Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
honaka zanistî - tirşik
honaka zanistî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva ku min îro yekem car dît. hemwateya xeyalê zanistî ye. li înternetê hema bêje tenê di nivîsên danasîna pirtûka Qolyeya Cécileê de, peyda dibe.

bi ya min ji bo vê cûreya pirtûkan/fîlman, biwêja xeyalê zanistî xweştir r.



11.05.2014 22:38 | simurg56

2. bnr: xeyalê zanistî/13495



11.05.2014 22:41 | ceso

3. yek ji xeyala min ev e ku malperek kurdî li ser honaka zanistî ava bikim û tê de wergerên beşên xweş ên -bi taybetî yên herî hêja- berhemên mezin ên vê wêjeyê bi cih bikim. dibe ku baldarên vê cureyê bicivin lê nizanim, kurdî ji bo vî tiştî amade ye an na nizanim.

lîsteya min a xwendinê ev in:

bêwar - ursula kroeber le guin
gerstêrka meymûnan - pierre boulle
jinistan - charlotte perkins gilman
mîlyar sal bol qiyametê - boris strugatski
demmaşîn - h. g. wells
i, robot - isaac asimov
keçikên hov - ursula kroeber le guin
rêzeromana weqfê - isaac asimov
dawiya zarokatiyê - arthur c. clarke
gerstêrka sirgûniyê - ursula kroeber le guin
fahrenheit 451 - ray bradbury
va mirov - michael moorcock
brave new world - aldous huxley
frankenstein - mary shelley
şerê naqede - joe haldeman

hwd.



26.11.2019 21:59 ~22:16 | biruya hayao miyazaki

4. Cûreya pirtûkan e, ku ez qet fêm nakim çawa @biruya Hayao Miyazaki di lîsteya xwe ya jor de li dune ji aliyê frank herbert ve û ender's game ji aliyê orson scott card ve zêde nekiriye. Bi taybetî, dune pirtûkeke herî xweş ya ji honaka zanistîyê ye. Ender's Game jî pir xweş e lê ez ji pirtûka duyemîn a wê (speaker for the dead) zêdetir hez dikim.



16.12.2019 03:18 ~03:19 | serfiraz hêvî

5. çima di her ravekê de qertaf lê bar dikin? ango aya honakê û îya zanistê em jê bibin wê baştir nebe gelo: honakzanist.

wek çavşîn, diljar, çûnxweş û hwd.



31.01.2020 12:39 ~14:52 | tizbîkêş

6. nexweşxane/121274
di van rojan de hemû cîhan bûye wekî fîlmekê honaka zanistî ya ji mehan pêk tê. berî şewb li hemû cîhanê belav bibe, min li fîlma contagionê temaşe kiribû ku wê demê nûçeyên wuhanê diket dîmendera min a feedlyyê.. min fîlm bir tirsekî giran xelas kiribû. asoxî ev fîlm bû fragman û hêdî hêdî hemû cîhan bû rêdana jubîleya vê fîlmê.

û fîlmên dîstopîk ên honaka zanistî tenê di nav dîmenderên alavên teknolojîk de xweş in, ne li ser rûyê erdê.



27.04.2020 22:44 ~22:44 | biruya hayao miyazaki

7. peyva go tune ye û binbandorbûyîna kurdî ya ji aliyê tirkî şanî me dike. peyva orjînal û ya go divê jê were wergerandin îngîlîzî ye; science fiction. lê çûne ji bilim kurguya tirkî wergerandine. bera yekî ji min ra bibêje çima peyvên me divê ji tirkî were wergerandin? weke go her kes dizane pêwendiyeke linguîstîk bi tirkî nîn e lê hê jî zimanê tirkî weka referansek dibînin û peyvên nû yên kurdî li gorî tirkî werdigerînin.

ya rast;

(bnr: xeyalê zanistî)

sererast: nizam ji kû dîtine lê fiction ne manaya honakê ye. çiqa nêzîk bê jî rasterast naye wê wateye;

Here lînkê

bi rastî jî ne hewce ye mirov li ser peyveke bikeve niqaşê lê bi gelemperî rewşa wergerên kurdî li bin bandora tirkî ye.



13.12.2020 13:21 ~15:32 | hueyn

8. fiction ji xeyalê zêdetir wateya honak û pevbestinê dide, jixwe xeyal û honak zêde ji hev ne cûda ne. yanî honaka zanistî peyveke dirust e, bi min.



13.12.2020 14:13 | keyomerd

9. science: zanist
fiction: çîroksazî, honak

navê çêkirina/nivîsandina tekstên wêjeyî [çîrok, roman hwd.] honandin/hûnandin e. berhemê ku ji honandinê derdikevin honak in. bo bikaranîna van lêkeran jkx li gotaran binêrin: kovarên wêje û rexne, zarema û yên din.

xeyal? tê bibêjî qey di roman û çîrokên realîst û romantîk û polîsiye û tirsnak û operaya fezayî de xeyal tune ye, mêrikek rabûye peyvê xeyal kiriye navê cureya science fiction ku peyva xeyal tu carî nikare şûna fictiona "science fiction"ê bigire herçiqas ji çend noqteyan ve têkeve hihûdên wê jî. tew hingî ji xwe bawer in, mirov diheyire. lê divê bê bibîranîn ku li vir ji xeyalê zêdetir, têgih balê dikişîna honandina xeyalan. bêyî honandina wan tu maneya xeyalên zanistî tune ye ku wêje ne şîrketa patentan e û bi rêzkirina xeyalên zanistî mirov nagihije berhemên wêjeyî.

kurdên me ecêb in wele, dilê me pê dişewite. îja bi ya gotina bilbilê îngilizî honaka zanistî ji îngilîzî nehatiye wergerandin lê bi mentiqa tirkî hatiye çêkirin yanî teqlîd e. bertekê didin wê û jê re peyveke din pêşnîyaz dikin a ku erebî ye. * (bnr: xeyal) tew peyva xeyal/xiyal ne nêr e, mê ye. divê pêşnîyaza wan bibe xeyala zanistî. lê bila ew bi xwe bifikirin. ji aliyê din ev xeyalê zanistî jî ne pêşniyazên wan ên resen in: ji soranî hatiye wergerandin: xeyalî zanistî. ka bifikirin hevalên delal ew ji kê standine? binêrin nabêjim wergerandine, standine: ji erebî: خيال علمي yanî xeyal(~un) 'ilmî. hema herfek din tevlî nivîsa xwe kiriye. xwedêkî, ne ji farisî be? علمی–تخیلی ('ilmî texeyyulî) ji xwe peyvçêker û tayînkerên têgihan ên zaravayê soranî nikare bibe çavkanî ji bo kurmancî. (bi bîr bînin: ol, yasa, dibistan, dîrok, wêje, helbest hwd) bi van daneyan ma divê em jî bibêjin?: kesên ku dibêjin "xeyalê zanistî", tew çûne ji erebî û farisî standine, ew teqlîd kirine. [belkî di farisî û erebî de xeyal/texeyyul ji bo fictionê bes be lê mijar ne ew e]

lê na ez tiştek wiha nabêjim, ji ber ku hiş û bîrê xwendeyên kurd bi zimanên erebî û farisî û tirkî şikil digire, jbk perwerdehî û pisporiya wan bi van zimanê dibe. em nikarin bixeyidin û tawanbar bikin lê dikarin (heke ji destên me bê) ji pêşniyazên wan çêtir peyvan bînin ber xelkê bo vebijark zêde bin.

lê ecêbiya wan ew e ku ferq nakin: ya tirkî jî ji xwe ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurd dixwazin ji îngilîzî wergerînin an ji tirkî, wê maneya peyvê nû nêzî ya tirkî bibe. çimkî çavkaniya wan yek e.

naxwazim dilê kesek bihêlim û bikevim qirika kesekî din lê divê bibêjim: berî îdîa û tawanbarkirinan, mirov divê fikrên xwe baş bisêwirîne. yan na tu qîma hukmên tawanbarkirina wan namîne.

not: min ji bîr kir binivîsînim. peyva zanist ji aliyê çêkirinê ve çiqas kurdî ye nizanim jbk ji soranî ketiye ku wergirtinên soranî divê berê werin şuştin û piştre werin neqandin.



13.12.2020 14:38 ~15:01 | biruya hayao miyazaki

10. Têbiniya jorîn: ez ne pisporê zimên im.

Peyva xeyalê cihê fiction'a îngilîzî nagire ji ber ku peyva fiction ji lêkera fictiō ya latînî têtin. wateya lêkera fictiō'ê rasterast honandin e.

xeyal kirin û honandin ji hev re nêzik bin jî di heman wateyê de nîn in. Meriv dikare her tiştê xeyal bike lê kêm kes dikarin vê xeyalê bi rêkûpêk û nîzamî bihûnînin û berhemek jê derbixin.

Yanî honaka zanistî rasttir e.



13.12.2020 14:52 ~14:54 | xelîl

Hemûyan Bixwîne