Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
zenmate - tirşik
zenmate
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pêvekeke chromê ye. ku em vê pêvekê bar bikin, em dikarin têkevin hemû malperên qedexekirî. yanê em dikarin têkevin twitter, youtube.. Û hwd.



28.03.2014 11:17 | mergehez

2. pêveke chromê ye, ji me re deriyê hemû malperên qedexekirî bêyî ku em pêl tiştekî bikin an jî xwe biêşînin ji me re vedike. oxweeşşşşek e.!



22.06.2014 02:11 | xendekî

3. sedema hêdîbûna înternetê ye lê dîsa jî xweş e. mirov dikare dema ne lazim be, neçalak bike.



22.06.2014 12:04 | simurg56

4. pêvekek gelek kêrhatî ye. lê carekê ji min re pêwîst bû. min kir nekir, min nedît di tirşikê de. dihata bîra min, min li vir xwedî lê nav nedihat bîra min.

leza înternetê kêm dike an na nizanim lê hêdîbûnek berbiçav min nedît. baş dişixile.



27.07.2014 21:37 | brusk56

5. ji bo têketina malperên qedexekirî pêvekek xweş e lê li cem anonymousa firefoxê gû xwariye. ji ber ku zenmate email dixwaze. bi vê jî têkilya we û tevgera we bi email-a we re avadike ku meana tunebûna ip-ya we ji bo şîrketa google-ê namîne. wê car din ji bo reklaman, bo pereyên xwe mahremiyeta we tevgerên/hînbûnên we ya înternetê pênas bike, kategorîze bike û reklaman bide... ne dewlet lê şîrket wê we bikarbînin.



(bnr: big brothers)



26.07.2015 00:39 ~00:41 | biruya hayao miyazaki

6. pêvekek baş bû ji bo têketina malperên qedexe, lê ev demek dirêj e ku tama wê nemaye. kengê pêwistî pê çêbe û mirov bixwaze bi tikandina li îkona wê, wê aktîf bike, wê reklam meklamek derkeve an jî têketinê bixwaze an jî tiştek din.

loma min îro vê pêvekê rakir û li şûna wê alternatîfek geriya û ewil dotvpn dît. vê gavê bi kar tînim, tu problem xuya nake. eynî mîna xenmate dixebite.



26.07.2016 23:18 | simurg56

7. pêvekek hêjaye, di mozilla firefoxê de bi kar tînim. berê dema ev dişixulî google nedişixulî yanî diviyabû te zanîbûya tê here kîjan malperê. ew pirsgirêk jî rabûye. niha carinan xwe ji bîr dikim û bi wê dikevim hemû malperan *



22.10.2016 00:00 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zenmate

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî