1. ji xwe bala me kurdan nakişîne ji ber ku weke "ya sa" ango "ya ku aîdê kuçikan e" tê fêhmkirin. |
|
11.08.2013 18:14 |
azadixwaz
|
2. kurdên li başûrê kurdistanê yanî bahdînekan û soranekan vê peyvê di berdêla qanûnê de bikar tînin.. divê demildest dest jê berdin û devê xwe jê bişûn û vegerin ser qanûna ku kurd hemîşe li ser tifaq in.. |
|
11.09.2013 14:52 |
endazer
|
3. tu eleqeya wê bi kurdî re nîne û fonetîka wê jî lê nayê lê dîsa jî ji aliyê malperên başûrî ve zêde tê bikaranîn. weke alternatîf zagon heye, qanûn heye... |
|
29.04.2015 22:41 |
simurg56
|
4. peyveke ji tirkiya kevin e. mongolî. Jixwe rayê van zimanan yek e. di tirkî de yasak (qedexe) heye li gor wîkîferhengê ji peyva yasakê hatiye dariştin. Axir başûrî bikar tînin. Lê peyva qanûn hebe çima mirov yasayê bikar bîne :/ |
|
30.04.2015 10:00 |
xendekî
|
5. li gor wîkîferhenga me: |
|
30.04.2015 20:10 ~20:12 |
xendekî
|
6. ceynika serê kurdên başûr ji ereban diçe, ji ber wê dema ji bo soranî an kurmancî li peyveke digerin qistas û krîtera wan ya ewil bila ne bi erebî be ye..bawerim ev meseleya yasayê jî berhemeka vî aqil û ferasetî ye, parastin baş e lê parastina zêde jî dikeve nav sînorên paranoyayê, demekî di koma zimanê kurdî de li ser facebookê gotûbêjek dirêj li dora vê peyvê gerihabû, lê me tu ji hevdu safî nekiribû.. |
|
30.04.2015 20:42 |
endazer
|
7. ma qey zagon pîç e ku em wê bi kar nayînin.. li gor min ya herî xweş ev e. |
|
30.04.2015 20:51 ~20:52 |
mergehez
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |