Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
însan - tirşik
însan
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yanê mirov, gunehkarên parzemînê..

sedema qirêjî û genîbûna xweza û cîhanê..

ferhad merde di helbesta xwe de gelek baş behsa însanan kiriye, bila sihhet xweş be jê re



( bnr:

)



10.11.2014 23:52 | ferhenga şikestî

2. wekî sadî şîrazî gotî



du dilopên xwîn

sed hezar endîşe



11.11.2014 00:42 | vêca çiyeeee

3. li gorî gelek feylezofan însan hewyanek e, helbet bi ya bîyolojiyê neheq nîn in, însan jî cureyeke heywanan e, lêê em hemî stêrk in kıps;)

konfuçyüs: însan heywanek e ku fêr dibe
thales: însan heywanek e ku lêdikole
platon: însan heywaneke civakî ye
immanuel kant: însan heywanek e ku rexne dike
karl marx: însan heywaneke têkoşer e
erich fromm: însan heywanek e ku hez dike
thomas kuhn: însan heywanek e ku teorî ava dike
descartes: însan heywanek e ku diaxife..
welhasil tiştê yeqîn û teqez em zanin ku însan hew heywanek e*



24.01.2017 15:34 ~2017.01.25 10:30 | ferhenga şikestî

4. Di nav heywanan da nijadê herî biaqil însanin. Wekî hirçan bikuvet nînin lê bi aqil û bi hevkarîye dikarin hukmê cihanê bikin.

Bifikirin 20 hirç dijî 20 însana be li daristanê de kê serbikeve? Hirç yek bi yek dikarin li însanan bixin lê aqilê mirovan divir de dikeve devrê. Bi tevgera komî û bikaranîna îmkanan mîrov dikare hakê hirçan were.



24.01.2017 23:43 | m.d.amust

5. Peyveke erebî ye, ji nîsyanê tê. Nîsyan, jibîrkirin e.

ınsan, yê ku ji bîr dike. Jibîrkirin, afeta zanînê ye. Dema zanîn winda bibe îda her xirabî jê derdikeve.
Heke en wateya vê peyvê firehtir bikin; Yanî însan, yê ku ji bîr dike, xetayan dike, neqencî û xirabiyan dike, bêbextî û xayîntiyê dike, nankorî û bêaqiliyê dike ye.

Li gorî hevalêkî ji Silopî ku heyranê çayê ye; însan, ew e ku çayê çêdike û divexwe *



25.01.2017 01:01 | gumgumok

6. zehf çilorîk û Bênefs û bêsebr e.



09.06.2018 01:43 ~01:45 | gumgumok

7. him belengaz, zeîf û jar
him jî kujer, xwînrij û har



09.06.2018 01:57 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» însan e

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî