Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
wqferheng - tirşik
wqferheng
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ferhengeka bo pergela android, bi xêra çavkaniyên wîkîferhengê hatiye çêkirin e.

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wqferheng



16.12.2013 22:41 | fethî ronî

2. (bnr: wîkîferheng)

(bnr: wiktionary)



16.12.2013 23:57 | dijber

3. li ser vê sepana ferhengê bi sepançêkerê wê fatih aydın ango navê wî yê di tirşikê de fethî ronî re hevpeyvînek hatiye çêkirin. mixabin bi tirkî ye..

Here lînkê



21.02.2017 23:17 | mergehez

4. Versîyona xwe yê dawî de, beşa xwe yê "herwiha" rakirine. ew min qehirand!
ev taybetî wîkîferhengê de hê heye.
mesela berê min peyva "ewqas" bigeriya ew ji min re li jêrê wana jî dianî:

herwiha:
ew qas
ewqa
ewqasî
ewqasê
ewqasî
ew qa
ewqiyas
ewqiyasê
ewqiyasî
ew qiyas
ew qiyasê
ew qiyasî
ewqîyas
ewqîyasê
ewqîyasî
ew qîyas
ew qîyasê
ew qîyasî
hewqa
hew qa
hewqas
hew qas
heqo
waqa
wa qa
waqas
waqasî
wa qas
wa qasê
waqiyas
waqiyasê
waqiyasî
waqîyas
waqîyasê
waqîyasî
weqa
we qa
weqas
weqasî
we qas
weqiyas
weqiyasê
weqiyasî
weqîyas
weqîyasê
weqîyasî
we qiyas
we qiyasê
we qiyasî
we qîyas
we qîyasê
we qîyasî
welqa
welqas
welqasê
welqasî
wilqa
wilqas
wilqasê
wilqasî
wiqas
wiçend



22.12.2017 00:56 | mîr

5. Ji alî havildarbûnê ê gelek bikêrhatîye û ê gelek başê, çavkanîyek gelek giringe, kê çêkirîye bira xwedê lê razîbe, bira her bijî.

Mixabîn bê çavkanîye xwe yê kûr û fireh tu taybetîye xwe yên din ku "ez" bibem başin tinene. wek mînak, mirov nikare peyv û hevokên xwe yên ku lê hezkirî li tu deran kom bike. lê belê ew taybetîya ya herî gelemper û hêsane, ya ku hemû bernameyên ferhengên din da heye ye. wekî din, sêwirana xwe dikaribû vê baştir bibûya, hema wekî mamoste fethî ter pê re serî xwe naeşandiye. wans ne tişten ewqes giringin lê tiştên ku tiştan baştir û hêsantir dikinîn.



14.01.2018 23:01 ~23:01 | aqilkêm

6. sepana ku ji îro pê de li ser IOS'Ê jî peyda dibe. amadekarê Sepanê fethî ronî îşev li ser Twittera xwe ev mizgînî ragihand.

kesên xwey-iphone dikarin bikevin appstoreê li navê wê bigerin, an jî dikarin ji vê lînkê rasterast daxin: Here lînkê



12.03.2018 00:52 | xendekî

7. di nav sepanên ferhenga de ya hêrî serkeftî ye.

sepan,ji aliyê fatîh aydin ve, bi bingehgirtina daneyên wîkîferhengê û xêra kedkar û zehmetkêşên wê, hayiyê çêkirin



15.05.2020 22:59 | merwano

8. Ferhengeke serkeftî ye. Ji bilî zaravayên din(dimilî, soranî) gelek zimanên din jî hene ev jî taybetîyeke cuda ye.



15.05.2020 23:40 | xabûrî

9. a ku gelek berbelav bûye û gelek baş dixebite. hemû kesên ku ji zimanê xwe hez dikin, di bêrika xwe de vê ferhengê dihewînin.



16.05.2020 12:56 | brusk56

10. Ferhenga ku sepana wê ji bo Windowsa kompîturê jî heye. Min çend roj berê daxist kompîtura xwe. Ne şaş bim di bloga çêkerê wê de bû. Bi rastî jî pir bikêrhatî ye. Mala çêkerê wê hezar carî ava be. Hevalên ku versiyona kompîturê bixwazin û nebînin dikarin ji min re peyamê bişînin. Ez ê bibim alîkar.



07.06.2020 21:12 ~21:12 | xabûrî

11. Xizmeteke baş e



08.06.2020 01:32 | oceancr

12. Ferhengeke têr û tije ye



08.06.2020 12:15 | xeletnivîs

13. ferhenga ku bo wîndowsê min nû daxistiye , gelek bi lêz dixebite û ne wek versiyona mobîl hêdî ye (bo min wisa bû).
wqferheng ji bo zimanê kurdî keda herî mezin ku pê hatiye kirine.

http://fethironi.blogspot.com/2014/11/wqferheng-bo-windowse.html

ji vir dikarin daxînin.



08.06.2020 13:14 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wqferheng

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi komputerprogram ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî