Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
ubuntu - tirşik
ubuntu
(6) (0) (11)
di mijarê de bigere

1. pergaleke xebatê pergala xebatê ye ku li ser bingeha linuxê hatiye avakirin. ubuntu di nav pergalên xebatê yên ser bingeha linuxê, ya herî populer e. belaş e û ya herî girîng ew e ku kurdî ya wê jî heye.



30.05.2013 12:48 | simurg56

2. pergala xebatê yê xwediyê du bernameyên bi navê unetbootin û grub customizer ku her car navê wan ji bîr dikim, aha min li vir nivîsand ku ji bîr nekim.



02.06.2013 15:41 | simurg56

3. pergala xebatê ku versiyona 13.10 derketiye.

navê kod ya vê versiyonê Saucy Salamander e.

hinek nûbûnên vê versiyonê de;

- ev versiyon yekemîn versiyona stabîl ya ji bo telefonan e.

- unity 7 barkirî tê. hinek fonksiyonên wê baştir kirine. weke mînak lêgerîna di unityê de êdî dikare zêdetir malper û cihan bihewîne û ev cih û malper bi destî dikarin werin bijartin.

- lêgerîna Friends hatiye ku kêrî lêgerîna nav malperên sosyal de, tê.

- dendika linuxê kirine 3.11

- vlc lêbarkirî tê

- taybetiya "hud" êdî libreoffice'ê de jî dixebite

- sîstem hinekî din leztir bûye



min hê bar nekir loma zêdetir nûbûnan ez jî nizanim. jixwe vêga ser komputera min ne ubuntu lê linux mint barkirî ye.



28.10.2013 19:35 | simurg56

4. pergala ku tenê bi qasî du seetan min kariye ez xwe li ber ragirim û pê re debar bikim.. ji bo kesen hînî wîndowsê bûyîn zehmet e ku êdî qîma xwe bi pergalinên din yên wekê ubuntuyê bîne.. welê bawer dikim di nav çend salekî de versiyona kurmancî jî wê têkeve piyasê.. ji xwe di halê hazir de versiyona wê ya bi soranî heye.. yanî bila kes belesebeb reheta xwe xirab neke, min xirab kir ez poşman bûm..



28.10.2013 23:47 | endazer

5. pergala xebatê ye ku berî 5-6 salan dema min weke yek ji berpirsiyarên koma wergera kurdî, ji bo belavkirinê cd'yên belaş ji wan xwestibû, camêran 100 heb cd ji min re belaş şandin. lê mixabin ji ber zagon û bûrokrasiya nalet ya tirkiyê min nekarî ji gumrikê bistînim.

her çiqas min nivîsa li ser cdyê ya ku digot "ev cd nayên firotin û belaş in û fîlan" nîşanî wan kir, dîsa bênamûsan van cdyên ku ji ewropayê hatine, weke malê tîcaretê hesibandin û ji min bi qasê 200 dolar pere xwestin. tabî min jî nestand û ji wan re hiştin ku bikin qûna xwe ve...



29.12.2013 22:19 | simurg56

6. Pergala ku carina cdiyên wê di gumrika tirk de asê diminîn. Tişta ku niha ez meraq dikim gelo kirin qûna xwe wan cdiyên ku di destê wan de man.



29.12.2013 22:38 | ceso

7. me go başe başe, wê jî di xwe de rît.



13.03.2014 17:16 | dara berrûyê

8. îşelleh wê li rojavayê bibe pergala komputerên saziyan. îro kesek ji rêveberiyê daxwazek wisa ji koma ubuntuya kurdî kiriye.



20.05.2015 23:15 | simurg56

9. ev çend sal e min dixwest ubuntu bar bike lê firset nediket destê min ji şixulan... çend roj berê piştî gengeşiyek 32-64bîtan min pc-ya xwe ya masê kir ubuntu. kêfa min jê hat lê ji ber kevnbûna pc-ya min a masê ez xêra wê nabînim, gelek hêdî ye. lê min karê wê ya laptopa kekê min dît, evîndarî ubuntu bûm. windows zulm e. hew ez vê dibêjim.



zimanê versîyona kurdî ya ubuntu ne pir baş û sax e. yê tirkî hema her tişt ji bilî kodan wergerandine. lê yê kurdî heta hîn di destpêkê de gelek hevokên ingilîzî li cî hiştine. lê ez dibêjim, cardin jî xebateke gelek biqîmet û hurmet e. ez hêvîdarim ku kareke kin wê kêmasiya wergerê ji holê rake.



26.07.2015 00:15 ~2015.11.04 22:18 | biruya hayao miyazaki

10. ya min îro li komputera xwe bar kir. heta niha di komputera min de windows hebû lê vaye heftiyek e venedibû, min jî ubuntu lê bar kir ku bikarim belgeyên xwe xelas bikim.

ji wîndowsê hezar caran çêtir e. ew çi ye yaw her ro her ro pirsgirêkek derdikeve, leza komputerê dibe wek kusiyan. şikir ku ubuntu heye .



04.11.2015 21:51 | brusk56

11. Dema ku min nuh dest bi androîdê kiribû android studio hîn derneketibû, tenê bi eclipseê sepan dihatin çêkirin. Ji ber ku kombersa min amd bû, eclipse ji bo androidê nedixebitî. Min çi kir nekir nebû û herî dawî min Ubuntu saz kir lewre di ubuntuyê de eclipse ji bo androidê jî dixebitî. (Piştî mehekê androîd studio derket) min nêzî 2 mehan filan ubuntu bi kar anî lêê zilm bû. Tê de paint filan tune bû ku min karên xwe yên hêsan bimeşandana. Min her carê windows vedikir karên xww dimeşandin û vedigeriyam ubuntuyê(rizalet bû) piştî derketina android studioyê mehekê filan ez tûmerî vegeriyam windows 7ê û hîn jî windows 7ê bi kar tînim. Carinan karên min bi ubuntuyê dikeve, ji flaşdiskê vedikim û karên xwe dimeşînim.

Welhasil, ji ber ku gelek taybetmendiyên windowsê di ubuntuyê de tune ne, windows ubuntuyê çêtir e. Lê dîsa jî bê ubuntu jiyan nadome *



Herwiha bnr: kali



05.11.2015 01:04 | mergehez

12. pergala xebatê ye. yanî komple sîstemek e. loma divê bi bernameyan neyê tevlîhevkirin.

paint bernameyeke windowsê ye û loma li ser ubuntuyê tune. lê jixwe paint bernameyek çirtovirto ye.

di ubuntuyê de şûna wê gimp heye. gelek serkeftî ye, mîna photoshopê ye, belaş e û can e. paint li ber vê bernameyê, mîna pêlîstokan e.

di ubuntuya xwe de, di termînalê de tenê bê rêzikê binivîse "sudo apt-get install gimp" û di nav deqeyekê de bername wê ji înternetê otomatîk were daxistin û sazkirin.



ubuntu, linux for human beings.



05.11.2015 12:27 | simurg56

13. Here lînkê



05.11.2015 20:26 ~20:29 | dara berrûyê

14. Pergala ezê jî ji bo komputera xwe biceribînim û hêviyên min mezin in.



05.11.2015 21:46 | azadixwaz

15. pergala min li komputera xwe bar kirî. xwedê deh caran belaya xwe bide windows 8ê. hema hindik mabu ez komputera xwe biavêjim; toshiba w30dt-a-104, înşileh ezê êdî neavêjim. min niha dest bi kar kirine kir û ji windowsê gelek baştir e.



12.11.2015 23:39 | azadixwaz

16. rojekê antropologek li afrîkayê, hemû zarokên qebîlê top dike û ji wan re lîstikekê dilîze. hinek fêkiyan datîne bin darekê û ji zarokan re dibêje "emê pêşbaziyekê bikin, di nav we de kî berê here bin darê, bila hemî fêkiyan ew bixwe". lîstik destpê dike, lê ji zarokan kes nareve. hemû ji destê hev digrin û bi hev re diçin bin darê. paşê jî hemû fêkiyan parve dikin û dixwin. antropolog ji wan dipirse "we çima wisa kir?". zarokan: "me ubuntu kir. ger me pêşbazî bikira, yek ji me tenê yê fêkî bixwara. lê bi vî avayî em hemû tev dixwin.



13.11.2015 12:55 | nazim tolhildan

17. êdî hêdî hêdî cihê xwe dihêle ji linux mintê re.

tabî tenê populerîteya xwe dihêle ne girîngiya xwe.



piştî ku ubuntu derbasî navrûya unityê bû, ez jî tê de gelek kesan ji bê navrûya nû hez nekirin.

linux mint jixwe ji berê de hebû, piştî vê gava ubuntuyê, linux mint bi navrûya xwe ya cinnamonê bêtir popûler bû û niha li gorî distrowatch.comê ji ubuntuyê popûlertir e.

lê ew bi xwe jî şaxeke ubuntuyê ye û li ser bingeha ubuntuyê ye. yanî ubuntuya makyajkirî ye.

(bnr: linux mint)



13.11.2015 18:57 | simurg56

18. pergala ez li ser komputera xwe ya toshiba w30dt-a-104 bikar tînim û bi rastî jî ji windowsê pir baştir e lê dîsa jî xwedê bela xwe bide vê komputerê û ne tişteke din.



08.12.2015 11:41 | azadixwaz

19. salê çûyî ji ber sedemê kevnbûna kombersa min ez ketibûm taxa ubuntuyê lê belê ne ubuntu ne jî lubuntu û kbuntu çare nebûbû... min jî bi hêrsî hema ew kombersê avêtibû çopê û laptopekî baş a bi windowsa nû kirîbû. lê ji ber nûbûn û leza wê ya xweş, min ne xwestibû dest biavêjim kombersê.



lê belê... mehek berê min bernameya adobe illustrator daxist û hema ev 20 roj e li ser wê dixebitim. min ew gelek hez kir, hewesa min hema zêdetir dibe, tiştên xweş dixêzînim wekî mîna Here lînkê * lê tiştê ku min ji bîr kir ev e ku ev guhertoya ceribandinê ye û heta ku ez bi pere wê nekirim, bêheylazî nikarim xebatên xwe bidomînim. di vê keliyê de ubuntu hat bîra min, min got, law helbet ew ji bo grafîkê jî bernameyek çêkirine. û erê texmîna min rast derket: bernameyên inkscape û karbon hene. ne yê karbon lê ya ewil, ji bo asta kûrbûnê gelek baş e. (her çiqas illustrator pir baştir bibe jî, a belaş, a xelkê jî xweş e)



dora saet 11ê şevê min dest bi barkirinê kir, çarê sibehê hema her tişt xelas bûbû.



lê îro min çend çewtî dîtin:

a yekem a girîngtir ev bû: min ubuntu li cem windowsê bar kiribû, lê belê vebijarkên ku di vekirina kombersê ve divêt bihata pêşniyazkirin, nedihat. tenê ubuntu derdiket û navê windows derbas nedibû.



min li ser înternetê vekoland û sedema wê dît: ji bo vebûna kombersê, zûtir bibe, windows, ti carî kombersê nagire. wê dide xewekî kûr. ji ber vê jî menuya grubê, windowsê nabîne. çareseriya wê hêsan e:



li ser ubuntuyê:

1. min boot-repair-disk.iso daxist.

2. bi riya vebijarka "dîska destpêkê çê bike", min ew li ser hafizaya usb-yê nivîsand.

3. dawiyê min kombers, li ser vê hafizaya usb-yê da şuxilandin. (destpêkirina şuxilandina vî şiklî li ser biosê pêkan e )

4. du vebijark tê pêşiya meriv. Em a ewil “recommended repair”(rastkirina pêşniyarkirî) hildibijêrin.

Û pirsgirêk xelas dibe.



Pirsgirêka min a duyem ev bû. Çend saetan min kir û nekir, kombers wifi-ya min nas nedikir û navê wê dernedixist, lê belê 1. wifi-yên xelkê didît 2. bi riya kabloyê ez dikarîbum tevlî torê bim. Li ser înternetê gelek kes duçarî vê derdê bûne û li gorî min xwend, tu çare nedîtine. Min du- sê caran kabloya ethernet derxist, nebû. Carekî min ket nava vebijarkên bijkoka înternetê. Êdî ez nizanim, min çi kir, lê pirsgirêk xelasbû û wifi-ya min dit. Happy end. *



Pirsgirêka min a sêyem: klavyeya kurdî! Ji ber ku kurdiya ubuntu ne baş e, nîvco ye, min tirkî hilbijart. Lê meriv dikare klavyeya xwe tercîh bike. 7 heban bi “kurdish” û 6 “kurtçe” hene. Xeynî erebiya kurdishê yên din cureyên hev in. a herî baş, li gorî min "kurdî (surî, latin q)" ye. dişibe klavyeya tirkî ku kesên ji tirkî hîn bûne. Ferqa wan ev e: ı-ya tirkî i; ü, û; ö, ê ye. Him bi serê xwe x heye, him jî ğ-ya tirkî dibe x. meriv li ser klavyeya tirkî, ji bo herfên ê, û, î, divê berê pêl bijkokên caps lock+ ^+ (wan herfan a bê kumik) bike. Bira hinekî derbas bibe, tevliheviya van herfan here, ez ê nîmeta wê bibînim.



(dema ez li cihê peyam-nivîsê dinivîsînim, li aliyekî pergal, rastnivîsa min kontrol dike. xwedêyo, sirf ji bo vê kêfxweşiyê meriv dikare ubuntu daxîne. * )





19.05.2016 22:55 ~2016.05.20 21:02 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ubuntu edge

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî