Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
meryem xan - tirşik
meryem xan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yekemîn pêşega stranbèjiya jina kurd.sala 1904 li dergola botanê hatiye dine...



11.05.2014 02:14 | birho_fîlo

2. stranbêja ku xwedê ef û mexfîret bike lê dengê wê qet ne xweş bû.



11.05.2014 16:07 | karmatî

3. Meryemxan jina yekem a kurd e ku stran li ser qewanan qeyd kiriye. Bûye pêşenga vê tiştê.

Ji dêrgula cizîrê ye. Meryemxan di sala 1904'an de Xwedê daye.

Di demeke wilê de stran gotiye ku civak hê stranbêjiya jinan qebûl nake. Lê wê stranên xwe gotine. Serî hildaye. Dixwaze stranên xwe bêje lê mêrê wê rê nadiyê, nahêle, li ser vê meryemxan jî dev ji mêrê xwe berdide tê bexdayê. Di radyoya bexdayê stranên xwe dibêje. Bi gelek hunermendên mezin re stranên xwe gotiye. Bi mihemed arifê cizîrî re pir stran gotine.

Lê di gel vê berxwedana wê jî di nav xizaniyê de li bexdayê miriye.



(bnr: stranbêja yekemîn a kurmancî)



Stranên wê:

*Helîm:



*Weyla li min xerîbê:



*Lorke lorke

*Gulê wey nar wey narê

*Hey berde berde

*Lê lê weso

*Gul şênî şênî

*Mihemedê romî

*Lê lê êmo

*Lê dayê

*Lê lê siwaro

*Ey delal



25.01.2015 09:40 | xendekî

4. Min piştî xwendina pirtûka hurşît baran mendeş fam kir ku li ser jiyana meryem xan gelek agahîyên şaş û xelet li ser înternet û malperan belav bûne. Hurşît baran mendeş li pey şopa meryem xan dimeşîye û li ser jiyana wê gelek agahiyên berfireh pêşkêşî me û xwendevanên xwe kiriye. Ez jî dixwazim li ser jiyana meryem xan çend nîşe ji bo xwendevanên tirşikê parvekim.

Meryem Xan sala 1904an de navçeya basa (girêdayî şirnexê ye) gundê kêrxwerê de hatiye dinyê. Navê bavê wê hecîyê hemo ye. Meryem xan hîn ciwanîya xwe di dawet û civatên kurdan de cîh girtîye. Bi kêf û şahî dengbêjên kurdan guhdarî kirîye.

Bavê meryem xan hecîyê hemo sala 1917an de diçe ber rehma Xwedê. Piştî mirina bavê wê birê wê huseyîn ji aliyê leşkeran tê kuştin. Di demeke nêz de dêya meryem xan jî wefat dike. Êdi di jiyana meryem xanê de tenê birê wê yehya heye.

15 salîyê xwe de meryem xan û yehya koçê gundê çêlka elîyê remo dikin. Meryem xan strana xwe a yekemîn hêlî delal li vê gundê de distre.

Meryem xan sala 1920an de bi halîl înan re dizewice. Lê hev nakin piştî 3 salan dev ji hevdû berdidin.

Piştî vê hevberdinê meryem xan koça bajarê mûsilê dike. Li mûsilê de jî ji hûnera xwe dûr nakeve stranên xwe di nav dawet û civatan pêşkêşî hezkirîyên xwe dike. Demeke kurt de dengê wê belav dibe û di nav xelkê mûsilê de tê naskirin.

Carekî li zaxoyê dawetekî de balafirvanek mûsilî rastê dengê meryem xan tê. Dengê meryem xan gelek diecibîne. Piştî vê hevnasinê dizewicin.

Di wan salan şîrketên îngîlîzî hatibûn bexdayê stranan qeyt dikirin. Meryem xan jî gelek dixwaze dengê xwe qeyt bike vê xwesteka xwe ez ê biçim bexdayê dengê xwe qeyt bikim, hema piştre bimrim bi vê gotinê tîne ziman. Bi vê armancê diçe bexdayê.

Meryem xan plaka xwe a yekemîn sala 1930an de li bexdayê çê dike. Plakên din jî piştre tên. Sala 1939an de radyoya bexdayê nû vedibe. ji bo hilbijartina hunermendan pêşbirkan sazî dikin. Meryem xan vê pêşbirkê de hunermenda yekemîn dijêre.

Meryem xan di wan salan de gelek beste û nêzî 200 stran vedibêje.

Sala 1949an de li bexdayê diçe ber rehma Xwedê.

Cîh û warê wê bihuştên rengîn be.



05.12.2019 11:45 ~2020.05.07 05:27 | kajav

5. hîn 44-45 salî rehmet dike
rehma xwedê lê be
di muzîka kurdî de bûye ekolek



07.05.2020 04:31 | rizgan

6. demekê gelek mêrên kurd evîndarê wê bun



07.05.2020 04:32 | rizgan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» meryem meryemtî
» xaniyê malê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî