Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
zrîng - tirşik
zrîng

Navê mijarê ya ewil ev bû:zrîng!..
(1) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. Kovareke mîzahê ye. Vê cotmehê yê derkevê. Edîtora wê karîkaturîst doğan güzel e.

Hin nivîskar û karîkatûrîstên kovarê:

Dogan Güzel
Imam Cici
Halil Incesu
Rewhat
Roni Bate
Eşref Mumcu



22.09.2019 16:54 ~17:57 | xwelî li ser

2. mizgînîyek gelek xweş e. îşelleh karekî profesyonel be. ji niha ve gelek meraq dikim. min gelek dixwest min bikariya karîkatûran xêz bikira û kovarek wisa derxista lê mizabin tu eleqeya min pê tune. gelek caran ketiye aqlê min ev fikr.



22.09.2019 21:20 | simurg56

3. ser xêrê gelek keyfa min jî hat, nifşê berîya siûda û taliha wan hebû ku pîne dîtin, me ti kovareka mîzahê nedîtibû. lê niha zrîng hat, çavêd me ron.

ev e nûçeya zrîngê: Here lînkê



23.09.2019 07:53 | xendekî

4. Çavê me ronî! Pir kêfa'm pê hat. Bila Bikeve pirtûkakurdîyê da xelk ji xwe ra bixwîne.

Pirtûkakurdî malpereka antîke be jî dîsa xêra wê ji me ra heye.

(bnr: malperên antîke)



26.09.2019 21:41 | mirovekirind

5. Me go zring!!!
Here lînkê



26.09.2019 22:01 | cinorek

6. bi hejmara xwe ya ewlîn derketîye pîyasayê. min sîparîş da û bi meraqekî mezin li bendê me.



06.10.2019 00:15 | simurg56

7. îro hat ber destê min û min bi qasê nîvê wê xwend.
kovar ne tenê bo qerf û henekan e. jixwe wan jî wisa ravekirine armanca kovarê. lê tê de mîzah jî heye tabî.
ji alîyê xêzkirinan ve, ji hêvîyên min gelekî çêtir e. ji aliyê henek û dîalogan ve jî ne super e, ji bo destpêkê baş e û jixwe min jî wisa hêvî dikir. di vê rewşa bedbîn ya sîyaseta kurdan de jixwe tiştekî ji vê çêtir nabe, nikare bibe.
rîya wan vekirî be. eger xwînerên kurd xwedî lê derkevin, bawer dikim riya wan wê vekirî be.
Here lînkê



09.10.2019 22:41 ~22:41 | simurg56

8. hejmara xwe ya duyemîn derxistîye. min ji pirtukakurdi.comê xwest û aniha hat ber destê min. hêvî dikim ji ya ewil jî çêtir be.



30.11.2019 16:20 | simurg56

9. hejmara yekemîn gelekî serkeftîbu ji bo min. anha ezê hejmara duyemin sparîş bikim. hevîdarim ku wê berdawambe.



30.11.2019 16:39 | golikvan

10. Kovara ku ez ji pirr mereq dikim e. Demek nêz de ez ê jî bikirim herdu hejmaran jî.



30.11.2019 21:01 | xelîl

11. Min herdu hejmarên wê girtin û gelek eciband.taybetî nivîsên tersteqla reco gelek baş bûn.gorî hesabê wan ê instagramê hejmara sêyemîn li ber derketinê ye.



30.11.2019 21:14 | bayesar

12. kovara ku piştî min navê wî li tirşikê dît ku herdû hejmarên wî bistînim.
di fuara pirtûkan a amedê de gelek hatiye firotin bawerke, min wisa bihîst.
zû da ye di twitter'ê de tersteqla reco dişopînim. mirovek komîk e xûya ye.



30.11.2019 21:35 | brusk56

13. Kovara ku hêjmara wan a ewilîn de min tu ferq di navbera karîkaturên wan û yên twîtter û înstagramê nedît. Ji rêzê ye lê belê ji bo me kêmasiyek bû tûnebûna kovarekî bi vî rengî. Maşalê roj bi roj ber bi başiyê ve here.



30.11.2019 22:44 | biaqila malê

14. dîsa bi hejmarek xweş derketîye. di vê hejmarê de özgür amed jî heye bi nivîsekî xwe.
di vê hejmarê de çend kitekitên gelek xweşik hebû ku bala min kişandin.

di karîkatûra bi navê "barîkatên bajarê diyarbekir" de, li kêleka meymûnan barîkateka polîsan heye. çawa min ev dît fîlma 2001: a space odyssey hat bîra min. paşê dema di wêneya dawîn de jî meymûnê dest bi hestî û wehş dît, min zanî ku rasterast silav dide vê fîlmê. bi rastî jî bi awayekî xweşik bi cî kirine di nava mijarê de. peyam jî ev e ez bawer im: tişta ku mirov vediguherîne çawa carina zanist an jî ol be. carinan jî dewlet e ew tişta ku mirovan dike hov. min gellek eciband.

rûpela hestû ya ronî battê, vê carê bi mottoya "dû! dû hest! dû hestû!" derketibû ku ev jî komedîya strana du hast ya rammstein e.

min bi giştî ji hejmarê hez kir. rûpela tirşikê jî xweş e. jixwe mirov dikare di nava saetekî de biqedîne. min tenê nivîsa ender ozkahraman neqedand. ji ber ku bi zimanekî giran/nexweş hatibû nivîsandin. îhtîmalek mezin bi tirkîyek "ağdalı" hatiye nivîsandin û paşê li kurdî hatiye wergerandin. wergera nivîsên wisa qet nayê xwendin. him nivîsa orjînal îhtîmalek mezin xwedî tevlîhevî û giranîyek beredayî ye him jî dema wergera wan tên kirin ne li gorî gîyana kurdî tên wergerandin. ji ber vê yekê nivîsên wisa piranî naxwînim. di ziryabê de jî nivîsên wisa hene.

di hejmarê de mijara wêneya perwerdekarê kûsîyan jî hatîye vegotin. navê wê kirine terbîyekarê kîso. van rojan di tirşikê de jî behsa wê hatibû kirin. tesadûfek xweş.

beşa mamo ya "em wekî goşt û neynok in" jî gelek watedar bû. destpêka karîkatûran eyn wek pirtûka guherîn franz kafka bû. rexneyek pir serkeftî ye ji bo xerabîyaya tirkmancan.

ji alîyê xêzan ve beşa her serkeftî ya ender ozkahraman e lê ji alîyê çîrokê ve nikarim heman tiştî bêjim. ev du hejmar in çîroka wî dewam dike lê min tu zîrekîyek tê de nedît heta niha. belkî bi dawîya çîrokê xweş girê bide. em ê bibînin.



01.12.2019 20:26 ~20:33 | simurg56

15. cara yekem kovarekê me ya qerfî çêbû lê ewqa bi bandor belav nebû. ji xeynî yên li ser twitterê an torên din haya kesî jê çênebû. diviyabû bikeve li nav sikak û kolanan û ji zarokan heta mezinan her kes karîba bigihijiyê lê ji xeynî komekê kes nizanê bê kovarekî wilo heye.

her wiha gerek hejmarên xebat û karên bi vî şiklî zêdetir bibe. li cihê ku reqabet heye belavbûn mezintir dibe.



21.05.2021 15:04 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zrîng

Kategoriyên mijarê:: kovarweje kovarweje kovarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî