Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
roja zimanê kurdî - tirşik
roja zimanê kurdî
(13) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji bona roja zimanê Kurdî 15 Gulanê li Bakûrê Kurdistanê ev roj tê pîroz kirin, di 15 ê Gulanê de yekemîn hejmara kovara Hawarê derket û ev roj ji sala 2006`an ve wek roja zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê hate pejirandin.



Roja 15 Gulanê, salvegera kovara Kurdî ya bi navê (Hawarê)`ye ku di sala 1932’yan de, ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve bi tîpên latînî li bajarê Şamê yekemîn hejmara Hawarê hatibû derxistin.



Bi vê helkeftê, li bakûrê Kurdistanê hefteyekê bi çalakiyên cihêreng cejna zimanê Kurdî bi civîn û semîner û şanoyan tê pîroz kirin û di civînan de girîngiya zimanê dayikê ji gel re tê nirxandin.



Her weha di hemû çalakiyan de li ser rola kovara Hawarê di parastina ziman û perwerdeya Kurdî wek gaveke dîrokî dê were nirxandin.



11.05.2014 15:03 | renas

2. (bnr: roja zimanê dayîkê)



11.05.2014 15:04 | renas

3. roja ku ez bi kesên tirkîaxêvin lê tenê vê rojê bi Kurdî dipeyivin re tirkî dipeyivim e.



(bnr: error) *



02.01.2015 21:42 | berxweda

4. 15ê gulanê ye. Roja Zimanê Kurdî Pîroz be!
Here lînkê



15.05.2017 17:43 ~17:44 | cûndûllah el-kurdî

5. (bnr: ooo rîtüel alırım bir al)



15.05.2017 22:08 | ferhenga şikestî

6. Pîroz be îro roja zimanê Kurdî ye
Bê ziman jiyan nabe
Hewce ye, her yek ji me di cihê xwe de, kesên zanist li ser zanistiya xwe, ji ziman re kar û xebat bikin.



15.05.2020 06:04 | afa

7. Ewro yo. Ziwan estbiyayîşê ma yo. Ma bi no ziwan estê ma bi no ziwan kêfweş î. Rojê ziwanê Kurdkî pîroz bo.



15.05.2020 07:34 ~07:34 | kajav

8. Ez nizanibûm roja kurdî heye. Sipas dikim tirşik ji bo hişyar kirine. Roja kurdîya me pîroz bê. *



15.05.2020 08:56 | tekoser

9. îro di taşteyê de em hemû malbat bi riya duoyê hevdîtinek pêk anî û tenê bi kurdî peyivîn, beyî xwesteka min. (jbk her car zorê li wan didim ku bipeyivin.) qey ji ber dêûbavê min jî tevlî hevdîtinê bûbûn, yên mayî jî hewl dan kurmancî bipeyivin. her wiha pir kêfa min pê hat. lê sehneya herî xweş ev bû:

birê min ê navîn------>ha apo hayao ka lê binêre wê delalê çi dibêje.
delala biçûk------>(6 salî ye) apo ez kulmancî zanim.
hayao------>ez qulbanka zimankê te bim.
bmn------>(bi pistepistî) bê apo xwedê neke
db------>xwede neke apoo.
...
db: iii...iimm... ez bi dayka xwe le kulmancî dipeyivim. e.*
h: wa! tu dibêjî çi?
db: yadê bi min le kulmancî bipeyive. ez mezin bûm.
h: aferin ji te re.
db: (bi hêcaneke mezin) ez dibêjim yadê ez ê filagan* bişom.
h: keçê tu pir jîr î ha!
db: e. iiimm... apo zalok tv venabe.
h: haho! ha keko! ma te hîn eyar nekir.
db: na nekil.
bmn: bêlome. min kir, nakişîne bavo! ez ê antênê radim xwe!
db: hi? ---error---baaa-baaa!



15.05.2020 11:33 ~11:33 | biruya hayao miyazaki

10. 15ê gulanê ye.15'ê Gulanê li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Taybetîya vê rojê destpêka weşana Kovara Hawarê ye ku di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî û Kurdî hatîye weşandin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Cejna me pîroz be!



15.05.2020 12:01 | de facto hozan

11. Roja ku ez dixwazim bi risteyek strana Aram Tîgran pîroz bikim.
Pir xweş awaz e, letîf û naz e letîf û naz e zimanê Kurdî.
Roja zimanê me yê ku li dijî bişaftinê û tunekirinê heta vê rojê xwe parastiye li hemû Kurdan pîroz be.



15.05.2020 13:35 | xabûrî

12. kêngî gelê hemû bakûr bi zimanê xwe bi axifin an jî xeberdin ev roja ji bo mi pîroz be.
li vê demê mixabin ser instagramê tenê mi roja zimanê me pîroz kir. mala mi ava kıskıksksıs
alî din roja zimanê kurdî pîroz be, ji bo piştgirîya zimanê me hemû nivîskara tirşikê ra spas dikim, hun her hebin



15.05.2020 15:29 | doesntmatter

13. çejna ku bi piranî bi taga tê pîrozkirin.
lê di rojanê de:
heft sala çû seferê dîsa hat wek kerê berê



15.05.2020 16:35 | merwano

14. Cegerxwînê gewre dîwana xwe ya "kî me ez?" de dibêje ku:

"Em çendan rêber pir hosta û jîr
Me serguherî hev kirne ev bîr
Çend sal li ser hev ev hawar û qîr
Medxwest bibî şêr, lê tu bûyî kew"

hêvîdar im em her û her bibin şêrê zimanê xwe û roja zimanê kurdî pîroz be*



15.05.2020 17:50 | rizgarm

15. Ziman peykerek ava dike ji peyvan.
Tu bi kîjan peyva biaxivi yê peykerekî bi wî zimanî ava bikî.



16.05.2020 12:59 | spînozayî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja welat
» zimanê rûsî
» kurdîgeh.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî