20. sîstema ku ger mirov rêkurtan eyar bike, dikare weke mînak bi ctrl-shift klavyeyê di navbera tirkî û kurdî de pevbiguhere. ez wisa bi kar tînim. |
|
20.05.2016 19:26 |
simurg56
|
21. bi saya simurg56 min dît ku guhertina klavyeyan jî gelek hêsan e. ez jî mîna wî, rêkurta guhertinê kir "ctrl-shift" û barê têketina han deran çû. saet xweş. |
|
20.05.2016 21:06 |
biruya hayao miyazaki
|
22. pergala ku wergera wê û bikaranîna wê li rojavayê jî ketiye rojevê. ji bo vê yekê projeyek amade kirine. |
|
10.06.2016 22:21 |
simurg56
|
23. Here lînkê Kurdish Team a ku wan ji bo wergerandina ubuntuyê gelek xebat kiriye, xuya ye dev ji karê berdaye. ji bo kevn bûn û terikandina wan nîşan bide, hîn li rûpelê ev hevok heye: "Di nîsana 2008'an de guhartoya Ubuntu 8.10 derket." lînkên ku wan li rûpela xwe ya li ubuntuyê daye, hema bibêjin giş ji holê rabûne, naxebitin. |
|
12.06.2016 13:38 ~13:39 |
biruya hayao miyazaki
|
24. pergala ku gavek gelek girîng avêtiyeç lê xwezî vê gavê berî 10 salan biavêtan. |
|
25.06.2016 22:35 |
simurg56
|
25. di versiyona 16.04ê de pirsgirêka wi-fi heye. û li ubuntuya tirkî keseke çareseriya wê nizane.mecbûr ez vegeriyam 15.04ê*, ji ber ku piştgirya wê xelas buye, min versiyona 15.10ê bilind kir. lê belê ji ber ku min li "rojanekirin"ê çêkir, vê car jî lerza kombersê hêdî bû. asoxî gelek nêzîk e ku ez dest bi çareyê bixim. li benda min bin. (ha 14.10 ji hemû baştir e. bêdilî ezê bikim 16.04) |
|
26.06.2016 00:12 |
biruya hayao miyazaki
|
26. Min hema du sal berê di heman mehê de qala ubuntuyê kiriye. Êdî dizanim! mîna perîyodên jinan a ketinê kinca, perîyodên min jî hene ji bo Ubuntu, wîkî, blog, xwendina pirtûk û temaşekirina fîlman û hwd. Niha di perîyoda xwe ya Ubuntuyê me. Helbet her tişt ne wek du sal berê ne. |
|
23.06.2018 11:28 ~18:48 |
biruya hayao miyazaki
|
27. sîstema ku li ser komputera min ya li nexweşxaneyê jî sazkirî ye û bi saya wê di nexweşxaneyê de tenê ez dikarim ji mala xwe order bidim, reçete binivîsim û li fîlman binêrim * |
|
24.06.2018 14:24 |
simurg56
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |