Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ez xelef im - tirşik
ez xelef im
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez xelef im xelef im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

ez xelef im xelef im

êzdînşêr mîrê botan e

xwedîyê şûrê bisedef im

hawar e mîr hawar e mîr hawar e mîr

xwediyê şûrê bisedef im

êzdînşêr mîrê botan e



nav eşîran bigef im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

nav eşîran bigef im

êzdînşêr mîrê botan e



ez xelef im xelef im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

ez xelef im xelef im

êzdînşêr mîrê botan e



ez xelefê kinik im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

ez xelefê kinik im

êzdînşêr mîrê botano

xwedîyê şûrê bişirik im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

xwedîyê şûrê bişirik im

êzdînşêr begê begano



nav eşîran birik im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

nav eşîran birik im

êzdînşêr mîrê botano



ez xelef im xelef im

hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr

ez xelef im xelef im

êzdînşêr mîrê botan e







12.07.2013 01:10 | tavrosi

2. ev stran ez ne şaş bim di dema serhildana bedirxan paşa ya li cizîra botan de li ser xeynetî û bêbextiya êzdînşêr begê pismamê bedirxan paşayî de hatiye gotin.. dema bedirxan paşa li hemberî dewleta osmaniyan serî hildide dewleta osmaniyan di berdêla çewalek tijî vir û bêbextî de êzdînşêr beg dikişîne ber refên xwe ve.. tabî wekê hemû qewl û soz û qirar û sondên roma reş ev jî pûç û bêbingeh derdikeve û êzdînşêr beg jî bi xweliya serê xwe ve tê sirgûn kirin..



12.07.2013 04:03 | endazer

3. şiwan perwer pur xweş dibêje wê strane



25.12.2013 01:10 | xewnawe

4. strana ku li ser xelefê şuvî u êzdînşêr ê mîrê botan hatîya gotin e.li herêma botan gelek stranek dengdayî ye.dawet u govendên me beyî vê stranê derbas nabe.heke em du botî bigihî hev,em govend bigrî bizane ku strana yekem ev e =) hayy hayy ez xelef iiiiiiiiiiim xelef im hewar mîr hewar e mîîîîrr



13.01.2014 12:25 | feqiyêteyran

5. strana ku bi muzîkên kardeş türküler xweştir bûye ye.







08.12.2014 11:46 | xwelî li ser

6. -Wa Êzdînşêr mîrê Botan! Ka kê pişta xwe spartiye Romiyan e. Tu dibêjî Xelef ditirse ji meydan e. Ka were em îro deqên xwe li hev bidin. Emê bibînin ka kî berx e, kî beran e. Pêş de were!

- Hêêêy lo hûn dibînin kom û berên me hatine hemberî hev şer dikin looo.. Xelefê Şûvî, Êzdînşêr mîrê Botan. Hêêêêy Êzdînşêr derkeve meydan e. şer şerê me ye!



26.02.2015 19:43 | xendekî

7. Straneke gelek gelek xweş e. gava nû ya ez bihîstibûm çend xweşa mi çûbû. Hê jî ez guhdar dikim.



Hetta ez ê biçim li mijara " stranên ku tirşikçîyam vê gavê felan û bêvan" binivîsim. Heke keyfê min bixwaze ez lînk jî bidim *



21.10.2015 00:23 | endazyar

8. Li nava ber û koman şerê dekî pir bû. Rik ji hev digirtin. Dost nebûn destê wan bigihînin hev. Çîroka me di derbareyî Xelefê Şûvî û Ezdînşêrê Mîrê Botan de ev e.

Wa Ezdînşêr, Mîrê Botan!
Ka kê pişta xwe spartiye Romiyan e?!
Tu dibêje Xelef ditirse ji meydan e.
Ka were em îro dekê xwe lihev bidin.
Emê bibînin ku, kî berx e kî beran e!
Pêş de were!

He hêy! Ku hûn dibînin kom û berên me hatine hemberê hev şer dikin ho!
Xelefê Şûvî û dibê Ezdînşêrê Mîrê Botan.

Hêy! Wa Ezdînşêr derkeve meydanê, şer şerê me ye hêy!

ez xelef im xelef im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
ez xelef im xelef im
êzdînşêr mîrê botan e
xwedîyê şûrê bisedef im
hawar e mîr hawar e mîr hawar e mîr
xwediyê şûrê bisedef im
êzdînşêr mîrê botan e
nav eşîran bigef im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
nav eşîran bigef im
êzdînşêr mîrê botan e
ez xelef im xelef im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
ez xelef im xelef im
êzdînşêr mîrê botan e


Li ser şikestina nav û deng, Xelefê Rêberê Beran û Ezdînşêrê Mîrê Botan şerê dekarî dikin. Pê re li hemberê hêzên Romiya wenda dikin. Lê ta hişê wan tê serî, wenda dikin her tiştî.
Mixabin!
Xirabmaliye şerê biratî.

He hêy!
Mîro mîro mîro!
Dîsa destpê kirin şerê ber û koman e.
Ê dibê Ezdînşêrê Mîrê Botan û Xelefê Şuvî.

ez xelefê kinik im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
ez xelefê kinik im
êzdînşêr mîrê botano
xwedîyê şûrê bişirik im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
xwedîyê şûrê bişirik im
êzdînşêr begê begano
nav eşîran birik im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
nav eşîran birik im
êzdînşêr mîrê botano
ez xelef im xelef im
hawar e mîr, hawar e mîr hawar e mîr
ez xelef im xelef im
êzdînşêr mîrê botan e






16.08.2019 22:53 | bilbilê dilkul

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelefêserhedî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî