Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
kesên ku hêza zimanî bi eslê peyvan dipîvin - tirşik
kesên ku hêza zimanî bi eslê peyvan dipîvin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kerên ku ti tiştî nizanin û xwe teslîmê teoriyên ereb û tirk û farisan kirine..

kerino ma ziman wek yê ingilîzî xurt heye?

helbest niha hin ker dê behsa kapîtalîzm û sosyalîzmê bikin û dê hewl bibin di wê rêyê re zimanê ingilîzî qels nîşan bidin..

(bnr: neke kero, tu ker î)

welhasil bi resenî jêdera peyvan ziman qels û xurt nabin..

lê bi hejmara berheman

bi bandora berheman

bi kalîteya berheman

ez dirêj nakim, we serê min êşand ne min yê we.



12.05.2014 02:53 | dijber

2. ew kes in ku ji zimên tiştekî fêm nakin, ji ber ku bi dezenformasyona perwerdehiya tirkan mezin bûne..

tirk ji bo kurmancî çi gotibûn kurdên me yên ku dikevin vê klasmanê jî heman bersivê dane..

tirk gotine zimanê kurdî zimanekî qels e, ji nîvê bêhtir peyvên wê ji zimanên biyanî yên wek tirkî û erebî û farisî pêk tên falan û bêvan..

kurdên vê klasmanê jî gotine zimanê tirkî zimanekî çêker e û nivê peyvên tirkî ji peyvên zimanên biyanî yên wek erebî û farisî û fransizî pêk tên hwd..

ya rastî weka ku dijber li jor jî gotiye aniha zimanê îngîlîzî li gorî pisporên zimanan ve wek zimanê herî dewlemend î cîhanê tê hesibandin. tê gotin ku di zimanê îngîlizî de rêjeya peyvên biyanî yên ji zimanên din ketî ji sedî hêştê zêdetir e..

dewlemendbûna zimên girêdayî peyvan nîn e, pîvanên vê yekê hene, wek;

1- zimanê ha di çend dewletan de wek zimanê fermî tê hesibandin

2- bi zimanê ha çend heb kitêb hatine weşandin

3- bi zimanê ha çend heb kitêbên biyanî hatine wergerandin

4-bi zimanê ha çend heb zanîngeh hene û çi qas li cihanê berbelav bûne

5- rewşa siyasî, aborî ô civakî ya netewên ku wî zimanî bi kar tînin çi ye û di çi rewşê de ne..

6- di zimanê ha de serhejmara axafêran çi qas e

7- di zimanê ha de çend heb pirtûk çap dibin..

û gelek pîvanên din..



26.02.2015 19:58 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku min dişopînin
» hêza dij-teror a kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî