Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îleus - tirşik
îleus
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xetimîne roviyan ya ji ber sedemên mekanîk e.

tabloya îleusê hinek caran bi tedawîya îlacan sax dibe û rovî vedibin lê hinek caran jî cerrahî pêwist dibe. tabî ev yek li gorî sedemê jî diguhere.

bêguman tedawiya cerrahî jî li gorî sedem û asta bûyerê, duguhere. carina tenê vekirina girêya roviyan meseleyê çareser dike lê ji aliyê din ve gelek caran jî cerrah neçar dimîne ku beşek ji roviyan jê bike û derxe û ostomî veke.

tedavîya îlacan ji

- sakinandina xwarin û vexwarinê û şûna wê dayîna serum û dermanên weke ppi, metpamid û hwd.

- mobîlîzasyon (bi rê ve çûn)

- lavman, dîstal lavman, tûpa rektal, tuşe

ku bi vî awayî di nava çend rojan de rovî ji hev nebin û nexweş neçe destmêja mezin û zikê nexweş rihet nebe û dîstansîyona zik kêm nebe wê demê, ji bo ku rovî êdî bêveger fonksiyona xwe wenda nekin, cerrahî pêwist dibe.

ji ber ku bi îleusê roviyên ku nikarin naveroka xwe vala bikin, her ku diçe mezin dibe û dike ku biteqe. neteqe jî ger dereng were mayîn, mîna balona ku zêde zêde hatiye pif dan, êdî were valakirin jî nabe weke berê û êdî nema dixebite û pêwist dibe ku ev beşa roviyan were derxistin.



hinek sedemên îleusê wisa dikarin werin lîstekirin

- brîd îleus an jî adhezyon [vezeliqîna roviyan ya piştî emeliyatan çêdibe ku ji ber bandên fîbroz û bi heve mayîna roviyan çêdibe}

- kanser û tumor [bi girtina roviyan û xetimandina wan}

- crohn û ulseratif kolit [bi kêmbûna perîstaltîzma roviyan]

- fitiq / hernî [ji ber roviyên ku dikevine kîsika fitiqê, dibe]

- volvulus [ji ber li hev gerandin û li hev ba bûna roviyan diqewime]

- radyoterapî [him perîstaltîzmê kêm dike him jî dibe sedema brîd îleusê]

- intussusception [bi taybetî zarokan de, di nav hev de çûna roviyan. mîna teleskopekê]



23.09.2013 20:17 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îleus

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî