Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
şeytan - tirşik
şeytan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: mîrê mezin)



11.03.2015 17:01 | xendekî

2. şirîkê bênamûsan e..

tê gotin ku şeytan bixwe ferîşteyek bû di ser ferîşteyên din de lê ji bela ku serê xwe li hemberê însên neçemand, ji hizûra xwedê hat qeriwandin..

nehlet lê hatiye kirin, bi xwedê re ketiye pêşbaziyê, peywira wî ev e ku li berambera qencî û başiyê, şîretên xirabî û neçêyî li însanan bike û wan ji rêya xwedê derxîne falan û bêvan..



11.03.2015 20:21 | ferhenga şikestî

3. kitabê avesta de zî çekuya satanê rê bi îngilizkî evil ameybî nuştene.



beno ke ziwanê hamî-samî ra dekewto ziwanê aveste ra.



11.03.2015 21:22 ~21:23 | endazyar

4. li gorî mantiqa klasîk:

heg;

şeytanok----> hiseynok

wê çaxê;

şeytan----> hiseyn

bi vê rêyê;

hiseyn têkildarî hisn a erebî ya bi wateya "delalî"

di encamê de

şeytan----> delal û bedew.



bi roniya agahiyê li wîkîferhengê:

"Michael Chyet: Êzîdî dibêjnê "hiseynok", ji ber ku ew newêrin peyiva "şeytan" bi lêv bikin. Li gora dînê wan/ola wan qedexe ye ku wê peyivê bêjin. — (di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 1/2012)"



12.03.2015 12:13 ~12:14 | biruya hayao miyazaki

5. Heyînek mîtolojîk e îro ji aliyê desthilatdaran bona rantê tê bikaranîn..bi saya şeytên dema hecê tenê ji firotina kevirên bicûk ên avetina şeytên, dewleta ereb hersal mîlyon dolaran qezenc dike..

Hin dibêjin kevir avêtina li şeytên kevneşopiyek ereban e, heta ku di pirtûka pîroz a misilmanan de tiştek weha tune. Îro di kevir avêtina li şeytên de rantek mezin heye..



12.10.2015 22:42 | havka

6. xweha dergistiyê min bi xwe ye.



13.10.2015 12:09 | bêhna_piştî_baranê

7. li gorî qurana pîroz milyaket/melaiketekî ji agir bûye an jî cin bûye.., piştî menfaetên wî û xwedê jihev diqetin li hemberî xwedê dertê xwe di zirtikîne.., bê emiriya dike, dibêje weyla Elî tu çima adem(însanan) ji min çêtirdibînî tabî mafdarbûye.., xwedê jî toqa lanetê dabêjê dibêje ev tuyî wiha dibêjî he?.. berî didê û wext didê hetanî roja qiyametê daku jixwera hevala bibîne, gelo jiber çiqas pir hevalan bibîne dereceya germbûna cehnimê kêm dibe nizanim çima dixwaze însanan bixirîne û çi feyde lê dibe, hewqas jî(wekî min)şeytanbûye...? * herwiha ew ro îro dibe şeytanek reben û hima kî çi qebehetekî bike cinovetî(lenet) li ser wîye..



ji alî hinek kesanve wekî xweda jî tê dîtin..



jibû kesan jî bi mecazî tê gotin di van wateyande; çalak, jêhatî, mizawir fêlbaz, xapînok...



06.09.2016 22:19 | shorbevan

8. di Suryankî de ''bîş'' e.



11.02.2018 21:04 ~21:05 | gulêê

9. li dinya wî alî orispî çocixî cinetê pelaştiye çavê wî li xwedatiyê bûye bûye sedema vegerandina vê dinyayê.. li vê dinyayê jî zilma xwe didomîne şirîkiya xwedê dike navê wî kod decale hê jî saxe navê wî yê rastî S.P'ye dawiya wî nêvze bi îzna Allah
li vê dinyayê şeytan pirin yê mezin decale meriva dixirînin dikin evd û kole niha akpê daye du xwe serê akpê li zinarê hecê(kevirê hecê) xistiye... evdîtiya şeytana heye û ya Xwedê navê xwedê zikirbikin ji îslamê bawerbikin şeytan ber xwe didin zirarê didin mirova hevala jixwere çê dikin di bazarêde yê pê bi xape xwedê gotiye ewjî wê biwanre heşir bibe, ev zirar û ziyana li evda dibe tev ev şeytanin yên ji riya xwedê dertên van şeytana wan dikin evd... ji xwedê ti zirar û ziyan nagihîje evdên wî ti car xerabiya evdên xwe naxweze pir dilovane carek di quranêde gotiye dîsa ez jî bibêjim hûn gunene û xwedê jî nemiriye saxe *

gelo ev xwedê kîye ?
hûnê niha min minafiq derxin bibêjin haşa dibê je ez xwedê me *
libendêbin gelek tiştên xweş dibin..
silavên min li ser endazer..



16.02.2018 11:49 | telebê hz mêdî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeytan berevan be

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî