Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
linux - tirşik
linux
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bingeha pergalên xebatê (bnr: pergala xebatê) yên komputeran e, ku bi bûna bi çavkaniya azad û gelek caran jî belaşi tê nasîn. di nav pergalên xebatê yên komputeran de yên herî populer weke ubuntu, mandriva, debian, linux mint û hwd. tên zanîn.



30.05.2013 12:45 | simurg56

2. sîstema bêvîrûs e. piştî ku beriya heftiyekê vîrûs ket sîstema nexweşxaneyê û hemû komputer têk çûn û li nexweşxaneyê xizmet sekinî, ket rojevê ku nexweşxane komple derbasî linuxê bibe. hatin ji min pirsîn û min jî got wê gelek baş be. niha li nexweşxaneyê, di komputera min de linux (kde neon) sazkirî ye û wê bi kar tînim. ger hemû bername bikarin werin sazkirin û xebitandin, îşelleh em ê bi temamî derbasî vê pergalê bibin. lê wê îhtîmalek mezin pardus be.



04.08.2017 00:14 | simurg56

3. cîhaneke mîna derya ye. gelek dîstroyên wê yên pergalên xebatê hene û sed carî ji windowsê baştir û xweştir in. ji nav wan ya herî populer linux mint û ubuntu ne, ne qasî wan be jî elementary os jî di rêzê de cih digre. ji bo sedan dîstroyên din Here lînkê

li vira hun dikarin dîstroyên linuxê yên herî populer bi rêzî vebikolin:
Here lînkê

not: min got, e-os di rêzê de ye lê rêzê îro qey wê ji malê qewirandiye asdfg *



05.08.2017 23:23 ~23:44 | biruya hayao miyazaki

4. di bingeha unixê da hatiye avakirin. bi androidê ra li hêman kernelê da ne. lê ji aliyê programên cûda tên xebitîn.



14.12.2020 00:09 | hueyn

5. di 17 îlona 1991ê de reşaneya pêşîn hatiye belavkirin. îro ketiye 30 saliya xwe. xwedê bike hezar salî. bi rastî jî ji bo mirovahiyê gavekê gelek mezin û girîng e. spas linus torvalds ❤️



25.08.2021 13:47 ~13:49 | biruya hayao miyazaki

6. ji bo rojanekirina pergalê: sudo apt-get update
ji bo bilindkirinê: sudo apt-get upgrade
ji bo rakirina sepanekê sazkirî: sudo apt-get remove navêsepanê
ji bo sepanê bi hemû pelên wê re rake: sudo apt-get purge navêsepanê
ji bo bestekiyên wê jî bê rakirin: sudo apt-get autoremove

nîşe: bo reşaneyên li ser bingeha debain (bi taybetî ubuntuyê) hatine avakirin.



14.04.2022 13:32 ~13:35 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» linux mint

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî