Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îran - tirşik
îran
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. dûgela îranê ev e:
Here lînkê

welatê îranê ev e:
Here lînkê

îran ne tenê ya farsan e, lêbelê ya gelên wek kurd, tacîk, belûç, taliş, tat, peştûn, alan û hwd jî ye. farsan navê dûgela xwe kiriye îran, lê îran ne tenê ciyê farsan e. niha cîhan bi gelemperî dibêjin qey îran tenê ya farsan e. yan ev rîpeka farsan e ku xwastine hemû cîhan bibêjin qey îran tenê ya farsan e, yan jî bêyî ku tiştekî wisa bifikirin ji ber ku piraniya gelên îranî li dûgela wan heye navê wê wisa lê kirine. lê îhtîmala yekem xurttir e. û bi ser ketine jî. çi tiştên îranî hebe cîhan dibêje qey tenê ya farsan e, wek newrozê û zerdeştiyê.



05.02.2021 19:33 | keyomerd

2. ew heyanî dikarin bila îranê bikin ya xwe elbet rojekî dewran dizivire hemû gelê dinyayê hîn dibin ku îran ne tenê ya farsan e



05.02.2021 22:27 | baran xan

3. Ji çiyayên pamîr despê dike digihije heta efrînê.
Xakê ariyan e. Welatê kurdan e. Ala xwe kesk û spî û sor e. Carna sembola şêr carna jî tiroj tewlê dibe.



06.02.2021 19:44 ~19:44 | cinorek

4. dewleta dûyemîn* ku reşekuj e. bi îzna xwedê ê amerîka demokrasî bîne.

sala nû -2024- çawa destpê kir destpê terorîzm a xwe kirin.
-Di encamê de 4 welatiyên sivîl ku di nav wan de karsazê Kurd peşrev dizeyî Û keça wwî ya 11 mehî jîna jî hebû jiyana xwe ji dest dan û 6 welatiyên sivîl ku hevjîna Dizeyî û 2 zarokên wî jî di nav de ne jî birîndar bûn.

û dîsa kurdan dardekirin. 4 xortên kurdistanî hatin dardekirin.
gotinên wan ya dawî:

Vefa Azarbar:
Dayîka delal, tu xema min neke. Ez pir baş im, ez serbilind im ku ji bo baweriya xwe li vir im
Muhsîn Mazlûm:
Ez ji jina xwe Juana û tevahiya gelê xwe daxwaz dikim ku bi hêz û berxwedêr bin. Çi dibe bila bibe, negirî. Bi me serbilind bin.
Pejman Fetahî:
Ji jina min a delal re bêjin; cilên Reş li xwe neke Ji bo min negirî. Ev mirin ji bo min mirineke bi rûmet e.
Mihemed Feremerzî:
Me riya xwe bi îradeya xwe hilbijart, em bi îradeya xwe berdewam dikin. Ji bo em bitirsin tiştek nîne...

wêranbûna te bibînim Îran. bav û kalên kesên ku ji îranê re dibêje dewlet bik-.



30.01.2024 16:29 ~16:30 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îran

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî