Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    ubuntu - tirşik
    ubuntu
    (6) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. pergaleke xebatê pergala xebatê ye ku li ser bingeha linuxê hatiye avakirin. ubuntu di nav pergalên xebatê yên ser bingeha linuxê, ya herî populer e. belaş e û ya herî girîng ew e ku kurdî ya wê jî heye.



    2013.05.30-12:48 | simurg56

    2. pergala xebatê yê xwediyê du bernameyên bi navê unetbootin û grub customizer ku her car navê wan ji bîr dikim, aha min li vir nivîsand ku ji bîr nekim.



    2013.06.02-15:41 | simurg56

    3. pergala xebatê ku versiyona 13.10 derketiye.

    navê kod ya vê versiyonê Saucy Salamander e.

    hinek nûbûnên vê versiyonê de;

    - ev versiyon yekemîn versiyona stabîl ya ji bo telefonan e.

    - unity 7 barkirî tê. hinek fonksiyonên wê baştir kirine. weke mînak lêgerîna di unityê de êdî dikare zêdetir malper û cihan bihewîne û ev cih û malper bi destî dikarin werin bijartin.

    - lêgerîna Friends hatiye ku kêrî lêgerîna nav malperên sosyal de, tê.

    - dendika linuxê kirine 3.11

    - vlc lêbarkirî tê

    - taybetiya "hud" êdî libreoffice'ê de jî dixebite

    - sîstem hinekî din leztir bûye



    min hê bar nekir loma zêdetir nûbûnan ez jî nizanim. jixwe vêga ser komputera min ne ubuntu lê linux mint barkirî ye.



    2013.10.28-19:35 | simurg56

    4. pergala ku tenê bi qasî du seetan min kariye ez xwe li ber ragirim û pê re debar bikim.. ji bo kesen hînî wîndowsê bûyîn zehmet e ku êdî qîma xwe bi pergalinên din yên wekê ubuntuyê bîne.. welê bawer dikim di nav çend salekî de versiyona kurmancî jî wê têkeve piyasê.. ji xwe di halê hazir de versiyona wê ya bi soranî heye.. yanî bila kes belesebeb reheta xwe xirab neke, min xirab kir ez poşman bûm..



    2013.10.28-23:47 | endazer

    5. pergala xebatê ye ku berî 5-6 salan dema min weke yek ji berpirsiyarên koma wergera kurdî, ji bo belavkirinê cd'yên belaş ji wan xwestibû, camêran 100 heb cd ji min re belaş şandin. lê mixabin ji ber zagon û bûrokrasiya nalet ya tirkiyê min nekarî ji gumrikê bistînim.

    her çiqas min nivîsa li ser cdyê ya ku digot "ev cd nayên firotin û belaş in û fîlan" nîşanî wan kir, dîsa bênamûsan van cdyên ku ji ewropayê hatine, weke malê tîcaretê hesibandin û ji min bi qasê 200 dolar pere xwestin. tabî min jî nestand û ji wan re hiştin ku bikin qûna xwe ve...



    2013.12.29-22:19 | simurg56

    6. Pergala ku carina cdiyên wê di gumrika tirk de asê diminîn. Tişta ku niha ez meraq dikim gelo kirin qûna xwe wan cdiyên ku di destê wan de man.



    2013.12.29-22:38 | ceso

    7. me go başe başe, wê jî di xwe de rît.



    2014.03.13-17:16 | dara berrûyê

    9. îşelleh wê li rojavayê bibe pergala komputerên saziyan. îro kesek ji rêveberiyê daxwazek wisa ji koma ubuntuya kurdî kiriye.



    2015.05.20-23:15 | simurg56

    10. ev çend sal e min dixwest ubuntu bar bike lê firset nediket destê min ji şixulan... çend roj berê piştî gengeşiyek 32-64bîtan min pc-ya xwe ya masê kir ubuntu. kêfa min jê hat lê ji ber kevnbûna pc-ya min a masê ez xêra wê nabînim, gelek hêdî ye. lê min karê wê ya laptopa kekê min dît, evîndarî ubuntu bûm. windows zulm e. hew ez vê dibêjim.



    zimanê versîyona kurdî ya ubuntu ne pir baş û sax e. yê tirkî hema her tişt ji bilî kodan wergerandine. lê yê kurdî heta hîn di destpêkê de gelek hevokên ingilîzî li cî hiştine. lê ez dibêjim, cardin jî xebateke gelek biqîmet û hurmet e. ez hêvîdarim ku kareke kin wê kêmasiya wergerê ji holê rake.



    2015.07.26-00:15 [guhertin:2015.11.04 22:18]| biruya hayao miyazaki

    11. ya min îro li komputera xwe bar kir. heta niha di komputera min de windows hebû lê vaye heftiyek e venedibû, min jî ubuntu lê bar kir ku bikarim belgeyên xwe xelas bikim.

    ji wîndowsê hezar caran çêtir e. ew çi ye yaw her ro her ro pirsgirêkek derdikeve, leza komputerê dibe wek kusiyan. şikir ku ubuntu heye .



    2015.11.04-21:51 | brusk56

    12. Dema ku min nuh dest bi androîdê kiribû android studio hîn derneketibû, tenê bi eclipseê sepan dihatin çêkirin. Ji ber ku kombersa min amd bû, eclipse ji bo androidê nedixebitî. Min çi kir nekir nebû û herî dawî min Ubuntu saz kir lewre di ubuntuyê de eclipse ji bo androidê jî dixebitî. (Piştî mehekê androîd studio derket) min nêzî 2 mehan filan ubuntu bi kar anî lêê zilm bû. Tê de paint filan tune bû ku min karên xwe yên hêsan bimeşandana. Min her carê windows vedikir karên xww dimeşandin û vedigeriyam ubuntuyê(rizalet bû) piştî derketina android studioyê mehekê filan ez tûmerî vegeriyam windows 7ê û hîn jî windows 7ê bi kar tînim. Carinan karên min bi ubuntuyê dikeve, ji flaşdiskê vedikim û karên xwe dimeşînim.

    Welhasil, ji ber ku gelek taybetmendiyên windowsê di ubuntuyê de tune ne, windows ubuntuyê çêtir e. Lê dîsa jî bê ubuntu jiyan nadome *



    Herwiha bnr: kali



    2015.11.05-01:04 | mergehez

    13. pergala xebatê ye. yanî komple sîstemek e. loma divê bi bernameyan neyê tevlîhevkirin.

    paint bernameyeke windowsê ye û loma li ser ubuntuyê tune. lê jixwe paint bernameyek çirtovirto ye.

    di ubuntuyê de şûna wê gimp heye. gelek serkeftî ye, mîna photoshopê ye, belaş e û can e. paint li ber vê bernameyê, mîna pêlîstokan e.

    di ubuntuya xwe de, di termînalê de tenê bê rêzikê binivîse "sudo apt-get install gimp" û di nav deqeyekê de bername wê ji înternetê otomatîk were daxistin û sazkirin.



    ubuntu, linux for human beings.



    2015.11.05-12:27 | simurg56

    14. Here lînkê



    2015.11.05-20:26 [guhertin:2015.11.05 20:29]| dara berrûyê

    15. Pergala ezê jî ji bo komputera xwe biceribînim û hêviyên min mezin in.



    2015.11.05-21:46 | azadixwaz

    16. pergala min li komputera xwe bar kirî. xwedê deh caran belaya xwe bide windows 8ê. hema hindik mabu ez komputera xwe biavêjim; toshiba w30dt-a-104, înşileh ezê êdî neavêjim. min niha dest bi kar kirine kir û ji windowsê gelek baştir e.



    2015.11.12-23:39 | azadixwaz

    17. rojekê antropologek li afrîkayê, hemû zarokên qebîlê top dike û ji wan re lîstikekê dilîze. hinek fêkiyan datîne bin darekê û ji zarokan re dibêje "emê pêşbaziyekê bikin, di nav we de kî berê here bin darê, bila hemî fêkiyan ew bixwe". lîstik destpê dike, lê ji zarokan kes nareve. hemû ji destê hev digrin û bi hev re diçin bin darê. paşê jî hemû fêkiyan parve dikin û dixwin. antropolog ji wan dipirse "we çima wisa kir?". zarokan: "me ubuntu kir. ger me pêşbazî bikira, yek ji me tenê yê fêkî bixwara. lê bi vî avayî em hemû tev dixwin.



    2015.11.13-12:55 | nazim tolhildan

    18. êdî hêdî hêdî cihê xwe dihêle ji linux mintê re.

    tabî tenê populerîteya xwe dihêle ne girîngiya xwe.



    piştî ku ubuntu derbasî navrûya unityê bû, ez jî tê de gelek kesan ji bê navrûya nû hez nekirin.

    linux mint jixwe ji berê de hebû, piştî vê gava ubuntuyê, linux mint bi navrûya xwe ya cinnamonê bêtir popûler bû û niha li gorî distrowatch.comê ji ubuntuyê popûlertir e.

    lê ew bi xwe jî şaxeke ubuntuyê ye û li ser bingeha ubuntuyê ye. yanî ubuntuya makyajkirî ye.

    (bnr: linux mint)



    2015.11.13-18:57 | simurg56

    19. pergala ez li ser komputera xwe ya toshiba w30dt-a-104 bikar tînim û bi rastî jî ji windowsê pir baştir e lê dîsa jî xwedê bela xwe bide vê komputerê û ne tişteke din.



    2015.12.08-11:41 | azadixwaz

    20. salê çûyî ji ber sedemê kevnbûna kombersa min ez ketibûm taxa ubuntuyê lê belê ne ubuntu ne jî lubuntu û kbuntu çare nebûbû... min jî bi hêrsî hema ew kombersê avêtibû çopê û laptopekî baş a bi windowsa nû kirîbû. lê ji ber nûbûn û leza wê ya xweş, min ne xwestibû dest biavêjim kombersê.



    lê belê... mehek berê min bernameya adobe illustrator daxist û hema ev 20 roj e li ser wê dixebitim. min ew gelek hez kir, hewesa min hema zêdetir dibe, tiştên xweş dixêzînim wekî mîna Here lînkê * lê tiştê ku min ji bîr kir ev e ku ev guhertoya ceribandinê ye û heta ku ez bi pere wê nekirim, bêheylazî nikarim xebatên xwe bidomînim. di vê keliyê de ubuntu hat bîra min, min got, law helbet ew ji bo grafîkê jî bernameyek çêkirine. û erê texmîna min rast derket: bernameyên inkscape û karbon hene. ne yê karbon lê ya ewil, ji bo asta kûrbûnê gelek baş e. (her çiqas illustrator pir baştir bibe jî, a belaş, a xelkê jî xweş e)



    dora saet 11ê şevê min dest bi barkirinê kir, çarê sibehê hema her tişt xelas bûbû.



    lê îro min çend çewtî dîtin:

    a yekem a girîngtir ev bû: min ubuntu li cem windowsê bar kiribû, lê belê vebijarkên ku di vekirina kombersê ve divêt bihata pêşniyazkirin, nedihat. tenê ubuntu derdiket û navê windows derbas nedibû.



    min li ser înternetê vekoland û sedema wê dît: ji bo vebûna kombersê, zûtir bibe, windows, ti carî kombersê nagire. wê dide xewekî kûr. ji ber vê jî menuya grubê, windowsê nabîne. çareseriya wê hêsan e:



    li ser ubuntuyê:

    1. min boot-repair-disk.iso daxist.

    2. bi riya vebijarka "dîska destpêkê çê bike", min ew li ser hafizaya usb-yê nivîsand.

    3. dawiyê min kombers, li ser vê hafizaya usb-yê da şuxilandin. (destpêkirina şuxilandina vî şiklî li ser biosê pêkan e )

    4. du vebijark tê pêşiya meriv. Em a ewil “recommended repair”(rastkirina pêşniyarkirî) hildibijêrin.

    Û pirsgirêk xelas dibe.



    Pirsgirêka min a duyem ev bû. Çend saetan min kir û nekir, kombers wifi-ya min nas nedikir û navê wê dernedixist, lê belê 1. wifi-yên xelkê didît 2. bi riya kabloyê ez dikarîbum tevlî torê bim. Li ser înternetê gelek kes duçarî vê derdê bûne û li gorî min xwend, tu çare nedîtine. Min du- sê caran kabloya ethernet derxist, nebû. Carekî min ket nava vebijarkên bijkoka înternetê. Êdî ez nizanim, min çi kir, lê pirsgirêk xelasbû û wifi-ya min dit. Happy end. *



    Pirsgirêka min a sêyem: klavyeya kurdî! Ji ber ku kurdiya ubuntu ne baş e, nîvco ye, min tirkî hilbijart. Lê meriv dikare klavyeya xwe tercîh bike. 7 heban bi “kurdish” û 6 “kurtçe” hene. Xeynî erebiya kurdishê yên din cureyên hev in. a herî baş, li gorî min "kurdî (surî, latin q)" ye. dişibe klavyeya tirkî ku kesên ji tirkî hîn bûne. Ferqa wan ev e: ı-ya tirkî i; ü, û; ö, ê ye. Him bi serê xwe x heye, him jî ğ-ya tirkî dibe x. meriv li ser klavyeya tirkî, ji bo herfên ê, û, î, divê berê pêl bijkokên caps lock+ ^+ (wan herfan a bê kumik) bike. Bira hinekî derbas bibe, tevliheviya van herfan here, ez ê nîmeta wê bibînim.



    (dema ez li cihê peyam-nivîsê dinivîsînim, li aliyekî pergal, rastnivîsa min kontrol dike. xwedêyo, sirf ji bo vê kêfxweşiyê meriv dikare ubuntu daxîne. * )





    2016.05.19-22:55 [guhertin:2016.05.20 21:02]| biruya hayao miyazaki

    21. sîstema ku ger mirov rêkurtan eyar bike, dikare weke mînak bi ctrl-shift klavyeyê di navbera tirkî û kurdî de pevbiguhere. ez wisa bi kar tînim.



    2016.05.20-19:26 | simurg56

    22. bi saya simurg56 min dît ku guhertina klavyeyan jî gelek hêsan e. ez jî mîna wî, rêkurta guhertinê kir "ctrl-shift" û barê têketina han deran çû. saet xweş.



    2016.05.20-21:06 | biruya hayao miyazaki

    23. pergala ku wergera wê û bikaranîna wê li rojavayê jî ketiye rojevê. ji bo vê yekê projeyek amade kirine.

    armanca wan ya sereke, wergerandina bernameyên kdenlive, krita, inkscape, audacity, ardour, scribusû hwd.



    Here lînkê



    2016.06.10-22:21 | simurg56

    24. Here lînkê Kurdish Team a ku wan ji bo wergerandina ubuntuyê gelek xebat kiriye, xuya ye dev ji karê berdaye. ji bo kevn bûn û terikandina wan nîşan bide, hîn li rûpelê ev hevok heye: "Di nîsana 2008'an de guhartoya Ubuntu 8.10 derket." lînkên ku wan li rûpela xwe ya li ubuntuyê daye, hema bibêjin giş ji holê rabûne, naxebitin.



    wê çawa bibe, nizanim. * yên îngilîzî jî dizanin, hema bira dest bide karekî. kerba ezê îngilîzî hîn bibim.



    2016.06.12-13:38 [guhertin:2016.06.12 13:39]| biruya hayao miyazaki

    25. pergala ku gavek gelek girîng avêtiyeç lê xwezî vê gavê berî 10 salan biavêtan.



    êdî ubuntu wê hêdî hêdî derbasî paketên snap bibe. yanî wê dev ji .deb berde. (mîna .exe'ya windowsê). bi vî awayî wê bername bikarin ji paketekê werin sazkirin. him wê belavkirina bernameyan hêsantir bibe. pêdiviya bi "navenda bernameyan" kêmtir bibe him jî wê êdî bernameyên ku bikarahêner saz kirine, ji navenda ubuntuyê were veqetandin û bi saya vê yekê wê sîstem hinek din qewî bibe.



    berî 11 salan min cara ewil xwest ubuntuyê li ser komputera xwe saz bikim. lê ji ber ku wê demê înternet ne evqas berbilav bû, li mala min jî tune bû. loma min nedikariya bernameyan li ser ubuntuyê saz bikim. ji ber ku mirov nedikariye her li înternet kafeyê bernameyek daxe û were malê li ser komputera xwe saz bike.

    sedema vê yekê ew bû ku di ubuntuyê de, bername tenê pelên xwe yên bingehîn/taybet tînin. paket/scrîpt û tiştên din yên binghîn naynin ji ber ku ew jixwe di ubuntuyê de hene. bi saya vê yekê sîstem siviktir dimîne fîlan lê ji bo yên mîna min bûbû îşkence. heta navê wê jî hebû: dependency hell Here lînkê



    2016.06.25-22:35 | simurg56

    26. di versiyona 16.04ê de pirsgirêka wi-fi heye. û li ubuntuya tirkî keseke çareseriya wê nizane.mecbûr ez vegeriyam 15.04ê*, ji ber ku piştgirya wê xelas buye, min versiyona 15.10ê bilind kir. lê belê ji ber ku min li "rojanekirin"ê çêkir, vê car jî lerza kombersê hêdî bû. asoxî gelek nêzîk e ku ez dest bi çareyê bixim. li benda min bin. (ha 14.10 ji hemû baştir e. bêdilî ezê bikim 16.04)



    a min ji snapê fêm kir, heger înternetê meriv tune be xêra wê heye lê heger înternetê te hebe, karê te bi wê re tune ye, ji ber ku bi xwe navenda bernameyan her tişt dihewîne.



    2016.06.26-00:12 | biruya hayao miyazaki

    27. Min hema du sal berê di heman mehê de qala ubuntuyê kiriye. Êdî dizanim! mîna perîyodên jinan a ketinê kinca, perîyodên min jî hene ji bo Ubuntu, wîkî, blog, xwendina pirtûk û temaşekirina fîlman û hwd. Niha di perîyoda xwe ya Ubuntuyê me. Helbet her tişt ne wek du sal berê ne.

    1. Ubuntu qûlipî 18.04 LTS (yên beta zêdetir e niha). Ji ber di 16.04 û 17.04 de pirsgirêka wifiyê hebû, bi êş û keleman elementary osê saz kiribûm. ha ew jî mîna şekirê şamê ye bi ser de ez teama deepin os jî neriyame, ew jî oxşşş. lê ubuntu evîna min a pêşî ye. Di 18.04ê de tu pirsgirêka wifiyê tune ye. lê...

    2. di 18.04ê de êdî meriv bi tika rast a mişka xwe nikare pêşekê derxe. ji bo wê divê mişka touch-ê ya li ser leptopê ye, meriv bi du tiliya xwe pêlê bike. di vê qadê de gelek tiştên nû hene. lê helbet tweaksa sehirbazê derfetê dide guherandinê.

    3. Simurg li jor qal kiriye, belê hevkariya ubuntuyê bi snapê pirtir bûye. ji ber wê ye ku êdî ji sepanên ne nivîsbariya azad re jî (mîna skype, telegram...) li dikanên ubuntuyê tê cihdayîn. heke ne şaş bim, ev furya ji aliyê deepin osê hatibû destpêkirin. lê ferqa ubuntu ji wê ev e ku dikana ubuntu cih nedaye gerokan, ji ber firefoxê/hevkarê xwe. lê helbet daxistin û sazkirina opera, chrome, vivaldi, yandexê qasî tikekî hêsan e.

    4. di vê guhertoya ubuntuyê de (18.04 bionicê) piştgiriya pakêta zimanê kurdî qasî %9 e. erê. heke hûn bixwazin Ubuntuyê bi kurdî bi kar bînin mîna min, divê hûn tenê bi sedî 9ê tatmîn bi ya na, ya na... erê ya na tune ye. na, na heye:

    min û sê çar heval got, çima yaw. erê, mixabin îngiliziya me ne baş e lê hema nebû peldankên bingehîn em dikarin wergerînin. dema kombers vedibe û dîmendera têketinê vedibe, hah ew "têkeve - betal bike" jî tirkî/îngilîzî ne yaw. hinekî dîqet, hinekî bikaranîna translate û wîkîferheng û piçekî jî îngilîzî... me got, bi koordîneyî em dikarin û me dest bi wergerê kir. niha di facebookê de komekî bi navê "wergerên komputergeriyê (kurdî/kurmancî)" heye, me ji bo ragihandin, parvekirin, pêşniyaz û rexneyê ava kir. ji kerema xwe tevlî me bin.

    Here lînkê



    2018.06.23-11:28 [guhertin:2018.06.23 18:48]| biruya hayao miyazaki

    28. sîstema ku li ser komputera min ya li nexweşxaneyê jî sazkirî ye û bi saya wê di nexweşxaneyê de tenê ez dikarim ji mala xwe order bidim, reçete binivîsim û li fîlman binêrim *
    her bijî lînux.



    2018.06.24-14:24 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    endazer [3]
    (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) (vbnr: tülay ne olur geri dön...
    gulêê [1]
    YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek cara...
    gîska gerok [1]
    gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje. Di destpêkê de...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ubuntu edge

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî