê domaînek bistînin û bixwazin girêdin blogekî blogspotê , ew jî pêkan e.serpêhatiyê min nîşan dide ku blogspot ti car êdî wî bloga we nagre.lê heke hûn bixwazin bila kontrola malpera we her tim ba we be , wê demê hostingê jî cîhek bistînin (ji bo barkirina her cure dosyayên mezin)
Heke hûn bibêjin Domain , hosting , malper ,blogspot ,wordpress çi ne yaw min tevêhev kir lê dixwazim malperekî ava bikim , ez dikarim ji we re bibim alîkar.



10.05.2020 18:03 ~18:05 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wordpress

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram komputer malper teknoloji komputerprogram komputer malper teknoloji komputerprogram komputer malper teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî