Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xwîn - tirşik
xwîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di hin devokan de xun jî tê gotin.

şilemeniya ku di damaran de digere.

piştî nefes û avê hêmana sêyem e ku mirov pÊ wê dikare bijî..

pewyireke giring bi cîh tîne û ji dilê însên(ajal heyvan) dipeke bi rêya damaran hemî laşê mêriv digere û di nava organan de têkiliyê çê dike dûre diçe cergî paqij dibe dûre dîsa di nav damaran de digere..

avîn e, sor e



09.11.2015 15:10 ~15:11 | ferhenga şikestî

2. xweyn jî tê gotin û tê bidevkirin.



09.11.2015 15:20 | shorbevan

3. Ji bo berdedewamîya jîyanê şilemenîya herî pêwîste
Çend erkên xwînê ev in:

-Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane(doku) û xaneyên(hucre) laş.
-Ji xaneyan, karbona dîoksîdê ber bi pişikan ve diguhêzîne.
-Hormonên rijênan diguhêzîne hetanê xaneyên armanc
-Xurekên wekî asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî(asîdên rûn), glîserol, vîtamîn û mîneralan ji rûviyan tevlê xwînê dibin, bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibin.
-Madeyên paşmayî yên wekî ure û av bi navbeynkariya xwînê digihîjin gurçikan.
-Xwîn, ji bo meyandina xwînê û bergiriya laş, proteînên plazmayê lixwe digire.
-Germahiya masûlkeyan belavê hemû beşên laş dike, bi vî awayê rêkxistina pileya germahiya laş pêk tîne.
-Madeyên jehrîn(toksîk) bi alîkariya xwînê ji laş tên dûrxistin.
-Ji boy çalakiya enzîm û reaksiyonên xaneyê, pileya pHê rêk dixe.
-Xwîn hin mîneral û proteînan lixwe digire, bi vî awayê rêjeya şileya laşê rêk dixe.



07.02.2020 03:16 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwînber

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî