Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bajarên rengîn yên kurdistanê - tirşik
bajarên rengîn yên kurdistanê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mîratê min kurdek nedîtiye ku dema behsa bajarê xwe yê ku jê ye an lê ye dike rengdêra rengîniyê pê ve nake..*



12.07.2013 00:28 | endazer

2. (bnr: nisêbîna rengîn)



12.07.2013 02:37 | simurg56

3. Kes nabêje dewê min tirş e. Lê ya rast mirov li kur ji dayik bûbe ew der ciyê herî xweş e.

Lewra her der rengîn e,li ba dilê niştecîhê xwe.



12.07.2013 14:01 | gulan

4. gelek in. lê min qet nebihîstiye kesekê gotî sêrta rengîn, hema ez bêjim:

(bnr: sêrta rengîn)



13.07.2013 12:24 | azadixwaz

5. Hemû bajar û bajaroken Kurdan rengîn in bi germbûna dilén welatiyan...



13.07.2013 17:41 | serdar

6. rengdêra rengîniyê di wateya bajarên pirçandî û pirbawerî û pircivakî û pireşîrî û piretnîsîteyî de tê bikar anîn.. yanî eger li bajarekî wekê sêrtê ereb û kurd û tirk bi hev re di nav xweşî û aşî û aramiyê de dikarin bijîn mirov dikare ji wî bajarî re bêjê bajarê rengîn.. an eger li bajarekî wekê cizîrê kozmopolît civak û cimaetên cihêreng yên wekê koçer û gundî û bajarî di nav hev de bikaribin li gorî hiqûqa biratî û cîrantiyê ligel hev bijîn mirov dikare jê re bêje cizîra rengîn..



13.07.2013 19:14 | endazer

7. Ème ji bo me Dêrika me tenê a çiyayê mazî ye û hema bi xwedê heta ku dbekir hebi ji bo min ti devera dinyê jî nexwesh e, dêrik jî tevê. Payiz û biharan de çend rojan dêrik ne xerab e.



11.09.2013 23:29 | hemdilaarda

8. Farqîn cîhekî pir xweş e.



12.09.2013 15:48 | ahmet_amed

9. Kanîreş zivistanê pir sar e lê belê havîna wê hênik e pir xweş e bi ser çewlîkê ve ye



12.09.2013 15:52 | ahmet_amed

10. şirnexî ji bo bajaré xwe dibéjin "Şirnexâ rengîn"..



12.09.2013 23:07 | cudî

11. colemerg *



28.03.2014 23:36 | mam selam

12. bajarê ku dêrika çiyayÊ mazî ye. qey we ne bihîstine ku dêrik bajarê herî xweş yê kurdistanê ye? ku we nebihîstibin sed heyf+hezar eyb *



28.03.2014 23:40 | mergehez

13. min gelek bajarên kurdistanê ditîne lê weka amed min hê rengîntirîn bajêr nedîtiye..

çend heb mînak bidim

qers; nake pênç qirûş ji ber ku neh meh sar e bêyî mont nikarî bigerî jixwe 6 meh befir li erdê ye eger karê te yê girîng tunebe tu yê bimirî jî naxwazî derkevî derve, însanên qersê ji xeynî derewan bi kêrî tiştekî nayên hama diçirînin. xwezaya wê jî ne xweş e dema tîrmeh tê, erd hê nû hêşîn dibe 2 meh dûre jî ji ber sermayê pelên daran hişk dibin gul û kulîlkên xwezayê diçilmisin. di nava havînê de carinan sê roj bênavber baran dibare û her cih herî û çamur dibe nikarî bi hêsanî piyên xwe biavêjî. tu nîşaneya kurdîtiyê tune ye tijî ulkucî ne ji devên wan gemariya nijadperestiyê ya tirkîtiyê dibare

colamêrg; belê rast e, herkes bi kurdî dipeyive lê hew! min kurmancî dît lê pêrgî kurdewariyê nehatim. niha colamêrg cihekî piçûk e lewma herkes hevudu dinasin cihên piçûk bi giştî muhafazakar dibin jixwe sedema kurdîaxêfiyê jî ji piçûkbûna wê ye ango pergala tirk bi sistematik negihîştiye li wir lewma kurdî hê jî rûnexiyaye. kurdîtî li ser hêşmendiyeke neteweyî ava nebûye. ji xeynî colemêrgiyan kesên biyanî yên ji bajarên cuda yên kurdistanê hama bêje tune ne ji xeynî mamoste û karmendan. vê yekê jî bûye sedem ku ji aliyê pirengî û çandên cuda ve pirr qels maye hê jî êlperestî li wir serwer e feraseta wan pirr qels e

êlih; bi tenê beton e! dema dikevî êlihê bêhneke tund û tûj pêşwaziya te dike bi taybetî jî havînê qet nayê kişandin pirr fortên xwe diavêjin hama qala xwe dikin, xwe pirr diecibînin û zêde zêde dipeyivin goştê serê mariv dixwin û zêde zêde serhişk in

ruha; ji xwe ne hewce ye ku behsa ruhayê bikim. min di taybetmendiyên karekterîstîk yên mirovên ruhayê de beha wan kiribû

dêrsim; bi tenê vedixwin

wan; pirr tûj û bêteşe ne lê behra wanê gelek xweş e jixwe ji nîvê pirtir colemêrgiyan têde dijîn

bêdlîs; ji xeynî muhafazakarî tu nîşaneyeke taybetmendî û rengînî tune ye ku mirov binivîse

mêrdîn; bi rastî jî gelek rengîn e ji her cure û ji her netew û çandê ve mirov têde hene bi awayekî aşitiyane jî dijîn bi qasî ku min dît. tiştê ku ji bo min hêmaneke nêyînî ye ev e ku pirr piçûk e û belawela ye lewma di wir de bêhna min pirr venebû. cîranê ameda rengîn e, ev jî ji bo mêrdînê cihê rengîniyê ye

ûûû amed!; ameda rengîn ango paytexta dil û welatê min! di nava bajarên kurdistanê de rengîntirîn û xweştirîn bajêr bêşik û bêguman amed e. ji aliyê siyasî û welatparîziyê de pêşengiyê kiriye (niha piçikek westiyayî ye gelek jî normal e ji ber bandora dewleta tirk) gelek netewên cuda têde dijîn gelek dînên cuda bêyî ecizî û tengasiyê têde şax vedane. kurmanc, zaza, tirk, ereb û ermenî hene. bajarekî mezin û dîrokî ye gelek berhem û avahiyên dîrokî hene. sur, mizgeft, dêr, xan û hemam û baxçeya hewselê û cihên sahabiyên şehîdketî û qedirbilind...

gelek mirovên normal û anormal hene wek mînak 'gedê bajêr' hene ku êdî ji bo amedê bûne sembol ez ji ber vê yekê eciz im lê ji ber pirbûna wan gelek sedemên cuda hene û ev mijarekê dî ye.

gava ku tu herî nava surê, xwe cuda hîs dikî, herî ofîsê cuda, taxa rezan cuda, metropol cuda hîs dikî. niha zimanê tirkî serwer e mixabin. sedem pirr in. difikirim ku rojekê ji rojan rûnîm li ser compersê û di vir de bi qasî deh rûpelan sedema vê kambaxiyê binivîsim



29.03.2014 00:43 | ferhenga şikestî

14. (bnr: şengala rengîn)

berî çend rojan min ji devê jineke şengalî bihîst.



09.08.2014 10:16 | simurg56

15. (bnr: dihoka rengîn)



09.08.2014 12:12 | karmatî

16. Xelat a bidlîse navçeyeki pîr xweş e nav herema serhede



09.08.2014 12:45 | quşxaneli

17. mêrdîna rengîn



01.02.2015 01:19 | diclefirat

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bajarên ku niha tirşikvan lê dijîn
» yên ku îro têketine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî