Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
îronî - tirşik
îronî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşkêşkirina tutiştnezanîna kesê ku dibêje qey her tişt zane. yanî gelê tirk bixwe seranser îronî ye. tiştên ku dikin û tiştên ku dibêjin... bi devên xwe medenî bi kirinên xwe hovanî ne... serkeftineke wan a mezin ew e ku îroniya xwe jî ew li xwe dikin îhtiyac bi zimanê xelkê nîne.



16.02.2015 23:33 | ceso

2. îronî di wêja devkî û nivîskî de cih û roleke xwe ya girîng heye. îronî axaftin an jî nivîsandinê xurtir, dewlementir, rengîntir û şadtir dike. îronî di wêjeyê de hunereke mezin e. îronî gotineke grekî (yewnanî) ye. orjînala wê ya bi grekî “eîronea” ye. ji grekî weke “îronî” derbasî fransî bûye û li seranserê ewropa û cîhanê bi formê fransî belav bûye. îronî û mîzah gelek nêzîkî hev in, heta mirov dikare bêje di nav hevdu ne, lê ne yek in. ferqa îroniyê ji mîzahê ev e ku di îroniyê de rexne heye û bi jest û mîmikan tê dewlemendkirin û xemilandin.

piraniya wêjezanan îroniyê heta dema sokrates dibin. îroniya sokrates taybetiyeke xwe heye. diyalog e û diyaloga wî ji du beşan pêk tê. beşa yekem îronî ye û beşa duyem jî maîotîk e. maîotîk metoda sokrates e ku bi pirs tiştên ku di serê mirov de ye û mirov pê nizane an jî di serê mirov heye, lê ne aktîv e, bi van pirsan zanîna di mejî de aktîv dike. metoda maîotîk her çiqas metodeke hêja be jî weke îronî heta îro ne bûye metodeke populer. di weja nivîskî ya serdema me de wêjezan îroniyê di nav xwe de dikin sê beş. lêbelê tixûbeyeke zelal di nav van hersê beşan de jî tune. hinek nuansên biҫûk di nav wan de hene.



- îroniya devkî (verbal ironi): tiştekî tê gotin mebest ne ew e û di nav axaftinê de hejmar an reqem bên bikaranîn.



- îroniya henekî (sarksam): ewropî îroniya dibêjin. dijberê tiştê ku tê gotin e. giranî li ser henekê ye. weke nemûne, “ji nêrî şîr didoşim.” bi erebî “hîcîv” dibêjin. bi gotinan derzî, şûjin û zixtan di yê yên li hember xwe dixin. ev cure îronî di serdemên berê de, li ewropa bêtir di helbestan de bi kar anîn û li rojhilata navîn jî di pexşanan de.



- îroniya nediyar (ekvivokation): ji rastgotinê dipelikîne. ji ber ku hinek tişt ne diyar bin û dernekevin holê, divê, gotin sergirtî bin û ne zelal û diyar bin. weke nimûne dema kesekî şaşî an nebaşiyeke bike, mirov bêje, “tu çi zîrek î!” halbû ku mirov dixwaze bêje, “tu ҫi ehmeq î.”



19.03.2015 20:54 ~2015.03.27 14:36 | remlavêj

3. (bnr: pêkenok)



27.03.2015 13:42 | qoling

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îronî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî