Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nûbûnên di tirşikê de - tirşik
nûbûnên di tirşikê de
(24) (2) (28)
di mijarê de bigere

21. tirşik sertanpê bûye tirkî.. min hêviya nûbûnê dikir lê ne nûbûnek ev çend radÎkal.. ya bi xêr..



28.08.2013 17:12 | endazer

22. 1- li rûpela 'panela bikarhêner' fonksiyona 'tu çi difikirî?' hat zêdekirin. hûn diakrin weke twitterê rewşa xwe fikrên xwe li vir binivîsînin.nivîsên we wê di rûpela profîla we de bin logoya we de were nîşandan. û wê li beşa 'weşana zindî' de derkeve.



2- fonksiyona 'dîwar' êdî dixebite. mirov dikare li dîwarên hev du peyaman binivîse.



3- beşa 'derbarê de' êdî dixebite. yanî êdî nivîskarên me dikarin profîla xwe de agahiyên derbarê xwe de, tomar bikin. ev agahî yên weke strana hezkirî, pirtûka min dawîn xwendî û hwd. wê rûpela profîla nivîskar de, derkeve.



aliyê rêvebirinê de jî hinek nûbûn çêbûn ku karê me hêsantir dike. îşelleh wê hê gelek nûbûn çêbin, pêşerojê de.



28.08.2013 20:32 | simurg56

23. hêji meriv nikare peyamê nivîskarekî bi gelemperî bixwene bi xwêdê ev kêmasiyeke mezine.



28.08.2013 22:51 | tivirloismail

24. qutiya nivîsandina peyaman (ya ku niha ez tê de dinivîsim) êdî dikare mezin bibe. li qunca aliyê rastê û jêr ger hûn quncikê bigirin û bikişînin hûn dikarin vê qutiê li gorî dilê xwe mezin bikin.

bi vî awayî nivîsandina peyamên dirêj hêsantir e.



29.08.2013 11:09 | simurg56

25. li aliyê çepê, li jora lîsteya mijarên îro, êdî dîroka roja îro bi kurdî dinivîse.

weke "29 gelawêj 2013 pêncşem"



29.08.2013 11:31 | simurg56

26. baş e. lê ji bo çi em hemû nivîsên xwe nabînin. di nigê nig de divê bê çareserkirin.



29.08.2013 12:06 | înano lo

27. pirsgirêka 'nîşandana hemû peyamên nivîskarekê' bi rastî jî pisrgirêkek mezin e, pêşerrojê de wê were çareserkirin.



29.08.2013 12:13 | simurg56

28. berê li aliyê çepê, lîsteya mijaran de dema we li mijarekê ditikand ew mijar vedibû lê lîstejî vedigeriya destpêkê. ji ber vê yekê diviyabû hûn dîsa bi mişka xwe lîsteyê bînî jêr û mijara ku hê lê mabû, bibînin.



lê êdî dema mirov lîsteyê de pêl mijareke bike, mijar vedibe lê lîstejî cihê xwe de dimîne. ev baş bû.



30.08.2013 12:14 | simurg56

29. Nûbuna dawî me ji derdeke ku me digo qey bêderman e xilas kir.

(bnr: xwedê ji te razî be)



30.08.2013 16:27 | azadixwaz

30. bi destûra xwedê, roja 25-26ê mehê wê hinek din zêde bibin.



23.09.2013 21:35 | simurg56

31. îro tirşikê de hinek nûbûn û guherîn çêbûn, hinek ji wan li jêr hatine lîstekirin;



1- êdî nivîs stûr dikarin werin nivîsandin. mînak: ev nivîs stûr e.

2- êdî lînk dixebitin. mînak:



3- êdî mijara mayînde dikare hebin (li aliyê çepê li jora lîsteya mijaran her tim mayînde dimîne)

4- êdî reklam dikarin werin standin

5- êdî weşana zindî baştir dixebite. (di rûpela profîlê de, li beşa "rewş" tê dîtin)

6- êdî ji profîla nivîskarek, mirov dikare peyamên herî dawîn hatine çeppik kirin/reş kirin/an jî ecêb dîtin bibîne. her wiha hemû peyamên nivîskarek dikare ji vir were dîtin.

7- di aliyê rêvebirinê de gelek pêşketin çêbû û bi vî awayî rêvebirina tirşikê gelekî hêsantir bû.

8- lî jêra malperê lînka sitemap hate danîn. bi vî awayê wî malper di google de baştir xuya bibe.

9- lîsteya bikarhênerên girêdayî êdî baştir û biçûktir xuya dike.

10- êdî ji bo bikarhênerên tirşikê daxuyanî dikarin werin dayîn û ji hemû bikarhêneran re yek carê de peyam dikare were şandin.



ser xêrê be. wê nûbûn dewam bikin...



02.10.2013 12:56 | simurg56

32. gelek hêja bûye .mala xebatkar kedkaran ava.rastî simurg56 hem xwerinek xweş hem jî şirîneyeke delal heq dike. bila deynê min be jê re.



02.10.2013 13:57 | tivirloismail

33. dibinim ko di 'paket'Ê de karek xweş jÎ bo tirşik'Ê derketiye...

pir xweş bÛye. destÊ we derdan neminin brayÊn ciwan Û xwişkÊn delal...



02.10.2013 14:12 | cinorek

34. nûbûnên ku tirşik pê fonksiyoneltir bûye ne..

simurg56 tişta ji destan hatî kiriye êdî barê mayî li ser nivîskaran e.. divê herkes ji heval û derdora xwe ya kurdîzan û kurdînivîs re behs û reklam û danasîna tirşikê bike..

sîstema tirşikê çi qas baş û pêşketî be jî piştî ku nivîskarên aktîv kêm bin û roj bi roj nivîskarên nû tevil tirşikê nebin ev nûbûn û guherîn wê bi kêrî tu tiştekî newên..



02.10.2013 14:52 | endazer

35. Pêşiyan gotiye lehek sabûn, jinikan dike xatun: Veca gelo bi destê jinikna ye nizanim, ferheng fonksîyoneltir û dewlementir buye. tirşik xweş(ik)tir buye.



04.10.2013 01:12 | seydayê_peyvan

36. tirşik, her roj ji roja berê xweştir dibe...



04.10.2013 12:44 | gulan

37. mizgîniyên ku wê di nava heftiyek-deh rojan de, dîsa me kêfxweş bikin.



09.11.2013 21:34 | simurg56

38. ji ber daxwaza hinek nivîskarên jin; ji niha pê ve ger mirov wêneya profîlê hilnebijêre, avatara ku şûna wêneya profîlê otomatîk derdikeve, êdî ne sûreta zilamekê derdikeve. êdî sûreteke bêzayend derdikeve.

weke mînak: https://www.tirsik.net/a/amed



01.01.2014 11:04 | simurg56

39. problema nekarîna derbasbûna rûpela duyemîn ya mijaran, hat çareserkirin. û çend problemên biçûk yên teknîkî hatin çareserkirin.



18.04.2014 00:28 | simurg56

40. - êdî dema mirov li jor, di qutiya lêgerînê de tiştek binivîse, ne tenê mijarên ku bi 'wê' destpê dikin derdikevin. her wiha mijarên ku vê nivîsa me dihewînin jî, weke encam derdikevin.

weke mînak dema mirov "zanîngeh" binivîse; ne tenê zanîngeha dîcleyê, zanîngeha boxaziçiyê û hwd derdikeve, her wiha mijara di facebookê de bi ingîlîzî nivîsîna beşa zaningeha ku tê xwendin jî weke encam derdikeve.



18.04.2014 17:38 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûbûnên di tirşikê de
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî