Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 26 peyam
    belqitîn - tirşik
    belqitîn
    (0) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. peyva di wateyên "dehirîn, cehimîn, qewirîn" de tê bikaranîn. çavkanî: http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/?a=srch&d=5&id_srch=94ea706eea80dd1a7f3cc988658a1c9f&il=tr&p=1&visualtheme=gw_zh_lenox

    (bnr: belqitiyê kulê)

    lê me digot "cihûmîn, bicihûme, bicehnime"



    2013.07.11-16:58 | simurg56

    2. Nifira ku ji devê dayikan der nayê.



    2013.07.12-14:44 | gulan

    3. belqitî di şitexaliya cizîriyan de exlebê caran wek nifirekî tê bikar anîn.. min nedîtiye ku kesekî forma lêker ya vê peyvê bikar anî.. heman rewş ji bo peyva mînayê jî derbasdar e.. li cizîrê d şûna peyva mîna an nola û fenayê de peyva wekê tê bikar anîn.. yanî peyva mînayê bi serê xwe nayê bikar anîn lê frma lêker ya vê peyvê di wateya lêçûn û lêşikîn û şibînê de tê bikar anîn.. ji bo nimûne: birayê te qet namîne te.. yanî birayê te qet bi ser te ve naçe an li te nehatiye..



    2013.07.12-14:50 | endazer

    4. wey tu bi belqitî û bi şelfitî



    2013.08.28-19:38 | firat

    5. belqitî ji (qitîn)ê tê, qitîn jî ji (qît)ê, qît jî ji (qetîn)ê, qetandin û şkandinê .. kurd ji qîtan heznakin! lê (BEL) JI KU TÊ MIN DERNEXIST!



    2013.08.29-01:49 | chepo gewez

    6. (bnr: ) qît



    2013.08.29-01:54 | chepo gewez

    7. tu bibelqitî ango tu bimirî. belqitîn. peyveke hevdudanî ye ku ji belg/pelg û qetînê pêk tê. Yanê pelgê te biqete. li gorî baweriyê pelgê mirovî dema ku mirov dimire ji darê diqete. Ango ew meriv ji darê dunyayê bar dike. belqitiyê kulê jî nifireke ku dibêje:"tu jiber destê kulê bimirî" û hew.



    2013.10.20-02:30 | serhednişîn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » belqitîn

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî